Talîban firotina hebên kontrolkirina zayînê qedexe kir

Talîbana ku rêveberiya welêt girtibû, firotina hebên kontrolkirina zayînê, derziyên jiberkirinê û hemû berhemên ku kontrola zayînê didin li seranserê Afganîstanê bi gotina ‘heram e’ qedexe kir. Jin li dijî biryarê ne.

Navenda Nûçeyan – Li Afganîstanê firotina hebên kontrolkirina zayînê hat qedexekirin, hat hînbûn ku êdî dermanxane hebên kontrolê nafiroşin. Sedema biryara qedexeyê weke 'heram' hat nîşandan. Hat ragihandin ku welatiyên xwestin ji dermanxaneya Belhê ya Afganîstanê hebên kontrolkirina zayînê bikirin paş ve hatine şandin û bi vê awayê ji qedexeya nû agahdar bûne. Li gor nûçeya Rukhshana ya weşana jinên Afganî de cih digre, hebên kontrolkirina zayînê êdî wek 'heram' hatiye penasekirin.

Li sûka reş bi du caran biha tê firotin

Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Talîbanê der barê mijarê de daxuyaniyeke fermî neda, hat diyarkirin ku firotina dermanên êşkêş ên bi dozên zêde û her wiha hebên kontrolkirina zayînê qedexe ye. Dîsa ji bilî hebên kontrolkirina zayînê, firotina her cure dermanên pêşîlêgirtinê û dermanên bidawîkirinê jî bi awayekî fîîlî hatiye rawestandin. Ji bilî dermanxaneyên li welêt, li gelek navendên tenduristiyê derziyên kurtajê nadin jinan û hebên kontrolê nayên dayîn. Hat destnîşankirin ku hebên kontrolkirina zayînê yên ku bi awayekî fîîlî li navendên tenduristiyê û dermanxaneyan tên rawestandin, li sûka reş bi du-sê qatan biha tên firotin.

'Ez nizanim bikenim an bigirim'

Li gorî nûçeya Rukhshana, Hatîce ya ku zaroka wê ya herî biçûk yek salî ye û li Kabîlê rûdine, wiha got: “Pirikekî ku ez hertim ji bo kontrolê diçûm cem wê, ji min re digot ku Talîban hebên jidayikbûnê qedexe kiriye. Dema min jê re got çi dibe bila bibe divê ez bistînim, ez hîn bûm ku dikarim li sûka reş bi du qat biha bikirim. Dema pîrik got êdî ev heb qedexe ye, min nizanibû bikenim an bigirim.”

'Min dixwest li sûka reş bikirim lê pir biha ye'

Dayîka 4 zarokan Şamim a 42 salî ku ji Afganîstanê ye jî diyar kir ku ji ber ku nexwest zarokekan bîne dinê 4 sal in ew di bin parastinê de ye û wiha got: “Dema ku ez ji bo kirîna hebên kontrolê diçûm dermanxaneyê, dermanfiroş ji min re got ku qedexe ye û bi dizî tê firotin. Min xwest li sûka reş bikirim, lê pir biha ye.”

'Dermanên ku di destê me de bûn hatin komkirin'

Dermanfiroşên li Kabul a paytextê welêt wiha axivî: “Niha cureyên hebên kontrolkirina zayînê ku jinan ji bo pêşîlêgirtinê bikar tînin qedexe ne. Her çendî sedemeke taybetî nedin me ku em ji ber vê sedemê nefiroşin jî qedexe ye. Hat gotin, 'Gotin nabe û heram e'. Nêzîkî panzdeh roj berê çar kes cil û bergên spî li xwe kiribûn û gotin ku êdî mafê me nîn e em van dermanan bifroşin, heram e. Hin dermanên me jî berhev kirin."

Pîrika Afganî: Sedemek mentiqî tune

Pîrikek 33 salî ya ji Afganîstanê got ku endamên Talîbanê hatine klînîka ku ew lê dixebitî û piştî wê talîmatên devkî dane jinan ku derziyên kurtajê û hebên kontrolê nedin jinan. Pîrikê got, "Ti sedemeke mentiqî ya gotinên wan tune bû, lê gotin 'qedexe' ye."

Dr. Anita: Ev mirin bi xwe ye

Bijîşkê nexweşiyên jinan û zayîna zarokan a li Nexweşxaneya Ebû Elî Sinaî ya li Belhê Dr. Anita derbarê ducaniyê de ku berê navbera wê tune bû wiha gotibû: "Jin di navbera her zayînê de herî kêm sê sal navberê nahesibînin. Ev mirin bixwe ye û jin bi piranî ji ber ku di dema welidandinê de ev navber cidî nayê girtin jiyana xwe ji dest didin."

Bi Talîbanê re rêjeya jidayikbûnê du qat zêde bû

Li gorî Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, mirina dayikan a di dema zayînê de bi piranî li Afganîstanê pêk tê. Beriya ku Talîban li Afganîstanê desthilatdariya xwe bi dest bixe, ji 100 hezar zayînê 394 ji dayik bûne, ev rêje bi hatina Talîbanê re ji 100 hezar zayînan gihîştiye 638’an.