TAJÊ xwest ferman ji aliyê Iraqê ve bi fermî were naskirin

TAJÊ ji bo fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê Iraqê ve bi awayekê fermî bê naskirin, nameyek ji Berpirsê Kotaya Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê Nayîf Xelef Seydo re şand û jê daxwaz kir ku fermanê bixe rojeva parlamentoya Iraqê.

Şengal – Bi nêzikbûna 10’emîn salvegera fermanê re Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê Iraqê ve bi awayekê fermî bê naskirin, nameyek ji Berpirsê Kotaya Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê Nayîf Xelef Seydo re şand.

TAJÊ di nameyê de bal dikşîne ser girîngiya axa Iraqê ku gelek ol, bawerî, netew û civakên cuda bi hev re dijîn û wiha dibêje: “Iraq bi hezaran salan ji aliyê netew, çand û baweriyan ve xwedî ciheke ango welatek watedar û dewlemend e. Em jî weke civaka Êzidî xwedî ol, bawerî û çandeke kevnar in. Bi hezaran salan bi rengekî aştîxwaz, civaka me bi hemû neteweyên wekî Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhiyên ku li ser erdnîgariya Iraqê dijîn re jiyaye.”

TAJÊ di nameya xwe de destnîşan dike ku di dîrokê de civaka Êzidî her dem rastî fermanan hatiye lê ya tê zanîn fermana 74’an e, bi dehan ên din nehatine nivîsandin, ji ber vê yekê nayên zanîn.

Îxanet û hevkariya PDK’ê

Di berdewamiya nameyê de TAJÊ îşaret bi îxaneta ku li hemberî Êzidiyan hatiye kirin, dike û wiha vedibêje: “Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi destên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan PDK’ê ve pêk hat. Bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran jin û zarokên Êzidî dîl hatin girtin û li ber çavên cîhanê li sûkan hatin firotin. Heya vê kêliyê jî çarenûsa bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e. Ev ferman bû sedem ku bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bibin. Bi dehan gorên komî hene. Ev trajdiya fermanê li ber çavên cîhanê hat jiyîn û her kes baş dizane ku kê Şengalê firot û kê rizgar kir.”

Di nameyê de tê diyarkirin ku fermana 3’yê Tebaxa 2014’an nehatiye jibîrkirin û dê neyê jibîrkirin û ev tişt hat gotin: “Em civakek xwedî şehîd in û di wê zanebûnê de ne ku doza me mezin e. Em li hemberî fermanan xwedî mafê rewa yê xweparastinê ne, ji bo vê heta dawiyê têkoşîn û berxwedana me ya avakirina jiyana azad dê bidome.”

13 welatan jenosîdê nas dikin lê Iraq nas nake

Ji aliyê din ve fermana 3’yê Tebaxa 2014’an heta niha ji aliyê 13 welatan ve bi fermî hatiye naskirin. Lê bes fermana 3’yê Tebaxê ku li ser axa Iraqê pêk hat hê jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi fermî nehatiye naskirin.

TAJÊ di nameya xwe de bal dikşîne ser vê mijarê û wiha dibêje: “Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an an ku li ser civaka Êzidî pêk hat, heya niha ji aliyê 13 welatan ve bi fermî hatiye naskirin. Fermana li ser civaka Êzidî li ser axa Iraqê û li hemberî hemwelatiyên wê pêk hat hat lê mixabin heya niha jenosîd ji hêla hikûmeta Iraqê ve bi awayekî fermî nehatiye naskirin. Di vê pêvajoyê de ji aliyê Iraqê ve naskirina jenosîdê ji bo me civaka Êzidî xwedî girîngiyeke taybet e.”

Daxwaza rojevkirina fermanê

Her wiha di dawiya nameyê de TAJÊ xwest di 10’emîn salvegera fermanê de jenosîda li ser civaka Êzidî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi fermî bê naskirin, daxwaz ji Berpirsê Kotaya Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê Nayîf Xelef Seydo kir ku fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bixe rojeva parlamentoya Iraqê.