‘Tirkiye beriya penaberan bi zorê bişîne divê ji heremên dagir kiriye vekişe’

Hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan a Efrîn- Şehbayê Moşîra Mela Reşîd got ku dewleta tirk ji destpêka krîza Sûriyeyê ve mijara penaberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne piştgiriya darayî ji cîhanî digre.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Dewleta tirk di dema dawî de pêvajoyeke derxistina bi zorê ji bo penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê daye destpêkirin. Tirkiye wan penaberan vedigerîne herêmên dagirkirî yên li Sûriyeyê. Karta parastina demkî ya ji aliyê UN’ê ve ji wan re hatiye dayîn jî wan ji zordariyê naparêze.

Bi destpêka krîza Sûriyeyê re di sala 2011’an de, dewleta Tirk sînorên xwe ji Sûriyeyê re vekir û penaberên Sûriyeyê bi hêsanî berê xwe dan Tirkiyeyê. Piştî 12 salên li ser krîzê, dewleta Tirk wan penaberan bi zorê vedigerîne herêmên ku li Sûriyeyê dagir kirine. Hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan Efrîn- Şehbayê Moşîra Mela Reşîd der barê mijarê de axivî. Moşîra Mela Reşîd bal kişand siyaseta dewleta tirk a li ser penaberan dimeşîne.

‘Dewleta tirk li ser penaperan siyasetek qirêj dimeşîne’

Moşîra Mele Reşîd a bal kişand li ser siyaseta dewleta tirk a li ser penaberan û got: “Ev pêvajoyeke demdirêj a siyaseta dewleta Tirk e li dijî penaberên Sûriyeyê. Dewleta Tirk hemû siyasetan bi kar tîne ji bo nasnameya dîrokî ya Kurdan tune bike û demografiya herêmên Sûriyeyê biguherîne, ji bo ku projeya Netewa Demokratîk têk bibe bi taybetî piştî hilbijartinên dawî yên li Tirkiyeyê. AKP xwe li piştî maskeya “vegera bexşî” ya Sûriyeyiyan vedişêre lê rewş cuda ye, ragihandin û torên civakî rêbazên vegerandina bi zorê bi lêdan û şewitandina dikanên penaberên Sûriyeyê û girtina wan eşkere kirin ku bi zorê kaxezên bi zimanê Tirkî bi wan didin îmzekirin bêyî ku penaber bizanibin çi hatiye nivîsandin û li ser çi îmze dikin.”

‘Sûriyeyiyan ji ber şer berê xwe dan Tirkiyeyê’

Moşîra Mela Reşîd a anî ziman ku Sûriyeyiyan ji ber şer berê xwe da Tirkiyeyê, gelek ji wan bi guleyên leşkerên Tirk li ser sînor jiyana xwe ji dest dan, wiha domand: “Hinek ji wan saetên dirêj kar dikin ji bo nanê xwe yê rojane bi dest bixin. Rewşa wan li Tirkiyeyê dijwar e nayê tehemulkirin. Dewleta tirk mijara penaberên Sûriyeyê li qada cîhanî navdewletî ji bo xwe bi kar tîne ji bo dengên zêde û piştgiriya darayî û moralî li ser hesabê hebûna Sûriyeyiyan bigre û piştre bi zorê niha penaberan vedigerîne herêmên di bin dagirkeriya xwe de.”

‘Erka NY’yê ew e ku bi karûbarên penaberan re têkildar be’

Moşîre Mela Reşîd anî ziman ku ev siyasetek bi plan e ji aliyê dewleta tirk ve ji bo dagirkeriya xwe ferz bike û hebûna xwe rewa bike û got: “Em vegerin peymanan û zagonên navdewletî her kes ji welatekî koçî welatek din dibe ji bo kar an rewşeke baştir diçe lê hebûna Sûriyeyiyan li Tirkiyeyê penaberiyek ji ber şer bû, di vê rewşê de bêyî misogerkirinek navdewletî çênabe ew penaber vegerin, ev jî erka Komeseriya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî ye kar û barên penaberan e. Nabe ku bi dare zorî Tirkiye Sûriyiyan vegerîne herêmên di bin dagirkeriya wê de. Ev tiştekî ne rewa ye bi taybetî di siya tevlihevî, bêaramî, binpêkirin û komkujiyên li ser mafên sivîlên Sûriyeyê li wan herêman pêk tên.”

‘Divê beriya Tirkiye penaberan vegerîne jê bê xwestin ew ji herêman dagir kiriye vekişe’

Moşîra Mela Reşîd herî dawî bang li hemû kesên pêwendîdar ên bi kar û barên penaberan û karên mirovî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê tiştek bikin. Her wiha xwest ji Tirkiyeyê bê xwestin beriya bi zorê penaberên Sûriyeyê vegerîne destpêkê ji herêmên ku dagir kirine derkeve û ji bo çareseriya vê mijarê jî got “Tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî aştî û aramî ji bo Sûriyeyê pêkan e.”