Têkoşîna hevpar şert e
Meclisa Jinan a HDP’ê der barê zêdebûna şîdet û kuştinên jinan ên li Tirkiyeyê de bi nêzbûna 8’ê Adarê re li ser pirsgirêkên jinan lêkolînan dike. Bahar Karakaş Ulug diyar kir ku ev wekî jinên HDP'î berpirsyariyên xwe dizanin û beriya 8'ê Adarê banga têkoşîna hevpar li jinan kir.
Meclisa Jinan a HDP’ê der barê zêdebûna şîdet û kuştinên jinan ên li Tirkiyeyê de bi nêzbûna 8’ê Adarê re li ser pirsgirêkên jinan lêkolînan dike. Bahar Karakaş Ulug diyar kir ku ev wekî jinên HDP'î berpirsyariyên xwe dizanin û beriya 8'ê Adarê banga têkoşîna hevpar li jinan kir.
Amed- Rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê, bernameyên 8’ê Adarê eşkere kirin. Meclisa Jinan a HDP'ê plansaziyên xwe jî eşkere kir. Endama Meclisa Jinan a HDP'ê Bahar Karakaş Ulug diyar kir ku ew ê her roj bi bernameya xwe bi jinan re werin ba hev û diyar kir ku ew ê 8'ê Adarê bi rojevîkirina krîzên li welat pîroz bikin.
Bahar Karakaş Ulug diyar kir ku wan îro di nav bîrdoziya azadiya jinan de dest bi şahiyê kirine û ev pîrozbahî di demek kurt de ji hêla hemû jinên cîhanê ve wekî mînak hatiye dîtin.
Bahar Karakaş Ulug têkildarî girîngiya 8'ê Adarê ji bo tevgera jinên Kurd van tiştan anî ziman;
"Di destpêkê de, ev pîrozbahî hinekî li ser mafên kesane û nasnameya me bûn lê îro, dema ku li her devera cîhanê binpêkirina mafên jinan hebe, em dikarin li vir bertek nîşan bidin. Niha tevgerek jinan a sînorên Tirkiyeyê derbas kiriye û veguheriye tekoşînek navneteweyî li pêşiya me ye. Piştî ku li Tirkiyeyê me cara yekem şaredariyan girt dest bi vê yekê kir. Li ser vê mijarê xebatên navneteweyî yên jinan hatine organîzekirin. Li wir, lêkolînên jinan ne bi nasnameyek Kurd, wekî xebatek navneteweyî hat kirin. Piştî tevgerên femînîst ên li Tirkiyeyê jî ketin ferqê xalên hevparî çêbûn.
”
"Em ê krîzan bixin rojava xwe û 8’ê Adarê pîroz bikin"
Bihar Karakas Ulug, bal kişand ku li dijî hemû pirsgirêkên heyî yên li Tirkiyeyê mafê gotinê di her warî de heye.
"Weke Meclisa Jinan a HDP’ê, me daxuyaniyên giştî da ku em ê wekî her sal, îsal jî bi coşek mezin 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Mixabin, li Tirkiyeyê niha li her deverê rejîmek zordar heye. Bêhna me diçike. Ev bêhnçikandin carna ji hêla dewletê ve, carna ji destên zilam û carna jî ji ber zirara ekolojîk pêk tê. Em dizanin ku bi pêvajoya pandemiyê re, kuştin û şîdeta li dijî jinan li her qadê zêde bûye. Em dibînin çawa jin di malan de tên qetilkirin. Di 8’ê Adarê de em ê li ser vê krîza pir mezin biaxivin û ji bo çareseriyan li seranserê Tirkiyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê li dar bixin. Em bi mehan li ser vê yekê xebitîn û dê ev xebat piştî 8’ê Adarê jî bidomin."
"Em di ferqa berpirsyariyên xwe de ne"
Bahar Karakaş Ulug deştnîşan dike ku wekî HDP’ê ew pirsgirêkên ku jinên li Tirkiyeyê li her deverê dijîn wekî pirsgirêkên xwe dibînin û di vê astê de karê xwe dimeşînin.
"Pirsgirêkên li herêmê yan jî li Behra Reş di her warî de berpirsyariya me ne. Em niha li Tirkiyeyê partiya muxalefetê ne. Hem dewlet, hem jî hikûmet ji vê yekê agahdar in. Wekî HDP, haya me ji barê me heye. Em di çarçoveya vê hişmendiyê de lêkolînan dikin."
"Em wekî jin pêwistê jin werin ba hev"
Bahar Karakaş Ulug bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin û diyar kir ku li welat her roj jin bi destên mêr, dewlet û darazê tên qetilkirin û rastî tundiyê tên.
"Niha dadweriya li welat di her warî de li aliyê mêran e. Di navbera mêr û dewletê de hevkariyek heye. Li hemberî vê divê em jin peymanek eşkere çêbikin. Pêdivî heye ku em di çarçoveya têkoşînek hevpar de werin ba hev. Divê têkoşîna jinan di vê xetê de were meşandin. Divê em nasnameyan derbas bikin û li gorî wê hişê xwe nû bikin. Wekî Meclisa Jinan a HDP’ê, em vê yekê dikin. Ew kî bin bila bibin, em di heman çarçoveyê de nêzî pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû ne dibin. Bi vê hevkariyê, em ê wekî her sal îsal biçin qadên 8’ê Adarê û vê rojê pîroz bikin."