Têkoşerên Jin, Jiyan, Azadî: Zehra, Hebûn û yadê Emîne

Zehra Berkel, Hebûn Kobanê û Emîne Aqide yên di komkujiya Hêlincê ya li Kobanê de di 23'ê Hezîrana 2020'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bûn pêşengên xeta azadiya jinê û şoreşa Jin, Jiyan, Azadî.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Jinên ku bi pêşengiya şoreşa jinê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ya 19’ê Tirmeha 2012’an de rabûn, di hemû qadên jiyanê de rola xwe ya pêşengiyê lîstin û bûn xwedî destkeftiyên mezin a bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda. Jinên şoreşê ya bi şoreşa jinê re xwe ava kirin, pergala netewa demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi jiyanî kirin û di têkoşîna azadiya jinê de mohra xwe li sedsala 21’emîn dan. Jinan çawa ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê û ji bo binxistina wî bûn xwedî têkoşînek giranbûha, ji bo parastina pergala xwe ya netewa demokratîk a li hemberî pergala netew-dewletê ku xwe dispêre mêr-dewletê têkoşiyan û têdikoşin.

Dewleta Tirk a nûnertiya pergala netew-dewletê dike, mîna kînekî li hemberî li heremên têkçûna DAIŞ’ê, êrişî pergal, destkeftî û xeta azadiya jinê ango şoreşa jinê dike.

Komkujiya Hêlincê ya Kobanê

Di 23'ê Hezîrana 2020'an de, dewleta tirk sûcekî nû li hember pêşengên şoreşa jinan pêk anî. Di wê rojê de balafirên bê mirov (SIHA) yên dewleta tirk mala malbateke welatparêz a li gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê bombebaran kir. Di encama êrîşa bi zanebûn de, endama koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, ji rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê dayîka Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.

Bi vê êrîşê re, êdî dewleta tirk dest bi rêbazên hedefgirtina pêşeng û welatparêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ku heta niha bi dehan jin bi vî şêwazî jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî balefirên bê mirov yên dewleta tirk di 20'ê Hezîranê de li ser riya di navbera kantona Qamişlo û Tirbêspiyê de wesayeta hevseroka meclîsa kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cîgira wê Lîman Şiwêş kir armanc ku di encamê  de herdûyan jiyana xwe ji dest dan.

Jina pêşeng û çalak: Zehra Berkel

Di komkujiya ku sê salan li pey xwe dihêle de jinên herî dînamîk di nava rêxistina jinan Kongreya Star hatin hedef girtin. Endama Koordînasyona Kongra Star ya herêma Firatê Zehra Berkel salên dirêj di nava qada têkoşînê de cih girt, di vê komkuijiyê de hat qetilkirin. Zehra di 1987'an de li gundê Berxbotanê yê li Başûrê Kobanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Kobanê kir û herî dawî li zanîngeha Helebê beşa hiqûq du salan xwend. Zehra Berkel di nava malbat, dost û hevalên xwe de bi taybetmendiyên xwe yên civakî, dilnizmî, perbirsyar, dispilîn, komînal û hevaltiyê hat naskirin.

Zehra Berkel ku weke jineke çalak dihat naskirin, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bi biryar û daxwezeke mezin beşdarî nava xebatê dibe. Di 2012'an de xebatên Mala jin destpê dike, 2013'an di Heyva Sor a Kurd, di 2014'an de di dema şerê Kobanê yê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ li Bakurê Kurdistanê xebatên rêxistinkirina jinan dewam kir. Di 2015-2016'an dîwana Meclîsa Edaletê, 2017'an hevseroktiya Şaredariya Kobanê, 2018 heta kêliya ku jiyana xwe ji dest dan xebatên Koordînasyona Kongra Star kir. Zehra Berkel di tevger û xebatên xwe de heta dawiyê ji bo azadiya jin û civakê dilsoz bû. Di her nirxandin û axaftineke xwe de behsa êrîşên li ser jin dikir û çawa têkoşînê jî dianî ziman.

Fermandara felsefeya jin, jiyan, azadî: Hebûn Kobanê

Têkoşer Hebûn Kobanê bi navê rast Bediya Mele Xelîl 21 salên jiyana xwe ji bo şoreşa azadiya Kurdistanê feda kir. Hebûn Mele Xelîl di 1981'an de li gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê ji dayîk bû. Hebûn li ser bingehê naskirina rastiya gelê Kurd û Kurdistanê û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin dibe, ji lewra piştî Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibata 1999'an, berê xwe dide têkoşîna azadiya jin û gelên Kurdistanê. Hebûn Kobanê ku xwe ji tevahî aliyên jiyanê ve pêş dixe, weke jineke şoreşger, pêşeng û fermandar kedeke mezin di nava şoreşa 19'ê Tîrmehê û bi taybet jî di nava berxwedana Kobanê de dide. Têkoşîneke bê navber di qadên rêxistinî, civakî û perwerdehî nîşan dide, her wiha ji ber ku ew nexweşa penceşêrê bû, li hember jiyanê de têdikoşe û bi hêviyên misogerkirina azadiyê dijî.

Dayika şoreşê û bi hezaran şervanan: Emîne Weysî

Di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, bi hezaran dayîkên welatparêz ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, derketin holê. Yek ji mînakên herî şênber jî Emîne Weysî ye. Yadê Emîne Weysî ku dayîka 2 keç û 4 lawan bû, bi eslê xwe ji gundê Helincê ye û di dema ku jiyana xwe ji dest da 56 salî bû. Jineke ku bi welatparêzî, zanebûn, mêvanpewer û dilnizmiya xwe navdar bû. Ji salên 90'î de mala xwe ji bo tevahî xebatên têkoşîna azadiya jin û Kurdistanê re vekirî bû. Emîne Weysî zarokên xwe jî bi heman hişmendiyê mezin û perwerde dike. Yadê Emîne ku tovên hezkirina welat di dilê zarokên xwe de çand, ji bo wan bûye pêşenga têkoşînê û ji gelek şervanan re bûye dayîk.

Hûrguliyên komkujiya 23'ê Hezîrana 2020'an

Cîgira Encûmena Cîbicîkar ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl, di dema komkujiykê de li gel Zehra Berkel xebatên kordînesyona Kongra Star dikir. Her wiha keça Emîne Weysî ye ku komkujî di mala wê de pêk hat. Mizgîn Xelîl hurguliyên komkujiyê û helwesta xwe ji ajansa me re parve kir:

 “Bûyera ku di 23'ê Hezîrana 2020'an de hatin jiyankirin, di mala min de bû û min şahîdiya wê jî kir. Wê demê min û Zehra bi hev re xebatên Koordînasyona Kongra Star dikir, ji ber vê bi rengekî xwezayî hevaltiyek di navbera me de pêşket ku em diçûn malên hev jî.  Ji ber vê ez dikarim bêjim me 24 seatên xwe bi hev re derbas dikirin. Roja ku bûyer qewimî min û Zehra hev nedîtibû, ji ber ku wê rojê dersa min li akademiya şehîd Şîlan hebû û  Zehra li gel şehîd Hebûn ji bo amedekariyên konfransê civîn ji bo jinên li gund û navçeyan birêxistin dikir. Ez di navbera seat 5-6 êvarê gihştim mala xwe ya li gundê Helincê, di wê navberê de Zehra bi riya telefonê li min geriya û agahî da min ku dê were mala me.

Dema ez gihşîtim mal min dît ku dayîka min di nav baxçe de dixibite û gelek westiyayî bû, ji ber vê min jêre got ku ew li gel mêvanên rûne û ezê jî xwarinê ji bo wan çêkim. Ji xwe Zehra jî bibû keça malê, ji ber vê têkiliyeke xûrt bi malbata min re jî ava kirbû. Dema Zehra û Hebûn gihîştin mala me û min ew pêşwazîkirin, ew li gel dayîka min di hewşê de rûniştin û axivîn, min jî xwarin amede dikir. Piştî demeke kurt, min dengekî bihêz guhdar kir û yekser çirûskên agir ketin hundir. Min di wê kêliyê de şoq derbas kir û yekser beziyam ji derve ku ez nirêim ka çi rû da. Ez çawa gihîştim ber derî, min termê dayîk û herdû hevalên xwe Zehra û Hebûn dîtin. Min di wê saniyê de dizanibû ku ew şehîd ketin, pişt re min yekser  gazî hawîrdor kir da ku em termê hersê şehîdan bibin morgê.”

‘Pêşengên şoreşa jin û civakê bûn’

Mizgîn Xelîl bi van gotinan behsa kesayeta dayîka xwe dike: "Şêwazê ku bûyer pê çêbûyî, komkûjî bû. Her wisa cara yekemîn bû ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê astê de êrîşeke bi wî rengî pêk tîne. Bûyereke nû bû di nava dîroka rêxistina Kongra Star de ku hat jiyankirin. Kesaytên hatin hedef girtin, pêşengên şoreşa jin û civakê bûn. Her wisa dayîka min ku xwediya malê bû, bi rengekî fermî xebatên rêxistinî nekiriye, lê weke dayîkeke cebhewî di her derfetê de rola xwe dilîst. Her wisa bi mêvanperweriya xwe dihat naskirin, ji ber vê her tim pêşwaziya her kesê ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide, kiriye."

'Keda wan bi gerdûnbûna felsefeya Jin, jiyan, Azadî re bi encam bû'

Mizgîn Xelîl peyama xwe di salvegera Komkujiya Helincê de wiha anî ziman: "Dewleta tirk xwest bi vê êrîşê re di kesayeta dayîka min de peyamekê bide dayîkên welatparêz, her wiha di kesayeta şehîd Zehra û Hebûn de, nameyekê bide jinên pêşeng ku jinan û civakê li ser bingehê azadî û demokrasiyê birêxistin dikin û perespektîfan didin, bide. Bi wateyeke din, dewleta tirk xwest bi riya vê bûyerê re, rêxistina jin ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tine bike. Di 3'emîn salvegera komkujiya Helincê de, helwesta me weke malbat û bi taybet jî keça yadê Emîne zelal e.

‘Tû êriş nikare me ji dozê qût bike’

Em şahid in ku biryara jinan ya vala derxistina polîtîkayên Erdogan biser ket. Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ku a niha gerdûnî bûye, di encama têkoşîn û keda têkoşerên weke Zehra, Hebûn û dayîka min pêk hat. Em weke malbat jî ku ji aliyê dayîka xwe ve hatin perwerdekirin û mezinkirin, heta dawiyê jî bi xeta azadiyê ve girêdayî ne û wê tu êrîş jî me ji vê dozê qût neke. Emê bi vî şêwazî xwedî li keda hevalên xwe derkevin, pilanên dewleta tirk vala derxin û şoreşa azadiya jin misoger bikin."

'Dewlet tirk polîtîkayên taybet li hemberî jinan dimeşîne'

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hedle Hesen, hedefgirtina jinên pêşeng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha nirxand: "Meha Hezîranê ji bo me gelê Kurd xwedî wateyeke cuda ye, bi taybet jî weke jin ku di vê mehê de gelek komkujî û şehadet hatine jiyankirin. Ji şehîd Sema Yuce, Zîlan û heta bûyera ku di 20'ê Hezîranê de li Qamişlo pêk hat. Dewleta tirk piraniya dîroka hedefgirtina jin, bi zanebûn hildibêje. Di demeke ku em amdekariyên bîranîna komkujiya Helincê dikin, komkujiyeke din li herêma Cizîrê pêk tê. Ev êrîş polîtîkeyên AKP/MHP'ê yên li hember jinên pêşeng û bi bandor nîşan dide. Di nava vê şoreşê de hêza herî bi bandor ya jinan e, bi taybet ev jinên tên hedef girtin em dibînin ku kesayetên bi salan xebat dane meşandin, ked dane û rola xwe di rêxistinkirina jinan de lîstin. Şoreşa me bi riya wan jinan mezin bû û pirojeya Netewa Demokratîk jî bi heman rêbazî bi pêş ket."

'Biryara me teqez e: Em ê şoreşa xwe misoger bikin'

Hedle Hesen destnîşan kir ku ewê xwedî li keda hevriyên xwe derkevin û şoreşa jin biserxînin û got: "Bêguman dewleta tirk dixweza bi van rêbazan çavên jinan bitirsîne û xwestekên beşdarbûna nava şoreşê lewaz bike. Lê ez bawer dikim ku dewleta tirk helwesta jinan ya li dijî komkujiyan di heman rojê de giritn. Roja piştî komkujiya Helincê bi sedan jin rabûn ser piyan û bertekek tund li dijî hedef girtina pêşengan anîn ziman û di heman demê de biryara xwe ya serkeftinê û şopandina riya şehîd Zehra, Hebûn û yadê Emîne teqez kirin. Em bi windakirina her heval ango pêşengeke xwe re bihêztir dibin, ev jî bi rengekî xwezayî pilanên dewleta tirk vala dike. Em di salvegera komkujiya Helincê de careke din sozê xwe yê li hember şehîdên me yên jin û Rêber Apo nû dikin ku emê şoreşa jin biser bixin û azadiya jin û civakê misoger bikin."