‘Tecrîda li ser Rêber Apo pêşî li riya çareseriyê digre’

Endama koma jinan a Zenûniya Asiya Muhemmed bal kişad ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelrê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku dixwazin îradeya gel bi vî awayî bişkînin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F, di bin tecrîdek giran de ye û ji 25’ê Adara 2021’ê ve heta niha bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Serlêdanên ku malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, bê bersiv dimînin. Tecrîd bi ew guherînên ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn ve girêdayî ye. Di heman demê de bi nêzbûna sedsaliya peymana Lozanê re herêm bi guherînên nû re ru bi rû maye û rewşa tecrîdê bi vê ve girêdayî ye. 

Endama koma jinan a Zenûbiya ya Minbicê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asiya Muhemmed bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nirxandin der barê rewşa herêmê de kir.

‘Jin digihîjin cewherê xwe yê bingehîn’

Asiya Muhammed bel kişand ser Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li kêleka wê serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û wiha got: “Tovên azadiyê yên ku Rêber Ocalan çandibû, aj didin, heyetên ku dixwazin fêrî tecrubeyên me bibin, tên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û serkeftinên me teqdîr dikin, dibêjin em dixwazin sîstema demokratîk û wekheviya zayendan li ser xaka xwe pêk bînin. Jinên ku ji dîrokê ve rastî gelek cihêkariyan hatin, li gorî fikrên Rêber Apo hêdî hêdî digihîjin rolên xwe. Fikrên Rêber Apo yên ku dibêjin jin azadî bide, wê civak jî azad bibe bûye şoreşa jinan û bûye sedem ku erka dikeve ser milên wan bike. Ev jî bûye sedem ku sîstema kapîtalîst ji vê rewşê bitirse. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ev komplo vala derxist. Jin bi saya Rêber Apo gihîştin cewherê xwe.” 

‘Ne li gorî berjewendiyên wan e’

Asiya Muhammed destnîşan kir ku hewldanên sekinandina projeya neteweya demoqratîk a ku Rêber Apo diparêze bi ser neketine û wiha got: “Bi nêzbûna sedsala peymana Lozanê re, herêmên Rojhilata Navîn di pêvajoyek gelek girîng re derbas dibin. Ditirsin ku Rêber Apo di vê merheleyê de perspektîfek nû bide. Ji ber ku ev rewş ne di berjewendiyên hêzên kapîtalîst de ye. Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê plana Tirkiyeyê ye, komploya hevbeş a gelek welatên kapîtalîst ên ku dixwazin îradeya vî gelî ji holê rakin e.”