Li cîhanê 135 milyon jinên koçber hene
Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê ya NY’ê diyardeya koçberiyê li ser asta cîhanê bi raporekê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku li sernaserî cîhanê 135 milyonjinên koçber hene.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Rapora Koçberiya Cîhanê ya 2022’an (IOM) eşkere kir. Li gorî raporê ji sala 2020’an vir ve li seranserê cîhanê 281 mîlyon koçber hene. Li gorî sala borî nifûsa koçberan ku ji sedî 3,5 zêde bû, ji 135 milyon ji jin û 146 milyon jî ji mêr pêk tê. Hejmara koçberan di 50 salên dawî de 3 qat zêdetir bûye.
Li hemû cîhanê piraniya mirovan ji ber sedemên kar, malbat û perwerdehiyê serî li koçberiya navneteweyî didin. Beşek ji van kesan ji ber pevçûn, zilm, karesatên xwezayî û hin ji wan jî ji ber bûyerên cudayên trajîk neçar dimînin mal û warên xwe biterikînin. Li gorî raporê koçberî herî zêde bi 87 milyon re li Ewropayê û bi 86 milyon re li parzemîna Asyayê tê jiyîn. Ev her du herêm ji sedî 61’ê koçberên cîhanê re malvaniyê dike. Ev herêman Amerîkaya Bakur û Afrîka dişopîne. Ji aliyê din ve, Amerîkaya Latîn û herêma Karayipan jî herêma ku xwedî rêjeya herî zêde koçberên navneteweyî lê zêde bûne ye.
Ji sedî 70 karkerên jin ên koçber hene
Ji sala 2019’an vir ve, li seranserê cîhanê bi qasî 169 mîlyon karkerên koçber hene. Hejmara karkerên mêr ên koçber ku di sala 2019’an de 98,9 mîlyon bû, koçberên jin (70,1 mîlyon) derbas kir. Ji sedî 67’e karkerên koçber (113,9 mîlyon mirov) li welatên dahata bilind dijîn, 49 mîlyon karkerên koçber (ji sedî 29) li welatên dahata navîn û 6,1 mîlyon karker jî (ji sedî 3,6) di welatên kêm dahat de dijîn.
Hejmara penaberan di asta rekor de ye
Li seranserê cîhanê ji dawiya sala 2020’an vir ve 89,4 mîlyon mirov jî ji cih û warên xwe hatine koçberkirin. Ji van 26,4 mîlyon penaber, 4,1 mîlyon penahende, 3,9 mîlyon Venezuelayî yên ji cih û warên xwe hatine koçberkirin û 55 mîlyon jî kesên ji nava welat ji cih û warên xwe hatine koçber kirin pêktîne. Piraniya kesên ku ji ber pevçûn û tundiyê ji cihên xwe hatine koçberbûne, li Rojhilata Navîn û Afrîkaya di bin Sahrayê de dijîn. Tevî ku leza mezinbûna salane ya nifûsa penaberan ji sala 2012’an ve hêdî bûye jî, hejmara penaberan di asta rekorê de ye.
Yên ji Sûriyeyê koç kirinê
Li gorî raporê, hejmara penaberên ku ji ber şerê navxweyî ji Sûriyê koçber bûne gihişt 6,7 milyonî. Ev li gorî sala borî tê wateya bi qasî 100 hezarî zêde bûye. Ji aliyê din ve sala 2020’an Tirkiye li pey hev pênc caran bi zêdetirî 3.6 milyon penaber ku piraniya wan ji Sûriyê ne, bû welatê cîhanê ya herî zêde mazûvaniya penaberan dike.