Tê payîn ku îfadeya 20 kesên hatin binçavkirin bên girtin

Di daxuyaniya HDP’ê û Partiya Çepa Kesk a Stenbolê de 10 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan. Tê payîn ku îro ji 20 kesên ku di nav de siyasetmedarên HDP’ê jî hene li midûriyeta polîsan îfadeya wan bê girtin.

Navenda Nûçeyan- Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çepa Kesk) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin der barê 20 kesên di nav wan de rêveber û endamên wan hene ku duh danê sibê polîsan bi ser malên wan de girt û hatin binçavkirin.

Daxuyanî hat astengkirin

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamenterê Partiya Çep a Keskan a Stenbolê Cengîz Çîçek, nûnerên rêxistinên HDP’ê û Partiya Çep a Keskan ên bajar û navçeyên Stenbolê û gelek nûnerên saziyên sivîl ji bo daxuyaniyê hatin ber avahiya parêzgehê. Polîsan destûr neda daxuyaniyê.

10 kes hatin binçavkirin

Polîsan avahiya partiyê dorpêç kir û kesên ku bi îsrar daxuyanî dan piştî ji avahiya partiyê derketin binçav kirin. 10 kesên bi tundî û kelemçeya berovajî hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Di vê navberê de yek ji çalakvanên Nobeda Edaletê Fînce Akman jî rastî tundiya polîsan hat. Di vê navberê de girseya ku ji bo daxuyaniyê kom bûbû, gelek caran bênavber dirûşmên “Zext nikarin me asteng bikin” û “HDP hêvî ye, hêvî zindî ye” berz kirin. Rojnamevanên ku xwestin çalakiya binçavkirinê bişopînin jî ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û ji avahiya parêzgehê hatin derxistin.

Kesên binçavkirî hatin berdan

Girseya ku binçavkirinan protesto kirin li ber avahiya partiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiya rûniştinê de berdewam dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berzkirin. Piştre daxuyaniya hatî astengkirin li hundirê avahiya parêzgehê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê li dijî hemû polîtîkayên derqanûnî yên hikûmetê di aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de îsrar bikin. 10 kesên hatin binçavkirin piştî îfadeyên bi şev ên li midûriyeta polîsan hatin berdan.

Tê payîn ku îro li midûriyeta polîsan îfadeya 20 kesên hatin binçavkirin bên girtin

Di nava kesên duh danê sibê li Stenbolê di serdegirtinên hemwext ên li 11 taxên Stenbolê de li gelek malan hatin binçavkirin, rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Dayika Aştiyê Behiye Duman û Hevseroka berê ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan jî di nav de 20 kesên ku hatine binçavkirin, tê payîn ku îro li midûriyeta polîsan îfadeya wan bên girtin.

Ji bo 20 kesên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatin binçavkirin qedexeya parêzeran û li ser dosyayê jî biryara veşartinê hat dayîn.