Tiştên ku dozgerên jin di dadweriya Lubnanê de dijîn bûn pirtûk

Lêkolîner Azza Al-Haj Sulêman ya di amadekirina pirtûka bi navê “Di Dadweriyê De Jinên Lubnanî: Bihêzkirina Serwerî û Îhmalkirina Marjan” de cih girtiye bal kişand li ser roja dadwerên jin di pêkanîna edaletê de.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrud – Di salên berê de biryarên cûda girtina dadwerên jin ên Lubnanî û berteke erenî civakê li hemberî vê yekê hişt ku lêkolînvana civaknasiyê Azza Baydoun û lêkolînvana hiqûqê Azza Al-Haj pirtûka bi navê “Di Dadweriyê De Jinên Lubnanî: Bihêzkirina Serwerî û Îhmalkirina Marjan” amade bikin. Pirtûk ji aliyê Navenda Lêkolînên Ereb ve hat weşandin. Pirtuka ku ronî dide bandora hebûna jinan di dadweriyê de, cih dide sepanên pêkanîna hiqûqê ya dozgerên jin ya di avakirina edaletê de û du nêzîkatiyên di qada zanistên civakî de. 

Derbarê mijarê de akademîsyena hiqûqê Azza Al-Haj Sulêman wiha got: “Armanca bingehîn lêkolînkirina bandora hebûna jinan darazê de bû, her wiha tiştek lê zêde kiriye an na lêkolandina vê bû. Di sala 2018’an de me dest bi lêkolînê kir. Me bi biryarên derasayî yên dozgerên jin ên li ser dosyayên derbarê çalakvanên ku beşdarî tevgera 2015’an bûne destpê kir. Dozger Abeer Safa anî ziman ku wê demê azadiya fikrî ya çalakvanan rê li dozên nelirêtiyê vekiriye. Her wiha hîn nêzîkatiyên civakî yên dozgerên jin li pişt dîwarên dadgehê de dihat şopandin. Nêzî 7 salan li Trablusê du mêr olên hevdû rexne kirin. Mijar hat dadgehê. Dozger ceza da her du mêran ku her yek ji wan ola ya din bixwîne. Li vê derê dozger bi rola xwe ya civakî rabû.”

‘Ya girîng adil pêkanîna qanûnê ye’

Azza Al-Haj Sulêman anî ziman ku mijar ne tenê pêkanîna qanûnê ye lê belê bi awayekê adil pêkanîna qanûnê ye. Azza Al-Haj Sulêman derbarê xebatên qadê yê di pirtûkê de cih digre wiha got: “Di xebatên qadê yên tê qalkirin de di warê çendaniyê de me bal kişand li ser du cûreyan û min qala Dadgeha Yekane ya Tawanan a Baabda kir. Li ser biryarên di salên 2010 û 2011’an me li salên 2012-2018’an mêyze kir. Asta femînîstî ya biryarên ku di vê demê de hatine derxistin hebûn û ji ber hebûna tevgera femînist a rastenheva vê fikrên femînist ên rê dida hilberîna qûralên nû yê hiqûqê hebû.”

 Biryarên li ser jinan hat lêkolandin

Azza Al-Haj Sulêman destnîşan kir ku li ser  sûcên zayendî yên weke sûcên herî giran tê hesibandin û yên din jî di nav de li ser dozên tundiya li ser jinê jî xebat kirine û wiha domand: “Biryarên derbarê jinan de hatine dayîn hatin lêkolandin. Li vê derê me nirxandinekê çawanî kir lê me xebatên xwedî du cûdeyên metodolojîk kir.”

‘Civak difikre ku ew bê edalet in’

Azza Al-Haj Sulêman anî ziman ku xebatên wan di warê çawanî û çendaniyê de cûdahiyê nîşan didin wiha got: “Civak vê yekê difikre ku dozger biryarên bi adil nadin. Çima di navbera gel û civakê de bawerî nîne? Divê em li ser vê yekê kar bikin û dozgerekî çawa dikare pêwendî dêyne û bandorek bihêle? Mirov bi riya nûçeyên li ser rojnameyan tên dayîn bertek nîşanî dû dozan dan. Weke ku mirov di navbera welatî û dozger de li benda hevkarîgeriyê ne.”

Jin û mêr bertekên cûda nadin

Azza Al-Haj Sulêman got, “Hemu krîzên mîna teqîna lîmana li Beyrûdê, hilweşîna banqayan, dizîna pereyên xwedî milk ên Lubnan şahidiya wê kir ji nelirêtiya hikumetê ku di astekê zêde de bandorê li jinan dike çavkaniya xwe digre. Ji wê demê û pê ve hilweşîn destpê kir û rola darazê neket meriyetê. Dema ku edalet û edaleta civakî tê gotin hama yekser rola otorîteya makezagonî ya bi pêkanîna daxwaz û darazê erkdar e tê bîra mirov. Dadger hevsengiya di navbera otorîte û tendirustbûna pergalê de ye. Me tespît kir ku di otorîteya darazê de têgîha edaletê ji aliyê jin û mêran ve cûda tê şîrovekirin lê bertekên cûda li hemebrî wê nayê dayîn.”

‘Divê hiquq hîn bêhtir mirovî be’

Azza Al-Haj Sulêman, di berdevamiya axaftina xwe de di navbera mirov, huquq û dadger de van tiştan anî ser ziman: “ Qanun  qurelek ku ji aliyê desthildariyê derketiye û quralek hişk  e, ên ku vê qanunê digre civak e, ên ku hikum dike desthilatdariyê. Divê hiquq hîn bêhtir mirovî be. Ji ber vê yekê rêya bi dadger em behsa mirovîkirina qanûnê dikin, û li vir em behsa dadger ê ku xwe feda dike û di navbera  rola wî/wê ya hiquqî dikin. Rola ku bi rêya qanunan dadger ji re tê dayîn divê neye binpêkirin. Di vê wateyê de, lêkolîna me civaknasî û zanista huqûqî ya çendanî an jî wesfî li hev anî. mijara nîzîkatî û çawaniya xwendina dadger girînge.”

Hebûna jinan

Ezza El-Hac Silêman di dema nîqaşkirina têgehên mafên mirovan de bal kişand ser girîngiya rola jinan û dabînkirina dadmendiya civakî û wiha pê de çû: Divê dadger hay ji veguhertinên aborî û civakî û têkiliya wan a bi şîrovekirina serweriya hiqûqê re hebe û dema ku nêzikî dozan dibe têgînên kesane, civakî û aborî pêş bixe. Di navendên biryarê de hebûna jinan perçeyek bandorker e.”

Asta dadwerên jin kêm dibe

Azza El-Hac Silêman diyar kir ku di dema amadekirina pirtûkê de hejmara dadwerên jin û mêr wekhev bû û got: “Lê niha rêjeya dadwerên jin di navbera ji sedî 65 û 66’an de ye. Fikra amadekirina vê pirtûkê piştî hilbijartinên 2018’an hat serê min. Destpêkirina kotaya jinan, ango hebûna jinan di cihên biryardanê de, bandoreke erênî kir. Wek hiquqnasan divê em têkiliyên hiquq û civakê, bandora wê çiye bixwînin. Dema lîkolînê de beşa ku em kar dikin em dibinin ku jin ji meran hîn baştir kar dikin. Lê em nikarin bikin giştî. Di pêkanîna quralên hiquqê de ji jin û meran re sînor hatiye dayîn. Yanî rola quralên hiquqê mirovîkirin ji bo her du zayenda jî derneket holê.”