Talîban wêneyên ku piştgiriya wî dike li ser dîwaran dide xêzkirin

Talîban ji mehên destpêkê ên desthilatdariya xwe ve hemû wêneyên wênesazên dîwaran, paqîj dikin, bi alîkarîya hikûmeta Îranê wênesazên ku piştgiriya Talîbanê dikin li ser diwaran wêneyên li gora xwesteka Taliban xêz dikin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Wênesazên ku li ser dîwaran wêne xêz dikin li Afxanistanê di van demên dawîn de gihîştiye astek bilind. Cara yekem, saziyek bi bikaranîna pereyê ku ji yek ji enstîtuyên dewletî yên Emrîka bi navê ‘USID’ wergirt, di vê qadê de dest bi xebat kir. Piranî çalakiyên vê saziyê derbarê hemû loreşger û jinên pêşeng li ser dîwaran xêz dikir. Gelek Komên din ên biçûk dest bi xêzkirian wêneyan li ser dîwaran kirin.

Em dikarin bêjin di nav wan de, komek ji xwendekarên jinên ciwan ên wênesaz, tevî kû di wênesaziyê de jêhatî bûn û pereyê wan tûnebû û her tim boyaxên wêneyên xwe bi xwe dikirîn. Bi vê yekê jî, asta hişmendiya wan ji wênesazên din ên diwaran baştir bû. Gelek caran pere ji bo wan hatibû pêşkeş kirin lê her carê wan pere red dikirin. Wisan di fikirin ku nabe azadiya xwe di berdêla pereyan de bifroşin.

Wêneyên jinan jê dibe

Ev koma bi navê ‘Şevgerd’ li ser dîwarên Kabulê wêneyên Mîna ya Rêberê Komeleya Şoreşger a Jinên Efxanî-RAWA, Melalî Cûya û Belqîs Rewşen xêz kirin. Ji bilî neqişandina rûyê wan jinên leheng, teqîna zanîngeha Kabulê ku gelek ji xwêndekarên jin û mêr di vê teqînê de hatin kûştin, bi gelek pirsgrêkan di nav zanîngehê de wênesaziya wan kirin û xebatên din ên mezin dikin.

Talîban hemû wênesazên mîna wênesazên ‘Koma Şevgerd’, ji meha yekem a desthilatdariyê ve dest bi paqijkirinê kiriye. Hat zanîn ku bi alîkarîya hikûmeta Îranê, wênesazên diwaran ên ku piştgiriya Talîbanê dikin, diwaran li gora daxwazên Taliban xêz dikin. Niha li Kabul û bajarên din dîwaran şêwazên desthilatdariya Talîbanê girtine. Li her derê em ala û nivîs û wêneyên ku piştgiriya Talîbanê dikin dibînin.

Afganî di wê baweriyê de ne ku ev rewş rojekê bi dawî bibe û bi serhildanekê vê rejîmê tune bikin.