Tevî ku 8 sal di ser de derbas bûn jî kes nehat darizandin!

Di ser dorpêç û qedexeyên ku di sala 2015’an de li ser Cizîra Botan çêbûn re 8 sal derbas bûn. Li Cizîrê bi sedan jin, ciwan û pitikên jidayiknebûyî di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan lê heta niha tu berpirsyar nehatiye darizandin.

Navenda Nûçeyan – Qedexeya derketina derve ya ku di 14’ê Kanûna 2015’an de ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve li Cizîrê hat ragihandin, 79 roj domiya. Heta qedexeyên di 2’ê Adara 2016’an de bi dawî bûn, 177 jê di sê jêrzemînên avahiyan cuda de 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporan, yek ji wan kesan pitik, 41 jê zarok û 22 jî jin bûn. Ji xeynî jêrzemînan, ji pitikên jidayiknebûyî heta Mîray Înce ya 3 mehî, ji dayikan heta ciwanan bi dehan kesên sivîl di encama tundiya dewletê de jiyana xwe ji dest dan. Cizîr bi rojan ji hinek nuqteyan ve bi tank û topan rastî êrîşên dijwar hat. Cizîrê, rojên herî giran ên ku tu pîvanên exlaqî nemabûn bi şêniyên xwe re derbas kir.

Ji pitikên 3 mehî heta yên di rehma dayika xwe de...

Li gorî agahiyên di rapora ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê demê amade kiribû; di dorpêça li Cizîrê de, yên di rehma dayika xwe de hatine qetilkirin jî di nav de pitika 3 mehî Mîray Înce û zarokên ji her temenî jiyana xwe ji dest dan. Dayika 3 zarokan Hediya Şen a 32 salî bi 8 guleyan hat qetilkirin. Hediye Şen bû yekemîn sivîla ku li Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Bişeng Garan 12 salî bû. Dema ji jêrzemîna ku bi malbata xwe re xwe spartibûn, derket bû hedef. Nîdar Sumer a 17 salî, bi guleya ku wesayîdên zirxî yên li cihekî nêzî nexweşxaneya nêzî mala wan hat reşandin, birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Cahîde Çokal dema li metbexê bû ji ber perçeyên şarapnelên ku li sing û zikê wê ketin jiyana xwe ji dest da. Zehra Uca ya 22 salî dema hat qetilkirin 8 mehî ducanî bû. Guler Yamalak a 32 salî ya ducanî bû, li ber deriyê mala xwe ji zikê xwe birîndar bû, zaroka xwe winda kir.

Jêrzemînên wehşetê

Li jêrzemînên Cizîrê mirov hatin şewitandin! Hinek ji wan dema birîndar bûn hatin înfazkirin. Kesên jiyana xwe ji dest dan destpêkê bêyî agahiyên nasnameya wan bên eşkerekirin, li goristana bêkesan hatin definkirin. Piştî lihevhatina DNA'yê hinek cenaze ji aliyê malbatên wan ve hatin girtin. Tiştên qewimîn tenê bi vê yekê re jî sînordar nema. Perçeyên cenazeyên mirovên ku hatin qetilkirin, bi bermahiyên avahiyên hilweşiyayî re li Cizîr û Amedê avêtin Çemê Dîcleyê. Hat eşkerekirin ku hema bibêje hemû cenaze ji ber ku yan şewitîn an jî perçe bûn nehatin naskirin. Tevî 8 sal derbas bûne jî hêj nayê zanîn ka çend kes di jêrzemînan de bûn û kesên cenazeyên wan nehatine dîtin jî hene. Tiştên qewimî di heman demê de bi wêneyên ku ji hesabên medyaya dîjîtal ên ji aliyê hêzên paramîlîter ên wekî "JÎTEM, POH, JOH" ve tên bîkaranîn hatin parvekirin û bi vê yekê wan rojên hovîtiyê hatin belgekirin.

'Hemû kesên hatin qetilkirin wek endamên rêxistinê hat qebûlkirin’

Parêzer Ramazan Demîr ê ku pêvajoya hiqûqî ya tiştên li Cizîrê qewimîn dişopîne, diyar dike ku der barê kiryarên kesên di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dane de tu darizandin çênebûye. Ramazan Demîr bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Tevî ku lêpirsîna mirinê ya li ser her bûyereke mirinê divê ji aliyê dozgeriyê ve were destpêkirin jî di van dosyayan de jî wekî ku hatiye destpêkirin tê dîtin lê di rastiyê de dozger bêyî ku tu karûbarên lêpirsînê yên eşkerekirina berpirsyar û kiryarên ji mirina mirovan gihîşt encamê.” Ramazan Demîr di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser van tiştan:

“Dema em li naverokên dosyayê dinêrin, dibînin ku delîl bi îdiaya ku hemû kesên hatine qetilkitin bê îstîsna wek endamên rêxistinê hatine qebûlkirin hatine komkirin, delîlên hatine komkirin jî bi destên Şaxa TEM’ê û polîsan hatine komkirin, girtename jî bi vî awayî hatine amadekirin û lewma karûbarên ku berpirsyariya faîlan di bûyerê de fîhil dikin, tên meşandin. Ji ber vê yekê, wek teknîk em nikarin behsa pêvajoyek darizandin û lêpirsînê ya serbixwe û bêalî bikin. Der barê van de tu pêşketin tune ye. Dozgeriyan di hemû dosyayên hem li Şirnexê hem li Silopiya û hem jî li Cizîrê de hema bibêje heman biryar, bi heman şaşîtiyan dane.”

'Lêpirsînek bi bandor nehat pêkanîn’

Ramazan Demîr, diyar kir ku bi tu awayî lêkolîneke taybet nehatiye meşandin û destnîşan kir ku di biryarên dozger dane de xeletiyên rastnivîsê û yên mantiqî jî yek in. Ramazan Demîr, wiha got: “Dozgeran ne ji bo kesên di jêrzemînan de bi şewitandinê hatin qetilkirin û ne jî ji bo zarokên di dema qedexeya ewil de di rehma dayika xwe de hatin qetilkitin, tu lêpirsîneke nemeşandin. Ji ber vê yekê, li gorî me di wateya teknîkê de behsa lêpirsînek nayê kirin. Jixwe me van hemûyan di danişînên li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk hatin de anîn ziman. Me da zanîn ku ev qonaxa dozgeriyê, lêkolîna dosyayên dozgeriyê di warê van dosyayan de tu şansa serketinê nade, dozgerî di van dosyayan de wek alî tevgeriyaye, delîlên vê lêpirsînê ji aliyê polîsên ku di statuya kiryaran de hatin komkirin û ji ber vê yekê lêpirsînek bi awayekî ji her cure texrîbatan re vekirî hat meşandin. Lê li dijî vê yekê tu tiştek nehat kirin.”

'Leşker di dosyayê de nîn e’

Heta îro di tu serlêdanên ji bo Cizîrê hatine kirin de, di tu dosyaya lêpirsînê de polîsek jî îfade nedaye. Ramazan Demîr bi taybetî bal kişand ser vê yekê û axaftina wiha berdewam kir:

“Wekî ku ev mirov ji ber xwe ve mirine. Bi gotinên ‘Kesên hatine qetilkirin jî ji xwe di nava pevçûnê de û ji bo endamên rêxistinê bûn, jixwe mirina li gorî hiqûqê ye’ biryara neşopandinê hat dayîn. Em ji raya giştî dizanin di nava bajêr de li herêmên sivîl tank hatin bikaranîn. Leşker di dosyayê de nîn in. Di dosyayan de navê leşkeran jî derbas nabe. Li tu derê navê tu leşker, fermandar û yekîneyek derbas nabe em nabînin. Wekî di dosyayan de ev operasyon hemû hatiye jêbirin, li tu cihan derbas nabe. Plana operasyonê tune ye. Me jî ji AHÎM’ê xwest ev yek ji dewletê bê xwestin. Dewletê, di parastina xwe ya li AÎHM'ê de wiha got: "Plana operasyonê vêşartî ye. Nepeniya dewletê ye, em nikarin bidin.’ Helbet nasnameya leşkerên beşdarî operasyonê bûn, bi zagona ku piştre hat derxistin re hemû hatin parastin. Me di dosyayên lêpirsînê de dît ku tê xwestin leşker bi tevahî ji vê pêvajoyê bên dûrxistin û li tu derê navê wan nehat derbaskirin û hatin parastin."

'AYM’ê jî wek yên din tevger kir’

Parêzer Ramazan Demîr, diyar kir ku bi giştî dosyayên kesên dema qedexeya derketina derve ya li Cizîr û Şirnexê jiyana xwe ji dest dane bi heman awayî tên meşandin û wiha got: “Di hemûyan de hemû kesên jiyana xwe ji dest dan wek endamên rêxistinê hatin qebûlkirin û lêpirsîn bi vî awayî hatin meşandin. Delîl nehatin komkirin lê wekî hatibin komkirin hatiye nîşandan. Hemû jî bi dayîna biryara neşopandinê, hatin girtin. AHÎM’ê jî ji ber ku ev dosya di heman demê de li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) berdewam dike, serlêdanan red kir.”

Ramazan Demîr, di axaftina xwe de biryara AYM’ê jî bi bîr dixe û dibêje: “Bi biryara lijneya giştî Gazal Kolanç û yên din bi serlêdana xwe ya pîlotê re nêrînên xwe yên der barê van dosyayan de eşkere kirin. Wekî dozgeriyan AYM’ê jî hemû kesan wek endamên rêxistinê qebûl kiriye û ji tiştên ku dozgeriyê tesbît kiriye wêdetir neçûye. Dadgeha ku pêwîstî bû lêpirsîna mafên destûrî bike, li gorî ku dozgeriyê ji got û çawa tesbît kir, polîs çawa tesbît kir, polîs gihîştibe encamek çawa, hema bibêjê gihişt heman encamê. Tu tiştekî cuda negot. Me bi taybetî jî got delîlên ku ji aliyê polîsan ve hatine înkarkirin mijara van dosyayan hatine kirin, delîl hatine reşkirin, beriya ku cenazeyên mirovan bên derxistin karûbarên hilweşandine hatiye destpêkirin, hemû malên ku pêwîst bû bibe cihê bûyerê bi dozaran ketin hundir û bi tevahî hatin hilweşandin, lewma me da zanîn delîl çawa hatine reşkirinê û parçeyên laşê mirovan hatine dîtin. Lê belê AYM’ê jî wek dozgeriyê bi gotina polîs û leşkeran ku em çûn li cihê bûyerê û em 10 an jî ewqas kes girtin û li gel wan çek hebûn, tevgeriya. Nehat lêkolînkirin ka ev mirov van çekan bi kar anîne yan na. Nehat lêkolînkirin ku çek aydî kê ne. Rêjeya hêza ku di operasyonê de hat bikaranîn nehat nîqaşkirin. Biryar hat dayîn ku eşkerekirina berpirsên bûyerê ne pir zêde girîng e. Jixwe me hêvî nedikir ku bigihîje encamek cuda. 4 sal piştî biryara AHÎM’ê ev biryar hat dayîn."

Ferîde Yildiz li ku ye?

Ramazan Demîr, da zanîn ku heta niha ne zelal e çend kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Kiryar nehatin darizandin; em nizanin kî li ku ye. Em nizanin heta niha çend kes jiyana xwe ji dest dane. Mirovên ku cenazeyên wan nayên dîtin hene. Mînak em nizanin Ferîde Yildiz li ku ye. Em texmîn dikin dibe ku di bin temelên TOKÎ’yan de mabe. Hê doza wê berdewam dike. Tirkiye nikaribû ji Konseya Ewropa û AÎHM’ê belge bike ka çend bûyerên mirinê hene. Dewletê jî der barê hejmara mirina kesan û çawa mirine de qeydek negirtiye.” Ramazan Demîr, diyar kir ku ji AÎHM’ê serlêdanên nû hene û diyar kir ku heta niha nêzî 20 serlêdan hatine kirin lê AÎHM’ê heta niha bersiv nedaye serlêdanan. Ramazan Demîr, herî dawî wiha got: “Tenê belgeyek ku der barê serlêdan hatine qeydkirin de hat. AÎHM’ê hê biryara lêkolînkirina esasê dosyayan neda. Em li benda vê yekê ne. Ev pêvajo dê bidome. Lê ji ber mijarek berê hatiye pêşiya wî û lêkolîn kiriye, em ji AÎHM’ê li benda lêkolînek bilez û bibandor in.”