Talîban navê cîgirên wezîran eşkere kir: Di lîsteyê de jin tune ye!
Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd ku li Kabîlê civîneke çapemeniyê li dar xist, navên cîgirên wezîran eşkere kir. Di lîsteya ku hatiye îlankirin de tu navên cîgirên wezîrên jin tune ye.
Navenda Nûçeyan- Talîbana ku rêveberiya Afganîstanê xist binkontorala xwe, bi biryarên xwe yên der barê jinan de, li cîhanê dibe sedema bertekan. Navê Wezareta Jinan rakir, li dibistanan xwendina têkel qedexe kir, destûr neda ku jin bixebitin û niha di nav cîgirên wezîrên ku ragihand de jin tune ye.
Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahid li kabîlê di civîneke çapemeniyê de navên cîgirên wezîran eşkere kir. Hat dîtin di lîsteya ku hatiye îlankirin de cîgirên wezîrên jin tune ye. Talîban berê avahiya "Wezareta Jinan", ku ji rêveberiya Ganî mabû, veguherandibû "Wezareta Vexwendina Başî û Pêşîlêgirtina Xerabiyê."
Her wiha berdevkê Talîbanê got ku keçên li welêt "dê destûr were dayîn ku di zûtirîn dem de vegerin dibistanê."
Werger: JINHA