Tezkereya şer a Iraq û Sûriyeyê ji meclîsa Tirk derbas bû
Di meclîsa tirk de tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor hat qebûlkirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/10/20231017-20231017-823x463cc-tezkere-meclis-kabul-jpgafc802-image-jpg3c3804-image.jpg)
Enqere – Tezkereya ku ji bo dirêjkirina rayeya ji bo şerê derveyî sînor ê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo Serokkomarê tirk 2 salên din hatiye dayîn, pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclisê hat kirin.
Piştî nîqaşên li lijneyê, biryara şer a ji bo dengdanê hat dayîn. Tezkere bi dengên parlamenterên AKP-MHP, ÎYÎ PARTÎ, Partiya Saadetê, Partiya Pêşerojê û Partiya Dewa hat qebûlkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û CHP’ê yên beşdarî dengdayînê bûn dengê "na" dan. Li gorî vê yekê 357 parlementeran dengê “erê” û 164 parlementeran jî dengê “na” dan.