Tecawiza sosret Cezayîrê hejand

Bûyera tecawizê ya ku li Casablancayê qewimî welat hejand. Malbat û hêzên ewlekariyê ji bo kiryar bibînin bi hev re ketin nava seferberiyê. Zaroka ku rastî tecawizê hat tê tedawîkirin.

 
 Cezayîr – Li gorî agahiyên ji herêmê, di saziya Perwerdeyê ya Abdelhamid Ben Badis a li bajarokê Casablancayê bûyera tecawiza bi sosret qewimî û vê yekê welat hejand. Bûyera ku şevê din qewimî, dema mamostayek girêdayî vê saziya perwerdeyê dengê girîna keçekê di poleke vala de dibîhise, derket holê. Zarokê ku krîza hîsterî derbas kir û di laşê wê de nîşaneyên şîdetê hat dîtin, bi hatina erkdarên tendirustiyê rewş derket holê.
Piştî bûyer hat zanîn li Casablancayê hêzên ewlekariyê dest bi lêgerîna tecawizkar kirin, hat zanîn ku malbatê jî dest bi xebatên lêgerînê kiriye û hat diyarkirin ku ew zarok tê tedawîkirin.