Tevgera Şemiyê ya Binefşî: Talîban li hemberî jinan sûc dike

Tevgera Şemiyê ya Binefşî diyar kir ku jin li Afganistanê rastî her cure tundiyê tên û bang li jinan kir ku li her cih û qadê têbikoşin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Şemiyê ya Binefşî ku ji aliyê jinên Afganî ve hatiye avakirin, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî peyamek li ser medyaya dijîtal weşand.

Daxuyaniya ku tê gotin Talîbanê li dijî jinan sûcê mirovahiyê kiriye wiha ye:

“Talîban, komeke tundrew e ku di Tebaxa 2021’ê de Afganistanê xist bin kontrola xwe. Her kes dizane ku Talîban zextê li jinan dike û wan ji mafên bingehîn ên mirovî bêpar dihêle. Di bin desthilatdariya wan de jin gelek caran rastî tundiya fizîkî, zayendî û derûnî tên. Mafên wan ên perwerde, tenduristî û kar tên astengkirin. Her wiha bi darê zorê tên zewicandin, bi navê 'namûsê' tên kuştin û gelek awayên tundiyê li wan tê kirin.

‘Tundî ji nedîtî ve tê’

Neteweyên Yekbûyî roja 25’ê Mijdarê weke roja têkoşîna li dijî tundiya ser jinan a navneteweyî îlan kir. Îro jin li seranserê cîhanê armanc dikin ku ji bo tundiya her roj dibînin de şiyarî çêbibe. Lê belê welatek weke Efganistanê ku Talîban desthilatdar e, tundî ji nedîtî ve tê dîtin û bênavber berdewam dike. 

‘Ji bo rawestandina tundiyê tu tişt nayê kirin’

Di du salên ku Talîban deshilatdariyê xist destên xwe de heta niha, rapor nîşan didin ku tundiya li ser jinan zêde bûye. Jin rastî tecawizê tên û tên kuştin. Civaka navneteweyî nêzîkatiyên Talîbanê li hemberî jinan şermezar kir lê belê heta niha ji bo rawestandina tundiyê gelek kêm tişt kirin. Rewşa li Efganistanê, girîngiya roja têkoşîna li dijî tudiya li ser jinan a navneteweyî derxist holê. Roja li dijî tundî û zextê, li her cihê têkoşîna ji bo mafê jinan e. Roja bîranîna jinên ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane û ji bo cîhana ku rêzdarî ji bo jinan hebe û bi rûmet nêzî wan bibin, roja xebatê ye.”