Hunermenda Cezayîrî Dîdî Mebrouka koça dawî kir
Rayedarên Cezayîrê, cenazeyê hunermend Dîdî Mebrouka li mala wê ya li bajarê kevin ê Annabê dîtin. Hate diyarkirin ku cenazeyê wê pir zêde xirab bûye.

Cezayîr- Hunermenda Cezayîrî Dîdî Mebrouka, yek ji hunermendên ku bi rêya xebatên xwe yên belgefîlm rastiya civakî bi awayekî hêz û samîmî nîşan dida ye. Dîdî Mebrouka, bi rola xwe ya balkêş di fîlma "Di Dema Hîrak de Cemîle" de hatibû naskirin. Ev film, pirsgirêkên ku beşên civakê yên hatine vederkirin di dema serhildana gelêrî ya Cezayîrê de jiyan kiriye, radixist ber çavan.
Îro, cenazeyê Dîdî Mebrouka di mala wê ya li taxa kevin a Annaba ya bi qasî 600 kîlometreyan dûrî paytexta Cezayîrê de, di rewşeke pir zêde de xirab bûye de hat dîtin.
Hunermend, di belgefîlma kurt a bi navê "Di Dema Hîrak de Cemîle" de rola sereke lîstibû. Fîlm, jiyana rojane ya jineke pîr a bêmal a di kolanên kevin ên li Annabatê de dijî û bi nasnava “Cemîle” tê nasîn, vedigot. Ev jin, di dema tevgera gelêrî ya Cezayîrê de ku di 22ê Sibata 2019’an dest pê kir de, derfet dît ku hêrs, niheqî û zilma ku bi salan e dijî, bîne ziman.
Belgefîlma ku 7 deqe û 5 saniye didome, li kolanên kevin ên Annaba û di dilê tevgera gelêrî de hate kişandin. Fîlm, xelata xwe ya ewil di sala 2020’an de di Pêşbirka Belgefîlmên Kurte yên El Cezîrê de wergirt. Di sala 2021’an de li Rojên Fîlmên Kurte yên Annaba de xelata Baştirîn Fîlma Çêkirî wergirt û heman salê di Festîvala Fîlmên Kurte ya Îskenderiyeyê de hêjayî xelata taybet a mansiyonê hat dîtin.
Di sala 2022’yan de jî, fîlm du xelatan wergirt: li Festîvala Fîlmên Kurte ya Navneteweyî ya li DYE’ê Xelata Belgefîlma Baştirîn û di Festîvala Fîlmên Belgefîlm a Navneteweyî ya Sidî Ahmed Ben Aouda de jî xelatek wergirt.