"Tecrîda Îmrali yê aloziya heyî kurtir dike"

Berdevka Meclisa Edaleta Jin a Herêma Firatê Felek Yûsif der barê tecrîda girankirî û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir û got: "Jin bi felsefe û ramanên Rêber Apo bawer in, bi vê felsefeyê em ê azadiya Rêberê xwe misoger bikin."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di her demeke ku dewleta tirk asteng dibe, yan jî ji rewşa tevliheviya di Tirkiyeyê de dixwaze bireve, êrîşî dewletên derdorê dike. Bi salan e dewleta tirk li dijî gelê Kurd şer dike, bi van êrîşên heyî re dixwaze zextê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike, ji bo wê her diçe tecrîd li girtîgeha Îmraliyê girantir dibe. Di aliyê zagonî de mafê girtiyan tên binpêkirin, bêyî tu dewlet mudaxele bikin. Ev yek dide diyarkirin ku tevahî hêzên dîktator li ser armancên ferzkirina desthilatdariya li ser gelan li hev kirine. Bi rêya êrîşên heyî dixwazin komploya navdewletî temam bikin.   
Têkildarî mijarê Berdevka Meclisa Edaleta Jin a Herêma Firatê Felek Yûsif nêrînên nirxandin kir û ji me re parve kir. 
Felek da zanîn ku êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji komployê ne dûr e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin zext û tecrîdeke giran de dijî, ev êrîşên niha bi awayekî hewayî û bejahî li ser xaka Başûrê Kurdistanê tê kirin, ji komplo ne dûr e û mirov nikare ji hev qut bike. Dema Rêber Apo girtin û teslîmî dewleta tirk kirin xwestin di vir de gelê Kurd qir bikin lê ev plan vala derket, ji bo wê îro dixwazin xaka Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Em bala xwe bidinê dema serkeftin tên bidestxistin yekser dewleta tirk tecrîdê li ser Rêber Apo girantir dike. Di zagonan de mafê hemû girtiyan heye hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re pêk bînin lê li Girava Îmraliyê hemû pîvan û maf hatine binpêkirin. Di heman demê de di hundirê girtîgehê de jî mafê rabûn û rûniştandinê tê qedexekirin, ev yek ne di aliyê zagonî de tê pejrandin, ne jî wijdan qebûl dike. Îro şerekî mezin li ser xaka Başûrê Kurdistanê tê meşandin, ev şerê hebûn û tunebûnê ye."
Felek bal kişand ser êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û wiha domand: "Di her demê de dewleta tirk dest bi hemleyekê dike lê hemû plan û projeyên wan vala derdikevin, ji ber vîna zarokên me xurtir e. Dewleta tirk bi çi êrîş bike jî bila êrîş bike, madem Rêber Apo di nava çar dîwaran de têdikoşe, teqez em ê bi serkevin, em hêza xwe ji Rêber Apo digrin. Çalakiyên ji bo piştgiriya şervanên Tevgera Azadiyê tê kirin, wê serkeftinê bi xwe re misoger bikin. Gelê me dizane dema ev tevger were hedefgirtin wê demê civak jî ji holê radibe. Gelê herêmê li ser fikir û felsefeya azad dimeşe, têkoşîna xwe li beramberî her cur desthiladariyê didomîne. Felsefeya Rêber Apo li dijî hemû rengên kapîtalîzm, desthilatdarî û dîktatoriyê ye. Rêber Apo îro di girtîgehê de projeyên hemû dewletan dide şikandin û valaderxistin. Li dijî van êrîşan divê em felsefeya Rêber Apo di nava xwe de zindî bikin."
Felek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Apo di felsefeya xwe de tevahî hêzên hegemonîk dide nîşandan û rexne dike. Doza Rêber Apo doza tevahî gelên azadîxwaz e. Li kîjan û li ku derê desthilatdarî hebe, Rêber Apo têkoşîna li dijî wê dike. Ji bo wê divê her kes li dijî desthilatdaran li qadan be û têkoşîna xwe xurtir bike da em bi şer û komkujiyan re rû bi rû nemînin. Çaraseriya pirsgirêk û aloziyên heyî di destên Rêber Apo de ye, ew bi xwe kilîta çareseriyê ye."