Têkoşîna jinên Kurd li zanîngeha Amerîkayê hat nîqaşkirin

Nûnera MSD’ê ya li Amerîkayê Sînem Mihemed, beşdarî konferansa Komîteya Navneteweyî ya Mafê Mirovan û Azadiyên Olî ya li Washingtonê hate lidarxistin bû û rola jinan di saziyên Rêveberiya Xweser û Meclisên jinan de vegot.

Navenda Nûçeyan – Li Zanîngeha George Mason ya li Washington a Amerîkayê konferansa Komîteya Navneteweyî ya Mafê Mirovan û Azadiyên Olî hat lidarxistin. Di konferansê de  “Sûcên hovane yên li dijî jinan pêk tên û rola jinan di nava civakên xwe de” hate nîqaşkirin. Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemed beşdarî konferansa 3’yemîn a salane ya Komîteya Navneteweyî ya Mafên Mirovan û Azadiyên Olî bû.

Rola jinan di saziyên Rêveberiya Xweser û Meclisên jinan de vegot

Li gorî malpera fermî ya MSD’ê Sînem Mihemed li ser navê nûnertiya MSD’ê ji aliyê rêxistina navneteweyî ve hate vexwendin. Sînem Mihemed, di konferansê de rola jinan di saziyên Rêveberiya Xweser û Meclisên jinan de vegot.

Sînem Mihemed, bal kişand ser beşdariya jinan di hemû qadên jiyana giştî û siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û ezmûna Hevserokatiyê û çawaniya beşdariya jinan di biryardayînê de. Sînem Mihemed, rola jinan di parastinê de bibîr xist û destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser roleke mezin da jinan û hêza wê ya rêveberiyê derxist pêş.

Di çarçoveya konfernasê de, nûnera MSD’ê Sînem Mihemed beşdarî rûniştinek nîqaşê ya li ser nerîna civakê ya ji jinên rastî destdirêjî û binpêkirinan tên bû. Di heman danîşê de rêbaza rêgirtina li ber sûcên bi navê “Şerefê” û bûyerên xwekuştina jinan hate şîrovekirin.

Balkişandin li ser rewşa jinan û azadiyên olî ya di herêmên şer û aloziyan de

Di rûniştinê de akademisyenên ji hejmarek wîlayetên Amerîkayê beşdar bûbûn, di heman demê de nûnerên ji Efganistan, Hindistan, Pakistan û Başûrê Efrîqayê jî beşdar bûbûn.

Di nîqaşan de giranî hate dayîn ji rewşa jinan û azadiyên olî ya di herêmên şer û aloziyan de û hate gotin ku “destdirêjî” wekî alavekî şer li dijî jinan tê bikaranîn.