Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku hesab ji tirkiyê were xwestin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li hemberî êrîşen li ser Şengalê yên ji aliye dewleta tirk û hevkarên wê PDK’ê ve pêk tên daxuyaniyek da.

Şengal-Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li cihê ku di 7’ê Kanunê de Hevserokê Desteya Rêveber Merwan Bedel lê hat hedefgirtin daxuyanî da û ji wir heya Meclisa Gel a Xanesorê ku di 11’ê mehê de bû hedefa êrîşên balafirên bê mirov ên dewleta tirk meşiyan. Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico daxuyanî xwend.
Daxuyani wiha despê kir: “Em di serî de di şexsê pêşengê xwe Merwan Bedel de tevahî şehîdên Êzidxanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Êrîşên li ser Şengalê, berdewamiya jenosîda 3’yê Tabaxa 2014’an a bi armanca qirkirina civaka Êzidî û tunekirina îradeya gelê Êzidî pêk hatiye ye. Dewleta tirk a dagirker bi piştgiriya NATO’yê û hevkariya PDK, Iraq û îxanetkaran fermana kirinên xwe berdewam dike û bi hemû hovîtiya xwe êrîşî civaka Êzidî û destkeftiyên gelê Şengalê dike. Her wiha dewletên ku çekan difroşin dewleta tirk hevkarê van êrîşan in. Ji dîrokê heya roja îro dewleta tirk a dagirker ku neviyê Osamaniyan e dijminê bawerî, netew û vê xakê ye û heya niha jî dijminatiya xwe berdewam dike. Lê em vê yekê vekirî û zelal bêjin ku Iraq û dewletên navneteweyî ji van êrîşên li ser civaka Êzidî berpirsiyar in. Ger ku  hêzên koalîsyonê,  ıraqa û dewletên navneteweyî destûr nedana dewleta tirk, wê nikaribûya van êrîşan bi vê şêwazî pêk bîne. Ji ber ku qada esmanî ya Iraqê di bin serweriye koalîsyonê de ye û hevpeyman li ser esmanê Iraqê heye. Dewleta tirk bê erêkirina koalîsyonê nikara êrîş bike."  
Daxuyani wiha bi dawi bû: "Em weke gelê Êzidî bi taybet jinên Êzidî ji bo xayînên ku bi çend qiruş pere xwe difroşin û îstîxbarat didin mîta tirk, bila baş zanibin em ê wan tesbît bikin û tu carî efû nekin. Şengal warê pêşeng û qehremanan e, cihê xayînan li ser vê xaka pîroz nîn e û wan jiyana li nava civaka Êzidî heq nekiriye. Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê bang li jin, ciwan û gelê Êzidî, gelê Kurd û mirovahiya xwedî wijdan dikin ku em bi hev re rê li ber qirkirina civaka Êzidî bigrin, tekoşîna xwe bilind bikin û li keda pêşeng û şehîdên xwe xwedî derkevin.”  
“Merwan Bedel rihekî bihuştî bû”
Piştî daxuyaniyê  li ser navê malbata Ş.Merwan Bedel keçmama wî Hilwa Xelef axivî û bang li hikûmeta Iraqê û PDK’ê kir û got: “Merwan Bedel xwedî ruhekî buhiştî bû. Wî hemû hêza xwe ji bo têkoşîna azadiya Êzidxanê dida. Jixwe em dizanin tirk dijminên koka Êzidiyan in, em ji bo dewleta tirk a dagirker tiştekî nabejin. Lê belê ên ku ji bo dijmin li ser axa xwe li hemberî gelê xwe sîxurtî dikin em bang li van kesan dikin û dibêjin hûn Êzidî bin jî hûn birevin ku derê jî em ê bibînin û tola pêşengên civaka xwe hilînin.”
Piştê axaftina malbata Ş.Merwan Bedel jinên Şengalê wêneyên Ş.Merwan Bedel rakirin û bi dirûşma ‘şehîd namirin’ li cihê bûyerê gul danîn û mûm pexistin.
Piştî daxuyaniyê gel ji cihê bûyerê heta ba Navenda Meclisa Xweser a Xanesorê meşiya û dirûşma şehîd Mewan namire belav bûn.
“Divê dewleta Iraqê rast hereket bike”
 Zînê Ehmed ji li ser sedemên êrîşan axivî u wiha got; “Ev ax axa qahremanan e, li ser vê axê tu car pêşeng xilas nabin. Dijmin çi bike jî her dem dê pêşeng ji nav gel derbikevin. Em ji dewleta Iraqê re dibêjin divê rast hereket bike, ev êrîş ji ber kêmasiyên wê çedibin.”
Zînê  wîha dawî li axaftina xwe anî; “Em bi van çalakiyan dixwazin hêz û îradeya gelê Êzidî nîşanî dijminan bidin. Dijmin çi bike jî em ê her li ser şopa şehîden xwe bin.”