TJA: Em biryara ku armanc dike mafê nefeqeyê xesp bike nas nakin!

Tevgera Jinên Azad TJA'yê têkildarî biryara betalkirina nefeqeyê ya AYM’ê bertek nîşan da û got: “Em vê êrîşa aşkera ya li ser mafên destkeftî yên jinan û vê biryara ku armanc dike mafê nefeqeyê xesp bike, nas nakin!”

Amed – Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî biryara guhertina rêziknameya nefeqeyê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxuyanî da. TJA’yê di daxuyaniyê de diyar kir ku aqilê mêr-dewletê û pergala baviksalar, êrîşên xwe yên li ser destkeftiyên ku jinan bi bedêlên giran bi dest xistine, didomînin.

Biryar weke parçeyek ji konsepta tesfiyeyê ye

TJA’yê destnîşan kir ku “Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê betalkirina qanûna ku mafê nefeqeyê nas dike; biryareke ji hiqûqê dûr e û bi destwerdaneke siyasî ya bi temamî li ser bingehên îdeolojîk ava bûye, hatiye dayîn. Em vê biryarê; wekî parçeyek konsepta tesfiyeyê ya rêxistinkirî dibînin. Dixwazin jin di xefika malbatê de heps bibin û biryardarî û vîna wan a ji bo hevberdanê bişkînin. Em wekî TJA’yê, vê biryara ku qadên jiyanê li jinan teng dike, bi eşkereyî red dikin!”

‘Sînordarkirina mafê nefeqeyê tê wateya mehkûmkirina jinan a xizaniyê’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li pey pêvajoyên hevberdanê, bêewlehiya aborî ya ku jin pê re rû bi rû dimînin li ber çavan e; sînordarkirina mafê nefeqeyê tê wateya mehkûmkirina jinan a ji bo xizaniyeke kûr. Tesfiyekirina mekanîzmayên ku jinan diparêzin; bi armanca neçarhiştina jinan e hewl didin wan di nava çerxa şîdet, zext û kedxwariyê de bihêlin.”

‘Em biryarê nas nakin!’

TJA’yê bal kişand ser qanûnê ku rewşa jinan naparêze û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê, astengiyên li pêşiya tevlîbûna jinan a ji bo kar, ferzkirina îstîhdama bê qeyd, nexuyakirina keda jinan û newekheviya kûr a mûçeyan, wekî kedxwariyeke sîstematîk berdewam dike. Yên ku vê rastiyê nabînin û mijara nefeqeyê weke "mexdûriyeta mêran" dibînin, bi xwe pergala baviksalar in, kiryar vedişêrin û mexdûr ceza dikin.”

Tevgera Jinên Azad tekez kir ku ev maf ne lutfek e berhema têkoşîna kolektîf a jinan e û wiha bi dawî kir: “Ev nêzîkatiya ku ji rastiya jinên di nava civakê de qut e, bi tu gotinên “heqaniyetê” nayê rewakirin. Em ê mafên xwe yên ku me bi berxwedanê bi dest xistine, dîsa bi berxwedanê biparêzin. Mafê nefeqeya herdemî, ne lutfeke dewleta baviksalar e; berhema têkoşîna kolektîf a jinan e ku li kolanan û di her qada jiyanê de meşandine. Em wekî TJA’yê vê êrîşa aşkera ya li ser maf û destkeftiyên jinan û vê biryara ku armanc dike mafê nefeqeyê xesp bike, nas nakin!”