Li Tûnisê paşketina di warê azadî aborî û mafên jinan de zêdetir dibe

Ji sala 2021’ê vir ve li Tûnisê zextên li ser çapemeniyê, qeyrana aborî û bêkarî zêde dibin. Di heman demê de mafên jinan û azadiya di hemû warên bingehîn de bi xeterek mezin re rûbirû ne.

Tûnis – Duh, paytexta Tûnisê ligel pîrozbahiyên Roja Komarê, bû şahida xwepêşandanek berfireh û meşek mezin ku ji aliyê tevgera “Nefes” û hêzên opozîsyonê ve, bi beşdariyeke berfireh ji rêxistinên ciwanan û civaka sivîl ên welêt ve hat organîzekirin.

Xwepêşandan, ne tenê bi qada siyasî ve sînordar bûn; heta jiyana rojane ya welatiyên Tûnisê yên westiyayî jî belav bûn. Xwepêşanderan bi tundî qutbûna dubare ya av û elektrîkê, lêçûna bilind a jiyanê û şert û mercên xerab ên ku Tûnisî rojane pê re rûbirû dimînin şermezar kirin. Dirûşmên ku hatin gotin hestek bêhêvîtî û hêrsê nîşan dan, xwepêşanderan rastiya Tûnisê ya heyî bi gotinên dijwar nîşan dan, diyar kirin ku welat wekî "gor" an "zindanek vekirî" pênase kirin.

Ji "dergûşa şoreşê" heta îstasyona bêhêvîtiyê

Em nikarin tabloya tevgera protestoyê ya heyî bi awayekî cuda ji mîrateya dîrokî ya Tûnisê ya nûjen bixwînin û fêm bikin. Ji bo cîhana Ereb, welat ji cihekî erdnîgarî bêhtir bû; di sala 2011’an de, bû çirayek ku riya guhertinê ronî dikir û bi milyonan kesan îlham jê digirt, dersek kûr ku azadî û guhertina aştiyane dema ku gel bibin yek û rêxistinkirî bibin pêşkêş dikir.

Di salên piştî şoreşê de, Tûnis gavên girîng di veguherîna xwe ya demokratîk de avêtin û welatiyên wê ji azadiya xwe ya îfade û çapemeniyê ya girîng kêfxweş bûn, welat ber bi pozîsyonek pêşeng a herêmî ve bir. Ev yek bi dayîna Xelata Aştiyê ya Nobelê bi Diyaloga Neteweyî re gihîşt lûtkeyê. Lê belê ev hêvî bi hilbijartinên 2019’an re hat şikandin, dema ku beşek mezin ji ciwanan baweriya xwe bi profesorê qanûna destûrî Qeys Seîd anîn, bawer kirin ku ew ê garantorê destûra welat be. Lê ev hêvî hêdî hêdî veguherî bêhêvîtiyeke kûr ji ber ku welat ji dema serxwebûnê ve ket serdema xwe ya herî dijwar.

Hilweşîna xizmetan û şahidiyên trajîk

Ev kêmbûn ne tenê bi qada siyasî ve sînordar bû; ew li dilê jiyana rojane ya welatiyan xist, krîzên wekî qutbûna av û elektrîkê û bilindbûna lêçûnên jiyanê bi xwe re ava kir. Rewşa mirovî gihîştiye astên karesatê, wekî ku di raporên pisporan de hatiye belgekirin. Rêxistina Doktorên Ciwan destnîşan kir ku di navbera 150 û 200 kesan de li nexweşxane û klînîkên giştî mirine, ji bilî mirina bêdeng li malê ji ber qutbûna elektrîkê, têkçûna alavên girîng û hilweşîna tevahî ya pergala tenduristiyê.

Çalakvana jin û mafên mirovan Necat Ererî piştrast kir ku salvegera 69’an a Roja Komarê û hebûna wan di meşê de hevdem bû, destnîşan kir ku Tûnis karesatek li dû karesatê dijî û  got: “Ne tenê li ser hilbijartin an sindoqeke dengdanê ye, li ser pergaleke nirxan e ku pêdiviya wan a sereke parastina rûmeta welatiyan, parastina maf û azadiyên wan, misogerkirina jiyana baş û bidestxistina wekhevî, edaleta civakî û mafên aborî û civakî ve ye. Ev nirx tavahî li Tûnisê tune ne. Welatî niha di tarîtî, tîbûn, feqîrî, bêhêzî û bêpariyê de li herêmên curbecur dijîn. Îro behsa rêjeyên bilind ên bêkarî û feqîriyê û mirina welatiyan li nexweşxaneyan ji ber nebûna dermanan û şewitandin û xirabûna xizmetên giştî tê kirin.”

Êşa gelên Tûnisî gelek mezin û kûr e

Welatiya Tûnisî Ezîze nerazîbûna xwe li hemberî rewşa jiyanê ya xirab anî ziman û rola rayedaran di ber çavan re derbaskirina lêçûnên jiyanê yên zêde de ku gelek kesan neçar kiriye ku zarokên xwe ji dibistanê vekişînin, pirsî. Bi van hestên xemgîn behsa rewşa jineke 71 salî kir ku kes tune ye bi wê re biçe nexweşxaneyê yan jî dermanek tenê bide wê.

Ezîze Tekez kir ku: “Birçîbûn, westandin û tîbûn bûne rastiyên rojane yên dijwar û pirsî ka kesek ku mûçeyên kêm distîne çawa dikare bijî yan jî hewcedariyên xwe yên bingehîn pêk bîne. Ji ber ku gelek kes bê pêlav û birçî bûne, carna serî li lêgerîna li depoyên çopê yan berhevkirina şûşe û torbeyên plastîk didin, di heman demê de nexweş nikarin derman ji bo nexweşiyên xwe yên kronîk li nexweşxaneyan bibînin.”

Bal kişand ser çîneke herî girîng û dînamîk di nava civakê de û wiha got: “Ciwan ku tê texmînkirin hêza neteweyê ne, ji bêkarî, xizanî û bêmalîtiyê êş û azarê dikşînin. Asta neheqiya ku welatiyên asayî dikşînin wisa ye ku êdî nikarin debara xwe ya rojane yan dermanan jî bidin.”

Nebûna pêdiviyên herî hêsan û sereke yên jiyanê

Li aliyekî din, Zeyneb Marayîhî (hevsera girtiyekî siyasî ye) êş û azarên xwe yên rojane bi bîr tîne û tekez kir ku ew welatiyekî Tûnisî yê pileya yekem e û weke hemû welatiyên Tûnisê dijî û da zanîn ku hevjînê wê girtiyê siyasî ye, niha di girtîgehên Tûnisê de ye û got: “Ez îro bi hemwelatiyên din re derketime kolanan da ku rewşa giran a ku xelk tê de ye derxin holê. Gelê Tûnisê nema dikare di rewşa heyî de bijî ji ber kêmbûna pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê, wek av û kehrebeyê. Şert û mercên hundirê girtîgehên Tûnisê gelek xirab û trajîk in. Girtî ji ber kêmbûna avê, nebûna lênerîna têr û bilindbûna germahiyê, ji xeniqîna giran, nebûna hewayê û germa zêde, ji bilî wê yekê ku pir caran ava vexwarinê tê qutkirin, wan neçar dike ku ji derveyî dîwarên girtîgehê ava vexwarinê bînin.”

Rêjeyên xeternak

Li Tûnisê ji 25’ê Tîrmeha 2021’ê vir ve, her diçe azadî kêmtir dibe. Welat di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya 2025’an de di nava 180 welatan de di rêza 129’an de cih girt, 167 êrîşên li ser rojnamevanan hatine tomarkirin. Herî kêm çar rojnamevan hê jî di bin çavdêriyê de ne û Desteya Gihîştina Agahiyê di Tebaxa 2024’an de hat girtin, bû sedem ku karê rojnamevaniyê bêhtir sînordar bibe.

Welatî ji ber zêdebûna bihayan êşê dikşînin tevî ku enflasyon di Îlona 2025’an de daketiye ji sedî 5. Budceya 2026’an ji bo zêdetirî ji sedî 75’ê dahata xwe bi bacan ve girêdayî ye, bi armanca mezinbûna qels a ji sedî 3.3.

Rêjeyên bêkariyê bilind dimînin, bi tevahî ji sedî 16 û di nav mezûnên zanîngehê de ji sedî 38 derbas bûne, di heman demê de hêza kirînê pir kêm bûye.

Der barê mafên jinan de, rêxistinên jinan piştî rakirina wekheviya zayendî ji destûra bingehîn a 2022’an û zêdebûna çewisandina çalakvan û parêzvanên mafên mirovan paşveçûnek ragihandine.