Li Îranê malbat bi fikarin ku zarokên xwe bişînin dibîstanê

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê malbat ji bo dûbarebûna êrîşên kimyasal yên li beramberî dibîstanên zarokên keç bi fikarin dibêjin: “Em ditirsin tiştek were serê wan.”

SAİDA ŞİRZAD

Sine- Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku di 16’ê Îlonê de piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengtiya jinan destpêkirî, li hemû welat gel rabûn ser lingan, bi çalakiyên cûr be cûr xwestin rejîm were hilweşandin. Komara Îslama Îranê bi armanca tepesandina xwepêşandanan serî li gelek rêbazên dij mirovane ên weke darvekirin, girtin, îşkence, qetilkirin, revandina mirovan û bûyerên bi jehrîkirina dibîstanan xiste dewrê. Lê belê li rûxmê van hemû pêkanînan gel çalakiyên xwe berdewam kirin.

‘Malbat cardin ji dûbarebûna êrîşan ditirsin’

Di êrîşên kimyasal ên li ser dibistanên zarokên keç de mirî çêbûn, gelek malbat ji jiyana zarokên xwe bi fikarin. Zarok jî piştî travmayê xirabûna stresê jiyan kirin. Der barê êrîşên kimyasalî li beramberî dibîstanan û fikarên divê mijarê de Psikologa kilinik B. Nirxandin kir. B. diyarkir ku gelek malbatên ku ji nêzve bûne şahidê van sûcan hene û got: “Malbat cardin ji dûbarebûna êrîşên kimyasal li ser dibîstanan di tirsin. Tişta ku hikumet dixwaze eve. Dixwazin zarokên keç dest ji dibîstanê berdin û jin nezanîna xwendin û nivîsandinê, tişta ku hikumet dixwaze cehalete, ji ber jinên cahîl ne di ferqa mafên xwedene, di encama vê de li dijî mêrsalarî û dijminê jinan na derkevin.”

‘Armanca desthilatê dûrxistina jinan ji dibîstanê ye’

Civaknas R. da zanîn ku êrîşên hikumetê li beramberî dibîstanan armanc dikin ku jin di malde bimînin û wiha got: “Di pilana piştperdê ya sîyasetê de hewldana civakê dibin zextê de bihêle heye. Armanca bi jehrêkirina dibîstanên zarokên keç, li beramberî wê ye ku zarokên keç dest ji perwerdeyê berdin. Di demeke ku hemû bajar di nava hewldanekê de êrîşa kimyasal ya li beramberî dibîstanan, xeteriyek kolektif avakir. Ev xeteriya ku di civakê de belav bûyî dibe sedem ku zarokên keç ji civakê were dûrxistin. Armanca desthilatê ewe ku jinan ji civakê dûrbixin û di mal de bihêline.”

‘Ez ditirsim ku tiştek were serê’

Dayîka yek ji xwendekarên ku rastî êrîşa kimyasalê hatî wiha dibêje: “Roja ku ez pê hesiyam ku li dibîstana keça min êrîş pêkhatiye, ez bi lez û bez beziyam wêderê, ez wê rojê tu caran ji bîr nakim. Min dît ku keça min û havalên xwe nefestengiyê jiyan dikin, pişte ez tirsiyam zarokên xwe bişînim dibistanê.  Niha jî ez ditirsim ku wê tiştek were serê wan.”

Yek ji dayika xwendevanan wiha got: “Ji sala bûrî heta niha ez bi fikarim ku zarokên xwe bişînim dibîstanê. Her demê ku ez difikirim ku wê dibîstan vebin tirsek dikeve dilê min û hinek caran dibe sedemê dil tengiyê. Roja ku min keça xwe ji ber nefes tengiyê bir nexweşxaneyê ez di tirsa ku ezê wê winda bikim debûm û hina ez wê tirsê jiyan dikim.”