TAJÊ Nazê Nayîf û hevalên wê bibîranî
Bi pêşengiya TAJÊ’ê jinên Şengalê ji bo bîranîna Nazê Nayîf Qewala kombûn û daxuyanî dan. Jinan biriyardariya xwe ya şopandina rêya Nazê û hevalên wê dubare kirin.
Şengal - 14’ê Adara 2017’an de hêzên hikumeta Federala herêma Bakurê Kurdistanê PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk dibin navê pêşmergên roj de xwestin xwe di bajarokê Xanesorê ya girêdayî Şengalê de bicih bike. Gelê herêmê ev yek nepejirand ji ber raboriya PDK’ê ya kû gelê Êzidî di nav lepên DAIŞ’ê de hiştî weke îro li ber çavê wan nû bû. Ji bo wê gel nexwestin ji derveyî hêzên wan kesekdin wan biparêze. Welatiyên Şengalê û piştevaniya wan ji Rojavayê Kurdistanê jî hat û bi hev re li hemberî dagirkeriyê meşiyan. Hêzên PDK’ê meşa welatiyan gulebaran kir. Di encamê de Enmada Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayîf Qewala jî di navê de 10 ciwanên Şengalê jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî birîndarbûn. Bi pêşengiya meclisa TAJÊ’ê jinên Êzidî ji bo bîranîna Nazê û hevalên wê kombûn û daxuyanî dan. Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Pakize Celal nirxandin kir.
Pakize Celal diyar kir ku ew weke jinên Şengalê ew ê her li pey şopa zarokên xwe bin û wiha domand: “Em ji bo salvegera keça xwe Nazê hatine mala wê. Di sala 2017’an de keça me Nazê ji ber xiyaneta PDK’ê û havkarên wê bi 9 hevalê xwe ve hatin qetil kirin. Di 14’ê adarê de bi xayintî hatin û xwestin bi rihetî bê ku ked bidin li ser xwîna Şehîdên me rûnin. Me ev yek nepejirand weke gelê Şengalê em çûn û me nexwest ku tu pevçûn çêbibin. Ew ji bo êrîşê hatibûn, zarokên me yên nêzîkatiyên wan ên êrîşkar dîtin parastina me kirin. Ew bi çekên giran ser me de hatin û 10 zarokên me qetilkirin.”
“Ew roj weke fermanê bû”
Pakîze hevkariya PDK’ê bi hêzên dijber re bibîrxist û wiha pêde çu: “Hêzên wê demê di bin navê Pêşmergên Roj de bi hevkariya dewleta Tirk bi ser me de hatin. Wan armanc kiribû bikevin Xanesorê ji mere ew roj jî weke Fermanê ye. Bi hêviya xweda û tawisê melek asayiş û hêzên me yên YBŞ û YJŞ’ê heya roja îro jî parastina me dikin. Heval me Nazê jî weke me di nava meşê bû armanca hêzên dagirker. Em dayik tucaran hêzên dagirker li ser vê axê naxwazin. Piştî fermanê wana dûbare ferman bi me dan jiyîn. Em êdî bi tu awayî wan na pejirînin ser vê axê. Em ê bi zarokên xwe re parastina vê axê bikin. Ew bi tu şêweyî qenciya me navên. Ew dixwazin me tûne bikin. Bi saya Şehîdên xwe em îro li ser vê axê dijîn. Em ê heya dawî Şopdarên wan bin. Tucaran Şehîd namirin serkeftin wê ya Êzidiya be.”
“Min jî şahidiya lehengî û îxanetê kir”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Niam Ilyas ji bo li ser bûyera Xanesorê ev tişt anî ziman: “Ez bi xwe jî di wê berxwedanê de bûm. Min Şahidiya lehengî û ixanetê kir. Ew roj ji me tevan re weke fermanê bû. Dibin navê pêşmergên Roj de mitên Tirkan û hevkarên xwe şandibûn. Dixwestin di Xanesorê de xwe bicih bikin. ji xwe piştî fermanê bi saya hêzên em û Şervanên Rêber Apo Şengal rizgar bû. Wan dixwest dîsa gengeşeyê li herêmê çêbikin ji bo wê hatin. Li gel ku welatiyên Şengalê wan nedixwestin jî bi zorê dixwestin xwe bi cîh bikin. Di encamê de 10 zarokên me Şehîtketin. Emê şopdarê wan bin û li peyî daxwazên wan biçin.”