Talîbanê nahêle bijîjkên jin bikevin azmûna pisporiyê

Talîbanê ragihand ku dê destûr nede ketina bijîşkên jin a ji bo ezmûna temamkirina pisporiyê û ji bo kadroyên pisporiyê ya ji nexweşxaneyan re dê mêr werin girtin.

Kabul – Ji sala 2021’an û vir ve ku Talîbanê li Afganîstanê rêveberiya welat bi dest xist, gelek qedexeyên ku bi taybetî jinan hedef digre tên pêkanîn, jin jî li dijî van qedexe û zextan li kolanan berxwedana xwe berdewam dikin.

Piştî ku Talîbanê dibistan û zanîngehan ji jin û zarokên keç re qedexe kir, niha jî li nexweşxaneyan serlêdana pozîsyonên pisporan ji bo jinan qedexe kir. Hat ragihandin ku li gelek bajaran ji bo beşên nexweşxaneyên ku pisporiyê dixwazin hatine vekirin tenê mêr dikarin serlêdan bikin.

Li gorî lîsteyek ku ji aliyê Wezareta Tenduristiya Giştî ya di bin kontrola Talîban ve hat weşandin, tê dîtin ku zêdetirî 12 parêzgehan ezmûna ketinê tenê ji bo mêran hatiye hêsan kirin û nahêlin jin beşdarî ezmûna temamkirina pisporiyê bibin. Di der barê mijarê de li medyaya dijîtal gelek kes bertek nîşan dan, hat balkişandin ku di beşên nexweşiyên jinan de jî jin cih nagrin.