Tina Safaeî di mijara guherîna avhewayê de xelata jinên çalak wergirt

Tina Safaeî ku hemwelatiya Îranî û Kanada ye, li bajara Toronto ya Kanadayê di mijara guherîna avhewayê de xelata Jinên çalak wergirt.

Navenda Nûçeyan- Damezrîner û CEO ya Pargîdaniya Pak û operator û misogerkirina platforma kontrol û rêvebirina şopa ya karbonê Tîna Safaenî, Xelata Jina Çalak a sala 2023’an a têkoşîna li dijî guherîna avhewa yê ku ji aliyê Şaredariya Toronto ve tê li dar xistin û bi piştgirîya darayî ya Kanada pêkhat, wergirt.

Ev xelat her sal li bajarê Toronto ya Kanadayê yek ji jinên ku di warê têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de dixebitin, tê dayîn. Tina Safaî vê xelatê ji bo platforma Pahk Solutions wergirt.

Tina Safaî, yek ji damezrîner û CEO ya Pak Solutions a platformek ku xwe fedayê alîkariya mirovan ji bo kêmkirina bandora jîngehê ya şêwaza jiyana kiriye ye. Ev platform alîkariya kêmkirina guhertinên avhewayê dibe, di heman demê de alîkariya bi rêvebîrina emîsyonên karbonê ya civakan dike û bi fêrbûna makîne û bi pêşketina teknolojîk a Malzemeyên Înternetê re, alîkarî birêvebîran civakan a emîsyonên Karbonê dibe.

Tina Safaî doktoraya xwe ji Zanîngeha Torontoyê di qada Endezyariya Elektrîkê de bi giraniya li ser enerjiya dikare nûjen bibe, bi dest xist.