Tevî îşkenyecên dît jî her dem ji bo welatê xwe têkoşiya

Sûriya Mihemed Hisên a 65 salî ji destpêka xebata xwe ya cebhewî bi tevgera azadiyê re, her dem bi zextên rejîma Baasê re rû bi rû maye. Di salên 2008 û 2010'an de tê girtin û îşkence lê dikin lê dest ji têkoşînê bernade.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Barê jiyan, malbat û welat li ser milên jinan e. Ji lewre dema jinên Kurd beşdarî refên tevgera azadiyê dibin, her tiştî didin ber çavan ji mirin, qetilkirin, binçavkirin, darvekirin û dîlgirtinê bigre heta gelek rewşên din. Dema ku xebatên cebhewî yên bi rengekî veşartî li Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin, Sûriya Mihemed Hisên jî wekî hemû jinan bar hilgirt ser milên xwe. Sûriya Mihemed Hisên, jineke 65 salî ye ji warê mîtaniyan Serêkaniya dagirkirî ye, li kampa Waşokanî dijî.

Sûriya Mihemed Hisên ya ku rastî gelek zextên rejîma Baasê hatiye, ji me re behsa wan rojan dike.

'Berxwedana zindana Amedê naskirina tevgera azadiyê kûrtir kir'

Sûriya Mihemed Hisên got ku wan di sala 1986'an de tevgera azadiyê nas kirine û wiha domand: "Gelek rêheval û şoreşgerên tevgera azadiyê, armancên têkoşîna wê û hûrguliyên din bi me dan nasîn û silaveke wiha germ ji dil û bi hezkirin dan me, xatir xwestin û çûn. Wekî malbat em bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ji gundê Tizyan ê Mêrdînê ne. Ji bo ku careke din wê nezewicînin, dayika min berê me da Rojavayê Kurdistanê û em li Serêkaniyê bi cih bûn. Birayê min Arciwan Serêkaniyê yê gerîla, di salên borî de li çiyayê Metînayê şehîd bû. PKK'ê jiyana nû pêşkêşî me kir û em wê wekî nasnameya xwe dibînin. Naskirina me ji tevgerê re bi riya şoreşgeran dest pê kir, bi naskirina berxwedana zindana Amedê û hevalên ku li ber xwe dan ji Kemal Pîr, Mezlûm Doxan heya Xeyrî Durmuş kûrtir bû."

Ji aliyê rejîma Baasê ve hat girtin

Sûriya Mihemed Hisên wiha pêl da gotinên xwe: "Îro fikrên Rêber Abdullah Ocalan sînorên Kurdistanê derbas kirine û bi milyonan kes van fikran dipejirînin. Di sala ku me tevger nas kir de êdî me dest bi xebatên cebhewî kir û wekî dilsozî min bi 160 karkerên jin re pembo û nîsk diçandin û berhemên wê ji partiyê re kom dikir. Min karker bi cih dikirin, paşê min kovara Dengê Kurdistanê û çend belavokên din bi dizî li gel belav dikirin. Xebatên me yên cebhewî veşartî bûn lê hêdî hêdî bandora xwe li ser gel û jinan jî dikir. Lê dîsa jî xeta îxanetê hebû, Kurdên xwefiroş ên ku dîroka xwe baş fêm nekiribûn xizmeta dijmin dikirin. Hinek kesên Kurd giliya min ji rejîma Baasê re kirin û wisa ez hatim deşîfrekirin û girtin."

3 sal di girtîgehê de ma

Sûriya Mihemed Hisên got ku ji aliyê rejîma Baasê ve du caran bi bira û 2 ji hevalên xwe re hatiye girtin û wiha behsa wan rojan kir: "Leşkeran li ber birayê min, îşkence li min dikirin. Dema ku birayê min qebûl nekir, ew avêtin erdê û bi pêlava xwe qirika wî çirandin. Îşkenceyeke hovane li wî jî kirin, heya ku ket halekî xirab ew rakirin nexweşxaneyê. Xweş tê bîra min, wê wextê min ji birayê xwe re got; kekê min, em 15 rojan îşkenceyê bixwin û em bi serbilindî derkevin pêşberî gelê xwe. Di girtîgeha Xiwêran de salekê, salek jî li Şamê mam. Du rojan carekê digirtin ser me. Paşê ez dîsa girtim û min xistin girtîgeha binerdê Sekena Henano jê re dibêjin girtîgeha Mislimiyê ya li Helebê û salekê jî li wir mam."

Îşkenceya li jinan…

Sûriya Mihemed Hisên wiha behsa îşkeneceya pê re rû bi rû maye kir: "Di binerdê de, yek ji rêbazên îşkenceyê hebûna kêçan bû. Bi zanebûn deriyê girtîgehê vekirî dihiştin da ku birevim û sûcê min giran bibe lê min fêm kiribû ku dixwazin çi bikin. Li ser dîwaran dirûşma "Bijî PKK, Bijî Kurd û Kurdistan" hatibû nivîsandin. Diyar bû ku hevalên me jî di vê girtîgehê de bûn. Dema min ev nivîs dîtin, min moral girt. Îşkence li leşkerên ku dihatin leşkeriya wan, dikirin. Di heman demê de li ber çavên me hinek kes ew bi nehalê daliqandin. Ling li jor girê didan û serî ber bi jêr ve bû, wiha li wan dixistin. Ava cemidî bi ser min de dikirin. Ne tenê ez 42 jin di girtîgehê de hebûn. Yek ji wan jinan Kurd bû, ji ber Kurdbûna wê birayê wê di girtîgehê de darve kirin û 15 sal ceza lê birîn. Wisa îşkenceyên xirab hebûn ku bi penseyan neynûkên jinan radikirin. Têra min li min didan û digotin, em ê kengî ji te xilas bin. Şeqamên li min didan, ez ji bîr nakim. Heqerat li min dikirin û ji min re digotin; Pîra fêlbaz. Dema min digot "Bijî Serok Apo" dîsa îşkence li min dikirin."

‘Tu Sûriya yî çawa dixwazî Sûriyeyê parçe bikî?’

Sûriya Mihemed Hisên bal kişand ser hevokekê û wiha got: "Ji îstîxbarata rejîmê kesên di asta bilind de gotin ku kes eleqeya xwe bi Sûriyeyê neyne, em ê lêpirsîna wê berdewam bikin. Ji min re gotin; tu Sûriya yî, çawa dixwazî Sûriyeyê parçe bikî? Li derveyî girtîgehê plan hatibûn çêkirin ku min derbixin, ji ber wê jî mijara çawîştiyê û karkeran kirin mijara malbatî û eşîrtiyê. Ji rejîmê re gotibûn; Sûriya karê wê bi meseleyên siyasî neketiye. Ji ber wê jî piştî hewldanan, ez derketim. Lê roja ku ez ê derkevim gelek karker û gelê Helebê hatibûn pêşwaziya min. Ji ber ku gelek karker û kesên ji nava gel hatibûn pêşwaziyê, ez bernedam û gotin eger meseleya te ne siyasî bûya çima ewqas gel hatine pêşwaziya te? Piştî ku ez derketim û vegeriyam Serêkaniyê, ya ku dilê min şad kir dîtina wêneyên rêber Ocalan û ala me ya rengîn kesk, sor û zer bû."

Piştî girtîgehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê

Sûriya Mihemed Hisên bi bîr xist ku piştî ji girtîgehê derdikeve berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê û wiha pê de çû: "Piştî berdanê min xwe girêda û bi komeke mezin a jinan re me berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Xew bi çavên me neket, me bawer nedikir em ê kengê gerîla bibînin. Ji kêfxweşiyê, rondik ji çavên min dibariyan. Ger ku xwedawend li ser vê axê hebin, bêguman wê gerîla bin. Mirov tenê hez dike li gerîla binêre, li jiyana wan tamaşe bike û dengê wan guhdar bike. Em demeke baş li Garê, Sergelê û çend çiyayên din jî man, mîna perwredeyekê bû ji me re. Gerîla hêz û mêjiyê me ye. Ew xebatên herî bi nirx bûn ji min re."

'Em ê vê fersenda dîrokî ji dest bernedin'

Sûriya Mihemed Hisên binpêkirinên li Serêkaniyê ji hêla dagirkeran ve tên kirin wiha anî ziman: “Li ser goristanên şehîdên me, baregehên xwe yên leşkerî çêdikin. Ev îslama ku Erdogan û çeteyên wî behsa wê dikin li ku derê ye? Binêrin, heta ji hestiyên mirî û şehîdên me ditirsin. Zarok û neviyên me, wê dîsa Serêkaniyê ji pencên dagirkeran rizgar bikin. Ji bo wê divê ji 7 salî heya dapîrên 70 salî li ber xwe bidin, ev fersenda me ya dîrokî ye. Divê em ji bo berjewendiyên gelê Kurd û herêmê qezenc bikin. Divê em neyên lîstikên dijminan.”

Peyama dawî…

Sûriya Mihemed Hisên bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: “Jîna Emînî bû pêşenga serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê. Arîn û Avêsta, Zîlan û Barînê dîrok nivîsandin. Fedayiyên Kurdistanê dîrok û efsane nivîsandin divê ku em vê pirsê ji xwe bikin; me çi kir? Ji lewre divê ku em jî xwedî li wê mîrasê derkevin. Her dawiya rojê, dema em serî deynin ser balîfê vê pirsê divê em ji xwe bikin û bibêjin; me ji bo şehîdan çi kir îro? Divê ku Kurd jî bibin yek, dest ji xeta îxanetê berdin. Ya girîng divê ku em xwedî li serokê xwe Abdullah Ocalan derkevin û wî ji Îmraliyê derxin.”