TAJÊ ji jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê re name şand
Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ ji 113 kesayet, rêxistin û saziyên jinan ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê re derbarê jenosîdê de name û dosya şand

Şengal – Bi rasthatina salvegera 11’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji 113 kesayet, rêxistin û saziyên jinan li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yên di hevgirtina NADA’yê de cih digirin, derbarê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û danasîna TAJÊ û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de, name û dosya şand.
TAJÊ di name û dosyaya xwe de ji sazî, kesayet û rêxistinên jinan daxwaz kir ku piştgirî bidin doza jin û civaka êzidî û xwestin zext li welatên xwe bikin daku fermana 74 bi awayekî fermî wek jenosîd nas bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye heta niha 14 welatên Ewropayê bi awayekî fermî fermana li ser civaka êzidî wek jenosîd qebûl kirine lê Iraq di serî de gelek welatên li Rojhilata Navîn bi awayekî fermî fermanê wek jenosîd qebûl nekirine.