Tara Hisên: Li dijî êrişan yekîtiya netewî divê

Hevseroka Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Tara Hisên diyar kir ku hêzên desthilatdar û emperyalîst ên cîhanê û herêmê bi komployan dixwazin piştî sedsala Lozanê serdestiya xwe bidomînin.

ŞÎYNAR BAYÎZ

Silêmanî - Hevseroka Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Tara Hisên der barê êrîşên dewleta Tirk li ser bajarê Hewlêr û Silêmaniyê di roja 18’ê Îlonê de pêk hat nirxandin kir. Tara Hisên têkildarî êrîşan de got: “Bi tevahî herêm di bin êrîşên emperyalîstên cîhanê û herêmê de ye. Her yek ji wan hewl dide li herêmê komplo û planên xwe pêk bîne. Piştî sedsaliya peymana Lozanê hewl didin komployeke din çêbikin û hebûna xwe li herêmê bidomînin.”

Tara Hisên behsa parçebûna hêzên Kurd ên li Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê kir û bi van gotina behsa sedemên çêbûna komployan di navbera aliyan de kir: “Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê bi giştî du hêzên siyasî yên mezin hene lê belê nikarin bibin hêzeke niştimanî û welatparêziyê ava bikin. Hêz û aliyên siyasî nikarin kar ji bo astengî û rêgiriyan bikin. Jinên li Başûr nikarin bi siyasetek demokratîk çalakiyên xwe bigihîjînin encamê. Ji rêxistinan re astengiyan derdixin û nikarin helwesta xwe di demê xwe nîşan bidin. Her roj jin tên qetilkirin, ev yek têkçûna rewşa civakî nîşan dide. Ev hemû encamên tunebûna aqilê rêveberiyê û tunebûna yekitiya aliyan e.”

Tara Hisên di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her roj êrîş û bombebarana dewleta tirk û metirsiyên dewleta Îranê li ser xaka Başûrê Kurdistanê hene û got: “Tenê hêzên navxweyî bûne dijminên herêmê û bi xwe bi destên dagirkeriya xaka Başûr girtine. Ev yek bû sedem ku herêm bikeve vê rewşê. Îro baykota mamoste û fermanberan heye, tunebûna mûçe û xizmetgozariyê heye. Li cihê ku biçin gel hev û projeyên çareseriyê pêşkêş bikin, êrîşî gel dikin. Wekî tê dîtin li herêmên Biradost û Sîdekanê hêzên Kurd riyan ji bo dagirkeran çêdikin. Cil û bergên hêzên xwe li dagirkeran dikin. Bi navê parastina sînor fermanê ji Hewlêrê digrin. Hewl didin rê li hêzên şoreşgerên Kurdistanê yên li çiyayên Kurdistanê bigrin.”

‘Ji bo dagirkeran partî û aliyên cuda ferq nakin’

Tara Hisên amaje bi wê yekê kir ku azadîxwazên gelê Kurd ji bo dijmin û dagirkeran weke deriyê yekem in ger ew derî bişkê, wê bi asanî deriyên duyem û sêyem ên xwedî desthilatdarên Başûrê Kurdistanê rabikin û got: “Ji ber dijiminê Kurd tu deman cudahiyê naxe navbera hêzan û partiyên cuda yên weke PDK, YNK, Goran, Komele, Tevger, PKK û PYD’ê, weke Kurd nêzî hemûyan dibe. Me dît dî 18’ê Îlonê de dewleta Tirk êrîşî balafirgeha çandiniyê ya Erbet ku balafirgeheke medenî û bê ziyan e kir. Tenê hêzên li dijî terorê tê de bûn ku hêzeke fermî ne. Ji derveyî wê jî di heman rojê de êrîşî Nûnertiya Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kir.”

‘Tu tişt nikare bandorê li ser xebat û têkoşîna tevgera azadiyê bike’

Tara Hisên der barê planên PDK’ê yên ji bo propaganda û reşkirina Tevgera Azadiyê wiha got: “Tu tometek nikare bandorê li ser xebat û têkoşîna Tevgera Azadiyê bike. Ji ber ku ev tevger bi hemû endam û alîgirên xwe kesên xwebexş û xwedî îrade û fikrên demokratîk in. Armanca wan jînparêzî û xwezaparêzî ye. Karê wan bi karê têkdanê ve nîn e, tu deman karên li dijî zagonan nake, tevgera azadiyê tevgereke fermî ye û di komsîyona hilbijartinên Iraqê de xwedî belgeya fermî ye û di çarçoveya destûra Iraqê de karê xwe dike. Civaka Başûr niha hêdî hêdî aramanca Tevgera Azadî fam kiriye ku çima vê desthilatdariyê rexne dike. Armanca sereke bi destxistina azadiyê ye ji bo gelê Kurd û gelên din ên li Başûrê Kurdistanê. Ji ber wê ger projeyên Tevgera Azadî bi ser bikevin, bêguman wê azadî û demokrasî û jiyana bi hev re ava bibe.”

‘Roja AKP-MHP ber bi avabûnê ve diçe’

Tara Hisên da zanîn ku AKP-MHP rojên xwe yên dawî dijîn û wiha got: “PDK bi heman awayî nikare îdareya hikumraniyê bike. Wekî tê dîtin hebûna parlamentoyê nemaye û tenê binemal e biryar dide. Êrîşa di 18’ê Îlonê de li Hewlêr û Silêmaniyê, bêguman a wan aliyên xwedî berjewendiyan e. Berpirsê êrîşa li ser Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bêguman PDK ye.  Ji ber ku tu dagirkerek bê hevkariya hêzên navxweyî û sîxurî nikare êrîş bike.”

Tara Hisên di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku PDK ger bixwaze hemû tewanbaran di demeke kin de dikare aşkera bike û wiha got: “Divê kujerên şehîd Denîz endamê KNK’ê yê li Hewlêrê hat qetilkirin di demek kurt de PDK aşkera bike. Ger neke dê berpirsê kuştina endamên KNK’ê be. Başûrê Kurdistanê tijî sîxur bûye. Çend azadîxwaz û şoreşger hebin divê hemû hemwelatiyên herêmê, partî û aliyên siyasî bangawaziyê ji bo aştiyê bikin. Ger hêz û aliyên siyasî li hemberî pirsgirêka yekitiya neteweyî xwedî hewldanên rast bin dê bikaribin pêşî bigrin. Dem ew dem e divê ku hemû alî helwesta xwe bi awayê rast diyar bikin.”