Talîban çûna jinan a zanîngehê qedexe kir

Wezareta perwerdeya bilind ya Talîban ragihandin ku çuyîna jinan ya zanîngehê bê dem qedexe kirine.

Navenda Nûçeyan – Talîbana ku rêveberiya Afganistinê girtiye dest, bi taybet zextên li beramberî jin û zarokên keç her ku diçe zêde dike. Wezareta perwerdeya bilind ya Talîban nameyek giştî rêkir ji zanîngehên dewlet û taybet re û diyarkirin ‘Heta bangawaziyek din’ xwendevanên jin wê perwerdeya xwe berdewam nekin.

Zarokên keç tenê 6 salên destpêkê dikarin perwerde bibînin

Di hefteyên bûrî de li dibîstanan di navbera zarokên keç û kur de perde hatibû kişandin. Li welat dibîstanên zarokên keç ji aliyê Talîban ve hatibûn qepatkirin û daxuyanî dan, cardin biryara vekirinê paşde kişandine. Niha li welat xwendevanên keç yên di asta dibîstana amadeyî de perwerdê nabînin, li gora vesaziya nû wê tenê xwendevanên keç 6 salên destpêkê perwerde bibînin.