TAJÊ û YJŞ’ê bi peyameke hevpar ‘Konferansa Rêbertî’ silav kirin

TAJÊ û YJŞ’ê di peyamên xwe ya hevpar ji ‘Konferansa Rêbertî’ re şandî wiha gotin: “Li ku derê dibe bila bibe divê kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe xurtir û mezin bikin.”

Şengal – Meşên azadiyê li dijî komploya navnetewî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Ewropayê ji sê navendan ji aliyê ciwanên Kurd û enternasyonalîst ve dest pê kir, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê roja 15’ê Sibatê bi meş û mîtîngekî bi dawî bû. Meşvanan di 16’ê Sibatê de ‘Konferansa Rêbertî’ lidar xistin.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) berdevka dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî û Fermandariya Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî bi dîmenek hevpar peyam şandin konferansê.

‘Têkoşîna hevalên me yên enternasyonalîst ji bo jinên Êzidî pîroz e’

Suham Şengalî di peyama xwe de li ser navê TAJÊ konferansa enternasyonalîst a Strasboûrgê silav kir û wiha got: “Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelekî girîng e. Weke jin, civak, weke hemû gelan em ê bi hev re têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin û xurt bikin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya hemû mirovan e, azadiya hemû civakan û bi taybetî jî azadiya hemû jinan e. Dema em bi hev re weke civak û jin têkoşînê xurt bikin, em dikarin di demeke nêz de xwe bigihînin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Hemû civak û hemû gel dikarin li ser ramana Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û rê li ber azadiya hemû civakan vekin. Têkoşîna hevalên me yên enternasyonalîst ji bo me gelê Êzîdî û bi taybetî jinên Êzîdî gelekî pîroz û bi wate ye. Li ku derê dibe bila bibe pêwîst e mirovên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe xurtir û mezin bikin.

 Banga xurtkirina tekoşînê hat kirin

Bi ramanê Rêber Apo hemû civak dikarin li ser axa xwe û li welatên xwe jiyaneke nû ava bikin. Ramanên Rêber Apo ji bo jiyana azad, ji bo jiyana demokratîk, ji bo jiyanek wekhev û adil çareserî ye. Weke civak mil bi mil em dikarin di demeke nêz de têkoşînê geştir bikin û bigihêjin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ji ber vê yekê têkoşîna hevalên me yên enternasyonalîst û bi taybetî jî yên jinên enternasyonalîst gelekî girîng e. Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) em ê di 8’ê Adarê de li dijî qetilkirina jinan kampanyayekê ragihînin. Li dijî qetilkirina jinan 100 deng tê gotin. 100 deng ji bo xweparastinê. Em hêvî dikin ku hemû kes tevlî vê kampanyayê bibin û em ê hemû bi hev re li hember qetilkirina jinan bibin asteng. Rêxistinkirina li ser ramanên Rêber Apo tê wateya têkoşîna li dijî qirkirina jinê. Li ser vê yekê em banga xurtkirina têkoşîna xwe dikin ku em ê di demeke nêz de bigihêjin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em ji hevalên xwe re serkeftinê dixwazin.”

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya hemû civak û jinan e’

Fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî jî ev peyam da û wiha got: “Li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) em weke jinên Şengalê konferans û Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê silav dikin. Em girîngî û wateyek mezin didin. Ji bo xurtkirin û mezinkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, pêwîst e em weke jin hîn bêhtir beşdarî van çalakiyan bibin û berpirsyariya xwe bi cih bînin. Pêwîst e em weke jin mil bi mil vê têkoşînê mezin bikin û xurt bikin, ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya hemû civakan û jinan e. Li ser vê yekê em bi taybetî bang li jinan dikin ku di vê çalakiyê de, di vê meşê de, di vê konferansê de rol û berpirsyariya wan kûr be, em ê hemû bi hev re vê têkoşînê mezin bikin û bigihêjin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ya girîng ew e ku têkoşîn û berxwedan heta dawiyê hîn mezintir bibe. Weke jinên Êzidî em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û parastina xwe û civaka xwe dikin. Ramanê Rêber Apo ne tenê ya gelê Kurd e, ji bo hemû civakan e ku dixwazin xwe azad bikin. Ji bo vê jî em ê vê têkoşînê mezin bikin, ji ber ku armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, em ê erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em careke din li ser navê YJŞ’ê silavên xwe ji hemû hevalên ku beşdarî konferans û Meşa Dirêj bûne dişînin û ji bo vê jî serkeftinê ji her kesî re dixwazin.”