Tevî bomberdûman û astengiyan jî Rêveberiya Xweser di alîkariyê de bibiryar e
Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê diyar kir ku li hemberê ji aliyê dewleta Tirk û rêveberiya Şamê ve astengkirina alîkariyên ku ji mexdûrên erdhejê re dişînin, di gihandina alîkariyê de bi biryarin û hevdîtin wan didomin.
BÊRÎTAN SARYA
Navenda Nûçeyan – Bi erdhejên ku di 6’ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6 li Mereşê hatin jiyîn re, li Tirkiye, Bakurê Kurdistan û Sûriyeyê karaseta mirovî hat jiyîn. Polîtîkayên ku dewleta Tirk û rêveberiya Şamê piştî erdhejê dimeşîne jî, ev karaset hîn zêdetir girantir kir. Ji îro pê ve hejmara kesên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane derket 20 hezar û 318 kesan, hêh di bin xirabeyan de bi hezaran kes hene. Di erdhejê de li Sûriyeyê ji herêmên Rêveberiya Xweser 6 jiyana xwe ji dest dan û 54 kes jî birîndar bûn. Ev ziyanên canî û 25 birîndar li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku şerên dijwar jiyaye û di bin dorpêça rêveberiya Şamê de, hat jiyîn. Her wiha ji duh ve li Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola rêveberiya Şamê û di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, di encama erdheja hat jiyîn de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 3 hezar û 383 kes û tevî ku hêj daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, tê texmînkirin ku ev hejmar 4 hezar derbas bibe.
Bi erdhejê re alîkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji bo rizgarkirin û alîkariya mexdûrên erdhejê xebat dimeşîne, ji herêmên din ên Sûriyeyê re tê asteng kirin. Ji roja yekem a erdhejê ve bomberdûmana dewleta Tirk a li ser herêmên Rêveberiya Xweser berdewam dike.
‘Jiyana mirovan li ser hemû nakokiyên siyasî ye'
Emîne Osê di serî de got ku sersaxî ji malbatên kesên di karesata li Rojava û Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane re xwest û ji birîndaran re jî şîfa xêr xwest. Emîne Osê anî ziman ku Tirkiye û rêveberiys Şamê di pêvajoya karesata mirovî ya piştî erdhejê hat jiyîn de jî li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî tevdigerin.
Emîne Osê ya diyar kir ew weke rêveberiya xweser ji roja yekem a erdhejê ve diyar kirine ku ew amade ne alîkariya mexdûrên erdhejê yên li Sûriye û Tirkiyeyê bikin û wiha axivî: “Li ser vê yekê em weke pratîk hin hewildanan kir. Hin herêmên me ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin û li vir bi giranî çete dijîn. Dîsa em ji bo herêmên di bin kontrola rejîmê de jî dest bi hin hewildanan kir. Me li Sûriyeyê di warê alîkariyên ji bo herêmên ji erdhejê bandorbûnê de tu cudahî nekir. Ji ber ku ya hat jiyîn karesateke mirovî ye û jiyana mirovan li ser hemû nakokiyên siyasî ye. Di vê karesatê de gelê me ya li Şêx Meqsût û Eşrefiyeyê dijîn jî gelek zirar dîtin, li ser vê yekê alîkariyên me jî bûn. Wek pêngava duyemîn em hem li Sûriyê hem jî li Bakurê Kurdistanê ji bo gelê mexdûrên erdhejê kampanya alîkariyê da destpêkirin.
‘Dewleta Tirk di vê karasetê de jî li pey berjewendiyên siyasî ye’
Emîne Osê anî ziman ku hikûmeta AKP-MHP'ê û rêveberiya Şamê di karesata mirovî ya piştî erdhejê hat jiyîn de polîtîkayên xwe yên netewperest, bêberpirsiyarî û cudaxwaz didomînin û ji hin herêman re tu alîkarî nehatiye şandin. Emîne Osê diyar kir ku dewleta Tirk û rêveberiya Şamê hewl dide ji van bûyeran jî berjewendiyên siyasî bi dest bixin û wiha got: "Hikûmeta Tirk dixwaze bala hemû cîhanê bikişîne ser xwe, dema bi gelek welatan re pirsgirêkan dijî bi vê hincet re dixwazê navbera xwe sererast bike. Rejîma Sûriyê jî bi vê karesatê dixwaze zext û ambargoya li ser xwe kêm bike û dixwaze Rêveberiya Xweser bixe di bin tohmetê de. Tu berjewandiya me birîna alîkariya ji mexdûrên erdhejê re nîne. Me li ser esasê nirx, exlaq û prensîbên xwe yên mirovî yên ku em pê bawer in ketin nava tevgereê û me xwest di çarçoveya derfetên xwe de alîkariya hemû mexdûrên erdhejê bikin. Lê bi hezaran nêzîkatiyên siyasî derdikeve li pêşiya me ne û me asteng dikin. Li dijî qêrîna zarok û dayikan, wijdanê hemû mirovahiyê ket nava tevgerê. Hemû kes dixwaze alîkarî bike. Lê ev alîkarî tên astengkirin."
'TIR’ên me yên alîkariyê li deriyên sînorî tên sekînandin’
Emîne Osê da zanîn ku alîkariyên Rêveberiya Xweser a ji herêmên di bin kontrola rêveberiya Şamê û di bin dagirkeriya dewleta Tirk de şandine çend rojin li deriyên sînor tên sekînandin û wiha axivî: "Me 100 tankerên mazotê, pêdiviyên tenduristiyê û çadir ji bo ŞêxMqasûr jî dinav de ji Helebê şand û ji bo biçin herêmê bi rê ketin. Lê belê destûr nehat dayîn ku ev malzeme bi derbasbûna herêmê re radestî kesên xwedî pêvidî bên kirin. Wesayît ji bo ji deriyê sînor derbasê heremê bibin diseknîn. Di heman demê de li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bi taybet li herêma Efrînê Cindirêsê hilweşandinek mezin hat jiyîn. Em ji bo mexdûrên erdhejê yên li herêmên dagirkirî 30 tankerên mazotê û 5 Tir pêdiviyên zivistanê amade kirin. Lê ev Tir niha li deriyê sînor a Umculid a di navbera Minbic û Cerablûsê de tên rawestandin.
Diyaloga me ya bi rejîmê re berdewam dike. Her wiha em ji bo gihandina alîkariyan ji bo herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi rêya koalîsyona navneteweyî têkilî datînin. Me ji wan xwest ku çûyina alîkariyan bihêlin û cihê ku em van alîkariyan bihêlin nîşanî me bidin. Lê heta niha TIR’ên alîkariyê hê jî li ber deriyê sînor tên sekînandin. Nûnerên me ji bo her du aliyan jî hêj dîplomasiya xwe didomîne û em ê iji bo gihandina van alîkariyan israra xwe bidomînin. Ji bo me ya girîng ew e ku em karibin alîkariya mexdûrên erdhejê bikin."
'Dewleta Tirk tevî karesata hat jiyîn jî herêmên me bombebaran dike'
Emîne Osê bal kişand ku dewleta Tirk di rojên ewil ên erdhejê de jî hem Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir û hem jî bi çapemenita xwe manîpulasyon kir û axaftina xwe wiha dewam kir: “Nexweşiya Erdogan ya îktîdar heye. Bi vê nexweşiyê re rewşek karasetek mirovî ya wiha jî suîstimal dike. Di pêvajoyekî ku bi hezaran kes di bin xirabeyan de ne, zêdetirî deh hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û qîrina jin û zarokan bilind dibe de jî, ji bo îktidar û berjewendiyên xwe yên siyasî rewşa heyî suîstimal bike. Êrîşê herêma me dike û dibêje 'Em li dijî terorê welata xwe diparêzin'. Ev derew e û me ev ji bo hemû aliyan ragihand. Ji xwe li Tirkiyeyê tiştek bi navê ewlehiyê nema, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Niha karasetek mirovî û kaos tê jiyîn.
Erdogan û AKP’ê her tim zehmetî û karasetên gel, civak û derdor dijî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar anîne. Erdogan karaseta dawî ya erdhejê jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Dê vê rewşê hem ji bo êrîşkirina herêmên me bikarbîne, hem jî bi xwîna vî gelî xwe mexdûr nîşan bidin û ji bo dîplomasiya di qada navneteweyî de bikar bîne. Ev rewşekî tê pêşbînîkirin e.
Li Şêx Meqsûd û Şehbayê rewşa dawî
Emîne Osê bal kişand ser rewşa dawî ya li taxa Şêx Meqsûd û Şehba ku di erdhejê de ziyanên giyayî hatin jiyîn û wiha axivî: "Tevî ambargoya 5 mehan û tarîbata ku erdhej avakir jî, rejîma Sûriyê rê li ber alîkariyên Şêxmeqsûd digire. Ne tenê Şêxmaqsud alîkariya ji bo Helebê jî asteng dike. Îro li Şêx Meqsûd 30 avahiyên mezin ji ber erdhejê hat rewşa nayê bikaranîn. Ne pêkan e ku mirov di van avahiyan de bimîne. Pêdiviyên gelê me yên ku malên wan hatine hilweşandin an jî nikarin bên bikaranîn, di konên ku ji wan re vedan de ji aliyê rêveberiyên xwe ve pêk tînin. Dîsa zêdeyî 2 hezar welatiyên Şêx Meqsûd derbase kampên Şehbayê bûn Pêdiviya wan bi lezgînî bi çadir û pêdiviyên tenduristiyê heye. Duh şandeke me çû Şehba û Şêx Meqsûd. Em di vê pêvajoya dijwar de ji bo pêdiviyên gelê xwe bi cih bînin seferber in. Ev her du taxên Heleb û Şehba di bin dorpêçê de ne. Ji ber vê dorpêç û ambargoyê zehmetî qat bi qat zêde dibin. Lê em weke Rêveberiya Xweser bi israr in ku alîkariyên ku gelê me ji bo Şehba û Şêx Meqsûd kom kirine bi awayekî bigihînin. Em hewl didin hemû pêwîstiyan dabîn bikin û gihînin wan.”
'NY’ê bersiv neda bangawaziyên me'
Emîne Osê mijara piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Neteweyên Yekbûyî ya ‘Ji ber xirabûna rêyên ku diçin Tirkiyeyê, nikarin alîkariyên mirovî ji Sûriyeyê bişînin’, jî banga Rêveberiya Xweser a ji bo vekirina deriyê sînor ê Til Koçer nirxand, anî ziman ku ji wan re bersîvek nehatiye dayîn. Emîne Osê der barê mijarê de wiha got: “Em bi salan ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Til Koçer bang dikin. Em dibêjin, 'Wek Deriyê Sînor ê Bab El Hewa, deriyê sînor ê Til Koçer jî bê vekirin û alîkariyên mirovî bikevin hundir'. Alîkariyên ku NY’ê dişîne ji rejîmê re diçe, ew ji li gorî berjewendî û siyaseta xwe van alîkariyan digihîne hin herêman û nagihîne hin herêman. Di vê mijarê de em her tim bang li NY’ê dikin.
Piştî erdheja dawî me wek Rêveberiya Xweser nameyek ji NY’ê re şand û daxwaz kir ku hemû deriyên sînor bên vekirin û pirek bê çêkirin ku alîkariyên mirovî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihêjin hemû herêmên Sûriyê. Heta niha tu bersiveke fermî nedan. Helbet gelek welat û hêzên navneteweyî di nava vê mijarê de cih digirin. Difikirin ku ger derî vebe û alîkariyên mirovî derbas bibin, dê statuya rêveberiya xweser were naskirin. Ji ber vê sedemê gelek dewlet bi taybetî Tirkiye, rejîm û Rûsya naxwazin ev derî bê vekirin. Lê em di vê yekê de biisrar in. Ger NY’ê bi rastî jî dixwaze ev alîkarî bigihêjin herêm û gelên ku ji erdhejê zirar dîtine, ji bo vê deriyê herî guncaw Til Koçer e.”
Emîne Osê diyar kir ku bi karesata mirovî ya îro hat jiyîn re careke din rûyê rast ê dewletên şovenîst û li dijî gel çiqas bêberpirsiyarî nêzî hate dîtin û wiha axivî: “Wê demê erka hemû civakê ye ku bi kesên ji erdhejê rizgar bûne re û bi hemû kesan re hevgirtinê nîşan bide. yên din jî bi hemû îmkan û hêza xwe dikevin tevgerê. Em ji hikûmeta AKP-MHP’ê û hikûmeta Şamê hêvî nekin, ew jin û zarokan di bin xirbeyan de dihêlin. Civak tenê dikare li hev xwedî derkeve. Di vê xalê de hevgirtinek heye û pêwîst e ev hevgirtin bê mezin kirin.
Ya duyemîn ez bang li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikim. Divê hemû kes tevlî kampanyaya alîkariyê ya ku Rêveberiya Xweser daye destpêkirin bibe. Ger yek lîre jî alîkarî bê kirin ev hêja ye û bê guman rêveberiya xweser dê ve yêke bigihîne mexdûrên erdhejê. Herî dawî dixwazim vê yekê diyar bikim, îro karesatek mirovî tê jiyîn. Wek Rêveberiyeke Xweser em bi biryarin ku li Bakurê Kurdistanê, li herêmên me û li herêmên din ên Sûriyeyê di çarçoveya derfetên xwe de alîkariyê bidin gelê xwe yên Kurd, Ereb, Tirkmen û hwd yên ji erdhejê bandorbûnê re.”