Tecrube û daneheva zindî: Hafizaya Femînîst

Ferhenga dîjîtal feministbellek.org ku nîqaşên bingehîn ên femînîzmê û têgehên wê tîne ba hev dest bi weşanê kir. Armanc ji vê projeyê ew e ku zayenda civakî û di qadên hafizayê de hilberîneriya agahiyê û pêşketinên di pedagojiya femînîst de werin ragihandin. Di nava komê de femînîst, akitvîstên LGBTÎ+ akademîsyen, rojnameger, parêzer û ji pîşeyên cuda jin hene. Ji koma Hafizaya Femînîst Yasemî Ozgün û Hulya Kendîr armancên xwe bi gotinên “Me xwest em hafizayek ku li Tirkiyeyê bi Kampanyayên wekî ‘Meşa li dijî lêdanê’ û ‘Derziya Mor’ tecrubeyên baş ên girîng ên di roja me de têgeh û mijarên nû yan jî yên ku ji nû ve nîqaş li ser wan hat kirin di nava xwe de bihewînin ava bikin.”

 
ZEYNEP AKGUL 
Enqere- Projeya Hafizaya Femînîst ku têgehên di lîteratora femînîst de derketine pêş derdixe holê û hafizaya têkoşîna femînîst nîşan dide, bi sîteya feministbellek.org dest bi rêwîtiya xwe kir. Em bi rêveberên Projeya Hafizaya Femînîst Yasemîn Ozgun û Hulya Kendîr re li ser armanca projeyê, pêvajoya nirxandina metnan û di têkoşîna femînîst de girîngiya bikaranîna rast a têgahan axivîn 
 • Projeya Hafizaya Femînîst çawa çêbû? Di projeyê de kî hene? Hûn dikarin ji me re hinek behsa vê pêvajoyê bikin?
Beşek ji jinên di koma Hafizaya Femînîst de ji tecrubeya Kolektîf Femînîst Sosyalîst hev nas dikin. Fikra Hafizata Femînîst destpêkê sala 2018’an di dema hilbijartinên serokomariyê de ji aliyê komeke femînîst a bi navê em JisedîZêdetir in ve hat nîqaşkirin. Dûre bi dest bê xebatên bênavber kir û ev sîteya web jî di vê pêvajoyê çêbû.   
• Bi projeyê hedef çi bû?
Me xwest em hem bi têgehên “patriyarka” “ya taybet polîtîk e” û mijarên wekî “nava malê” ku bi salan bû femînîstan li ser nîqaş dikirin û kampanyayên “Meşa li dijî lêdanê” “Kampanyaya derziya mor” ku di dîroka femînîzmê de tecrubeyên girîng bûn, hem jî bi têgeh û mijarên ku di roja me de careke din tên nîqaşkirin hafizayek çêkin. Dema ku em hafizaya xwe ya femînîst ji paşerojê heta îro wekî toreke mezin bifikirin, ev sernav, dikarin wekî girêkên ku hêzê didin vê torê werin dîtin. Têgeha di hafizaya femînîst de, teorî û polîtîkaya heyî di rastiyê de ji têgehên ku li Tirkiye û cîhanê afirandiye pêk tê. Em hewl didin ku vê tecrubeyê heta tu bibêjî, berfireh û bi awayê ku xwedî li cudabûnê derdikeve tînin ba hev. Em li van navan, sernavên din zêde dikin. 
“Hafizaya Femînîst sekan nîn e, her dem xwe bi pêş dixe û dijî”
• Gelo armanca vê projeyê avakirina toreke femînîst a ku xwe dispêre têkoşîna li dijî sedemên şîdeta zayendî ye?
Wekî li hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî tevgerên femînîst bi taybetî di salên dawiyê de li cihê ku azadî û xeyalên xwe pêk bînin, ji bo mafên xwe yên ku hatibûn desteserkirin paşve bigrin an jî bi parastina hin mafên xwe yên ku sînor ji wan re hatibûn danîn demê derbas kirin. Dema ku em li dijî êrîşên li ser Peymana Stenbolê derdiketin, jinên arjantînî û polonyayî ji bo mafê kurtajê têdikoşiyan. Niha jî li hemû cîhanê rêxistinên jinan û femînîst bertek nîşanî feshkirina Peymana Stenbolê didin. Ji ber wê tevgera femînîst a li Tirkiyeyê, jin û LGBTÎ+ ji tevgerên jinan û LGBTÎ+ yên li cîhanê cudatir nîn e. Dijberî vê îro hebûna gelek desthilatdariyên li cîhanê, dibe sedem ku tevgerên femînîst ên li erdnîgariyên cuda bi hev re têkiliyan deynin. Ji ber vê sedemê tevî hin cudahiyên li gorî xweseriya Tirkiyeyê, em difikirin ku em parçeyek ji tevgera femînîst a giştî ne. 
Nîqaşên li têgehên femînîst û dîroka femînîzmê li Tirkiyeyê di salên dawiyê de zêdetir û kûrtir bûn. Ev têgeh di gelek çavkaniyan de hatin berhevkirin an jî li zimanê Tirkî hatin weregerandin lê Hafizaya Femînîst, ji bo ku bandorên tecrubeya femînîst a li van axan û maceraya wê nîşan bide derket holê. Ango metnên di Hafizaya Femînîst de, nîqaşên femînîst bi riyên li gorî xweseriya Tirkiyeyê, hewl dide were vegotin. Bêguman ev, rewşeke sekan nîn e, tecrubeyek e ku her dem bi pêş dikeve û dijî ye. Ji ber vê yekê me biryar girt ku em tişteke nû ku bi hêsanî her kes bikaribe bigihîjî, li cihê çavkaniyek çapkirî li gorî nîqaş û pêdiviyên ku diguherin hilbijêrin. Em fikirîn ku bi mecrayek dîjîtal em ê baştir karibin vê dînamîzmê bişopînin. Em dikarin wiha bibêjin, her çiqas beşek ji nivîskên wê akademîsyen jî bin, hafizaya femînîst projeyek akademîk nîn e.
• Bawer im ev xebat ji derve jî ji piştgiriyê re vekiriye? Ango jin dikarin têgehek binivîsînin û bişînin. Ev pêvajo çawa çêdibe?
Nivîskarên 100 sernavên destpêkê, di serî de akademîsyenên ku bi KHK’ê ji kar hatine avêtin, ji zanîngehan hatine tasfiyekirin, akademîsyenên aştiyê yên di warê zayenda civakî û femînîzmê de dixebitin. Me hewl da em xwe bigihîjînin nivîskarên ku têgehan nivîsandine, têkildarî sernavê akademîk an jî xebatên polîtîk kiribin, mijara ku li ser axivîne bi zimanekî sade û zelal û bi nêrîna femînîst vegotibin. Piştî ku sîte vebû, rastî eleqeyek mezin hat û ji bo ji me re binivîsînin xwe gihîştandin me. Vê yekê me pir kêfxweş kir. Li ser vê yekê di sîteya me de heta niha ji derveyî sernavên heyî ji bo kesên dixwazin nivîsan bişînin, me metna bangewaziyê û kilavûz amade kir. Gelek nivîs ji https://feministbellek.org/yazarlara/. Hatin şandin û niha pêvajoya wan a edîtoryal berdewam dike.
“Nivîsên ku dikevin serê her kesê tên weşandin”
•Pêvajoya nirxandina nivîsên ku ji Hafizaya Femînîst re tên şandin çawa çêdibe?
Em bi têkiliyek zêde dest bi pêvajoya edîtoryal dikin. Her nivîsek herî kêm 2 car tê xwendin, xalên ku em pêşniyar dikin çêdibin. Bendewariya me ji nivîskaran ew e ku sernavê datînin li gorî çarçoveya nîqaşan be. Ango têgeha ku li ser disekinin divê di çarçoveya aliyê wê yê dîrokî de be her wiha divê nîşan bide ku awayê nîqaşa li ser têgehê li Tirkiyeyê ji kîjan alî ve ji erdnîgariyên din cuda dibe yan jî hevpar dibe. Di navbera sernavên Hafizaya Femînîst de ji bo ku hevgirtinek mayînde hebe, divê nivîs bi hêjahî û awayê diyarker werin nivîsandin. Aliyên wan ên ku kêm dimînin an jî baş nayên famkirin em ji nivîskarên wan re dibêjin, carna ji bo dewlemendkirina nivîsê, em bi nivîskaran re û di navbera xwe de nîqaşan dikin. Ev yek pir baş dibe. Di encamê de nivîseke ku dikeve serê her kesê derdikeve holê. Em vê wekî tecrubeyek nivîsandina bi he re dibînin. Nivîskarên me dema ku pêşniyarên me qebûl dikin, nivîsan ji çav derbas dikin lê di dawiya rojê de her nivîsek, nêzîkahiya mijara ku nivîskar a têkildarî mijarê dihewîne. Lewre ji bo girîng e ku nivîskar nêrîna xwe bi awayê azad bi nivîsan nîşan bidin.
• Pirsgirêkên girîng ên hûn di vê pêvajoyê de bi wan re rûbirû man çi bûn?
Beriya ku ez behsa pirsgirêkan bikim divê em ê balê bikşînin ku ev pêvajoya kedeke zêde ye. Weşana dîjîtal xwedî taybetmendiyên xweser e. Em destpêkê hînî van bûn. Pêvajoya edîtoryal bû sedem ku em bi nivîskaran re bikevin nava têkiliyeke zêde, her nivîsek herî kêm 2 car hat xwendin, xalên me pêşniyar kirin çêbûn. Wekî pirsa pêşiya vê me got me bi hev re nivîsî. Aliyên kêm an jî yên nedihatin famkirin me ji nivîskaran re ragihand. Carna ji bo nivîs dewlemend bibe me nîqaşan kir ku ev yek carna dibin demên zor.
“Hin têgeh û rêgezên ku bi zanîn naveroka wan hatiye valakirin hene”
• Di vê serdemê de bi destên desthilatdariyên siyasî gelek gotin û têgehên ku naveroka wan hatine valakirin, wateya wan hatiye berevajîkirin hene. Gelo ev proje dikare pêşî li vê yekê bigre? Di vê mijarê de hûn çi difikirin?
Dema ku me Hafizaya Femînîst ava dikir, hedefa me ya destpêkê ew bû ku em hinek çalakiyên girîng û tevgerên li Tirkiyeyê ku têgehên femînîst û polîtîkaya femînîst bi hêz bikin bînin ba hev û hafizaya xwe ya kolektîf zindî bihêlin. Xalên hevpar ên di femînîzmê de hatine pejirandin zêdetir bikin malê civakê. Bêguman em dibînin ku femînîst carna têgehên di rojeva xwe de bi zanîn şaş bi kar tînin an jî berevajî dikin. Mînak hin têgeh û rêgezan ku ji aliyê desthilatdariya siyasî û muhafezekar ve bi zanîn tê valakirin an jî ji wateya xwe tên dûrxistin jî hene. Li aliyê din, rewşên wisa hene ku muxalefeta civakî bêyî ku baş bi têgehên femînîst bizanibe dikeve nava nîqaşan. Her wiha hinek têgeh an jî rêgez, di nava derdorên ku rasterast an jî ji dûr ve bi femînîzmê re têkildar in hê jî cihê nîqaşê ne yan jî zelal nebûne. Armanca Hafizaya Femînîst ew e ku ji bo van nîqaşan muşterek bike hem piştgiriya mutevazî bide hem jî destekê têkoşîna li dijî berevajîkirinên bi zanîn ên desthilatdariyê tê meşandin.
“Tevgerên femînîzmê û jinan îlham û hêzê didin me”
•  Herî dawî hûn dixwazin der barê pêşeroja tevgera jinan a li Tirkiyeyê femînîzma bi rêxistinbûyî re çi bibêjin?
Wekî li hemû cîhanê, li Tirkiyeyê jî tevgerên femînîst bi taybetî di salên dawiyê de li cihê ku azadî û xeyalên xwe pêk bînin, ji bo mafên hatine jidestgirtin paşve bigrin an jî bi parastina hin mafên bi sînor ên ji wan re hatine dayîn dema xwe derbas kirin. Tevgerên femînîst û jinan, pêvajoya pandemiyê de di navê de di mercên herî zor de li kolanan bûn. Di heman demê de di mecrayên dîjîtal de jî dînamîk bûn. Li Tirkiyeyê her hemleya wekî qedexekirina kurtajê ya di sala 2010’an de her wiha hewldana betalkirina Peymana Stenbolê, ji aliyê tevgera femînîst û tevgera jinan ve rastî bertekek mezin tê. Mînak di dozên şîdet, cînayetên jinan û êrîşên zayendî de bi çalakiyên rêxistinbûyî û berxwedanê gelek serkeftin çêbûn. Bêguman erîşên li dijî tevgera femînîst û tevgerên jinan tenê bi Tirkiyeyê bi sînor nîn in. Di serî de Îspanya, Portekîz, Arjantîn li gelek cihên cîhanê li dijî qedexeyên kurtajê, tevgera metoo, grevên femînîst, li dijî cînayetên jinan û şîdeta mêr a li ser jinan çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin. Tirkiye jî di nav de li hemû derên cîhanê ev çalakî bi hevdemî didomin. Ev demsala polîtîk û zindîbûna tevgerên femînîst û jinan, îlham û hêzek mezin dide koma Hafizaya Femînîst, me xwedî dike.