Der barê doza Ayşê Gokkan de biryara bi hincet hat aşkerakirin
9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di biryara xwe ya bi hincet de şexsiyet, fikr û ramanên berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hedef girt aşkera kir.
Amed- Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 16’ê adara 2011’an de dema Şaredara Nisêbîna Mêrdînê bû, bi hinceta vegirtina ‘Konê Çareseriya Demokratîk’ li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî, der heqê wê de bi îdiayên ‘Bi dilxwazî û bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê’ doz hatibû vekirin û 3 sal û 9 cezayê hefsê lê hatibû birîn. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî biryara bi hincet a cezayê girtîgehê aşkera kir.
Di demên borî de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan bi sedema ‘hevrêje nîn e’ hatibû birîn ev biryar hatibû xerakirin. Li ser vê yekê doz ji nû ve hate dîtin û dadgehê ceza daxist 3 sal û 9 mehan. Di biryara cezayê girtîgehê yê bi hinceta vegirtina konê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat nirxandin û dadgehê bi îdiaya ‘Bi dilxwazî û bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê’ xwest ku Gokkan were cezakirin.
Di biryara bi hincet de navê kurtkirî yê Kongreya Jinên Azad anku KJA weke ‘Karker Jinen Azad’, ‘CPT’ ku kurteya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê ye jî weke ‘CPJ’ tê de hat cihgirtin. Her wiha li Amedê ji bo bîranîna yek ji pêşengên tevgera jinên sosyalîst Rosa Luxemburg, komeleya Jinan a Rosayê hatibû avakirin û navê “Rosa”yê ya di navê komeleyê de ji peyva ‘Rosa’ ya bi zimanê inglîzî hat wergerandin û weke ‘Gul’ hatiye nivîsandin, hat dîtin.
Li ser 57 ajanda de wesifandina ‘retorik’ û ‘palyatif’
Di biryara bihincet de bi peyvên ‘retorîk’ û ‘palyatîf’ de hewl hat dayîn ku li dijî têkoşîna jinan arguman bên pêşxistin. Di lêgerîna Komeleya Jinan a Rosayê de 57 ajanda hatibûn desteserkirin û ji ber peyvên ‘retorîk’ û ‘palyatîf’ ên di ajandayan de cih digirin, di biryara bihincet de wiha hatiye gotin: “… bi çapkirina ajandaya mijara gotinê hewl didin avadaniya jinan a qels bûyî dîsa çalak bikin, cihê jinan ê di nava rêxistinê de careke din xurt bikin, cihê jinê yê di nava rêxistinê de baş tê vegotin û bi vê yekê hewl didin tevlibûna jinan a di nava avadaniya jinan a rêxistinê de bi awayekî palyatîf tê teşwîqkirin, tevahiya çalakî û xwepêşandanên avadaniya jinan a rêxistinê di ajandayê de hatine bicihkirin û bi vê yekê re hewl didin bîrdoziya rêxistinê belav bikin. Di vê dokumanê de ev yek tê fêmkirin.”
Di berdewamiya biryara bi hincet de xebatên Platforma Jinan a Dîcle Amedê ku Komeleya Jinan a Rosayê û gelek pêkhateyên rêxistinên jinan ên Amedê jî di nav de cih digirin, bi îdeaya ‘xebatên rêxistinê’ hatine sûcdarkirin. Di biryara bihincet de Cemaeta Gulen weke rêxistina ‘terorê’ hatiye pênasekirin operasyonên bi navê ‘KCK’ yên ji aliyê wan ve hatine kirin ku pênaseya ‘avadaniya paralel a dewletê’ weke bingeha wê hatiye nîşandan cih girt. Di serî de KCD, komeleyên jinan jî di nav de navên gelek komeleyan hatine destnîşankirin û ev îdia hate kirin ku di çarçoveya Peymana KCK’ê de hatine avakirin.
Biryara cezayê ku li Leyla Guven hat birîn weke hincet hat nîşandan
Daxuyaniyên der barê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê hatine destpêkirin, tevlibûna merasîmên cenaze û şînan, parvekirinên li ser medyaya dîjîtal jî di biryara bi hincet de weke çalakiya ‘terorê’ hatin nirxandin. Dadgeha ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven didarizîne, cezayên 22 sal û 3 meh û ji dosyayeke din jî cezayê 11 sal û 7 meh cezayê hevsê dabû, ev biryarên xwe bi bîr xist.
Tevlibûna Ayşe Gokkan a du çalakiyên ji bo Leyla Guven hatine lidarxistin, tevlibûna merasîma cenazeyan û tevlibûna wê ya çalakiyên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine lidarxistin, weke ‘banga rêxistinê’ hatiye nirxandin û parastina Ayşê Gokkan a li dadgehê jî weke sûc hatiye nirxandin.
Di biryara bihincet de şexsiyeta Gokkan û têkoşîna jinan yekser hedef hat girtin û fikr û şexsiyeta Gokkan bi gotinên weke ‘derew’, ‘nijadperest’, ‘faşîzan’, ‘mîrateya xirab a arkaîk’, ‘aketîpa ters’, bi bîr xistina qral Sîsîfos û bi gotina ‘karê nebikêr ê Sîsîfos bi dilxwazî her tim dubare dike’, bi peyva ‘dîstopya’ ku dijbertiya pêşerojeke xerab, otorîter, zexter û dijberê utopyayê îfade dike, bi peyva ‘esrîk’ ku tê wateya kesê/a araq vexwarî yan jî tiryak kişandî yan jî ji ber sedemeke din ji ser hişê xwe çûyî û bi pênaseya ‘Senaryoya gihandinê’ ku tê wateya ronakkirina kesekî û gihandina wî/wê ji hêla zanîn û tevgeran ve, hedef girt.
Fikir û kesayeta wê hedef hat girtin
Di biryara bi hincet de fikr û şexsiyeta Gokkan bi van gotinan hedef hat girtin: “Dema gotin û nivîsên wê, naverokên parastina rêxistinî, dokumanên rêxistinî yên hatine bidestxistin û weşanên qedexe tên lêkolînkirin; hatiye tesbîtkirin ku çalakiyên wê xwe dispêrên xeyalên dîstopyayê, bi îlhama esrîk hatine bidestxistin, tê de pir zêde şêwe û cureyên mîrateya xerab a arkaîk û ji arketîpên ters pêk tê, bi awayeke domdar tê de şopên ‘senaryoyên gihandina jinan’ hene, di gotinên wê de gelemperî tişta derdikeve pêş ev e; mirovahî ji heman kok û bav nehatiye, gotinên wê ji wate û naverokeke kûr bêpar in, bi awayekî sîstematîk xwe dispêrin xîtabeta nîjadperest, gotinên wê di mirovan de hestên êrişkariyê û nefretê pêş dixe, ‘karê Sîsîfos bi awayekê nebikêr her tim bi dilxwazî dubare dike, bi gotinên xwe yên cihêkar û faşîzan re dilxwaziya zêde ya bi rêxistinê re raxistiye ber çavan.”
Di biryara bi hincet de ji bo vegirtina kon jî ev sûcdarî hatiye kirin: “Kon, bi mebesta xebatên rêxistinê hatiye vedan û sûcê alîkarîdayîna rêxistinê hatiye kirin.” Bi vê yekê re biryar hat dayîn ku Ayşe Gokkan were cezakirin.