‘412 milyon zarok di xizaniyek dijwar de dijîn’
Rapora nû ya Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li seranserî cîhanê 412 milyon zarok di xizaniyek darayî ya dijwar de dijîn û 417 milyon zarok jî herî kêm ji du xizmetên bingehîn bêpar in.
Navenda Nûçeyan – Bi zêdebûna bandorên pevçûnên çekdarî, qeyranên deynan û guherîna avhewayê re, li seranserê cîhanê xeteriyên ku gef li zarokan dixwe zêde dibe. Dema bi mîlyonan zarok ji perwerde û xizmetên tenduristiyê bêpar dimînin, xetera kêmbûna xurekê û koçberiya bi darê zorê jî zêde dibe.
Rapora "Zarokên Cîhanê 2025" a Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ya di 23’ê Mijdarê de hate weşandin, hişyar dike ku pêşketina di kêmkirina xizaniya zarokan de ji ber sê qeyranên mezin di xetereya paşketinê de ye. Di raporê de hate diyar kirin ku ev sê qeyran jî qeyrana zêdebûna pevçûnên çekdarî, qeyrana giranbûna guherînên avhewayê û qeyrana fînansman û deynan e.
Li gorî raporê ev qeyranan, bi sedan milyon zarokan ber bi bêpariyê ve dibin. 412 milyon zarok di xizaniyek darayî ya dijwar de dijîn û 417 milyon zarok jî herî kêm ji du xizmetên bingehîn ên mîna perwerde, xizmeta tenduristiyê, stargeh, xwarin û ava paqij bêpar in.
Rapor, da zanîn îro tundiya çekdarî du qat zêdetir bandor li zarokan dike û qeyrana avhewayê jî nêzikî mişyarek zarokan dixe di bin xeteriyek cidî de. Her wiha kêmkirina alîkariya pêşkeftinê û zêdebûna deynê, welatên kêmdahat neçar dibe di navbera dayîna deynan û veberhênana li pêşeroja zarokan de dudil bihêle; li gelek welatan deynên faîzê ji budçeyên tenduristî û perwerdehiyê zêdetir bûne.
Hate destnîşan kirin ku ev her sê qeyranan hev xwedî dikin û çerxek bêsûd a şikandina wê zehmet ava dike. Karesatên avhewayê pevçûnan girantir dike, koçberî xizmetan dixe tengasiyê û kêmbûna alîkariya navneteweyî jî deynê zêdetir dike.
Rûxmê vê yekê UNICEF’ê, destnîşan dike ku xizaniya zarokan dikare bi îradeya siyasî û pêşîniyên rast were ji holê rakirin. Ji sala 2000’an û vir ve bêparbûna giran di nav zarokan de di asra sêyan yek kêmbûye û hejmara zarokên ku di xizaniya dijwar de dijîn ji 507 mîlyon daket 412 mîlyonî.