Rojnamevana Sûdanî Ayşe El-Majîdî piştî sê rojan hat berdan
Rojnamevana Sûdanî Ayşe El-Majîdî ya beriya sê rojan ji ber parvekirinên xwe yên der barê xemsariya hikûmetê ya li hemberî rewşa aborî de hatibû binçavkirin, hat berdan.
Navenda Nûçeyan – Medyaya Sûdanê, ji destpêka şerê Nîsana 2023’yan û vir ve bi sînordarkirinên ewlehiyê, zehmetiyên gihîştina agahiyan, zextên li ser rojnamevanan û gefên li dijî azadiya derbirînê re rûbirû ye.
Pispora medyaya Sûdanî Ayşe El-Majîdî ya beriya sê rojan ji ber parvekirinên xwe yên der barê xemsariya hikûmetê ya li hemberî rewşa aborî de hatibû binçavkirin, îro hat berdan. Ev bûyer di nav derdorên medyayê û parêzvanên mafên jinan ên Sûdanê de deng veda û nîqaşên der barê rewşa azadiya çapemenî û azadiya derbirînê ya li welat de ji nû ve geş kir.
Rojnamevan û çalakvanên jin hevgirtina xwe bi Ayşe El-Majîdî re nîşan dan û daxwaza eşkerekirina şert û mercên girtina wê parastina mafên wê yên yasayî kiribûn.