Tevgera Yekitiya Jinan bertek nîşanî guhertina zagona Rewşa Kesane da

Tevgera Yekitiya Jinan bi daxuyaniyekê ragihand ku guhertina Zagona Rewşa Kesane li Iraqê metirsiyek mezin e û civakê ber bi paşverûtî û çarenûseke tarî û ne diyar ve dibe.

Navenda Nûçeyan- Hêzên Şiî yên li Parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo Zagona Rewşa Kesane ya jimara 188 ya sala 1959’an pêşkeş kirin ku têde mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin ku ev jî zewaca zarokên 9 salî rewa dike. Her ku diçe bertek û helwestên li dijî guhertina di Zagona Rewşa Kesane de ku wê bandorek neyênî li aramiya civakê bike û mafên jin û zarokan binpê bike, zêde dibin.

Di çarçoveya bertekên li dijî hewldanên guhertina vê zagonê de, li navenda Partiya Kesk a Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê, Tevgera Yekitiya Jinan daxuyaniyek ya çapemeniyê dan.

Daxuyanî ji aliyê Endama Serokatiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Şeyda Merûf ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev guhertin wê tevahiya civakê ber bi tunelek tarî û nediyar ve bibe. Ev komployek xeternak a li dijî mafên jin û zarokan e. Pirsgirêkên civakî her ku diçe zêde dibin û valahiyên qanûnî jî derdikevin holê. Ji bo ku rewşa civakê ji nû ve birêxistin bikin û pirsgirêkan çareser bikin, divê bername û qanûnên guncaw ku bikarin mafên ferdên civakê biparêzin, amade bikin. Lê tiştê ku em di vê guherîna nû de dibînin ne pêşketine, heta vegerek li dîrokek dûrî ji yasayên derbasdar e.

Ev yek metirsiyek cidî ye li ser civakê û binpêkirina eşkere ya mafên takekesî, sînordarkirina azadiyê, serdestiya çînayetî û nijadperestî, bi taybetî mafên jin û zarokan. Çavkaniya tundiya heyî ya di nava civakê de zihniyeta mêrsalare ku hertim di amadekirin û nivîsandina qanûnên ku civak hîna ji ber dinalin, xwe dide der.

Li şûna ku hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin û valahiyên zagonî û hevsengiya di navbera ferdên civakê de bi awayekî ku bi pêşketin û guhertinan re hevaheng be, maf û azadiyên kesan bê parastin, tijî bikin, berevajiyê wê tên pêşnûmeyek zagonê ku mafên jinan, mafê parastin, mîras, zewac, telaq û xwedîkirin û bi taybetî zewaca zarokan bi awayekî eşkere binpê dike, pêşkêş dikin.

Ger ev guhertin di zagonê de were pêkanîn, wê hemû destkeftiyên rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan û têkoşerên azadiyê ji holê rakin û malbat ber bi tunelek tarî û nediyar ve rû bi rû bimînin.

Ji ber vê yekê em bang li hemû kesên ku li ser dabînkirina civakeke aram û dadperwerin, bi yekdeng û yek helwestê li beramberî biryar û hewlên wiha gemar ku armanca wan civakê ber bi paşverûtî û kaosê ve bibine, rawestin.”