TAJÊ ji bo salvegera damezrandina KJK’ê dar çand

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya 20’emîn salvegera damezrandina KJK’ê li Parka Dayê Erzan dar, gul û çîçek çand.

Şengal Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 20’emîn salvegera damezrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), li Geliyê Kersê Parka Dayê Erzan dar, gul û çîçek çand.

Beriya çandina dar, gul û çîçekan li ser navê koordînasyona TAJÊ Sûham Şengalî axaftinek kurt kir.

‘Me îlhamê ji KJK’ê girt û xwe birêxistin kir’

Sûham Şengalî di destpêka axaftina xwe de damezirandina KJK’ê li hemû jinên têkoşer ku ji bo azadiya jin û civaka xwe canê xwe feda kirin, jinên ku li ser jinên têkoşer dimeşin û hemû şehîdan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Avakirina KJK’ê ji hemû jinan re bû cihê kêfxweşiyê û ji bo me jî bû bingeha xwe rêxistinkirinê. Rêxistinkirina KJK’ê bi taybetî ciheke wekî Kurdistan xwedî girîngiyeke gelek mezin bû ku li Kurdistanê jin dest bi meşa azadiyê, meşa serkeftinê kirin. Ji ber vê yekê li Kurdistanê têkoşîna jin a siyasî, çandî, civakî li hemû qadan didome. Me jî wek jinên Êzidî piştî fermanê îlhameke mezin ji KJK’ê girt û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo me xwe birêxistin kir. Ew îlhama ku ji jinên Kurd girtî ji bo me bû bingeha xwe birêxistinkirinê. Ev têkoşîna 20 salan li gelemperiyê cîhanê dewam dike û jin ji bo azadiya xwe û civaka xwe têkoşîn dimeşînin.”

Her wiha Sûham Şengalî da zanîn ku rojên wisa ji bo wan rojên cejnê ne û wiha got: “Em di vê roja pîroz de pêşenga jin a mezin heval Sara bi bîr tînin. Gotinek heval Sara hebû û digot ‘heke rojek welatê me Kurdistan rizgar bibe em ê her derê bikin gul û çîçek’ û ji bo bîranîna heval Sara bi awayekî sembolîk her sal di vê rojê  de jin li her derê gul diçînin. Û gotineke Rêber Apo heye ku dibêje şoreşa jin şoreşa gulê e. Bi vê wesîleyê em careke din 20’emîn salvegera damezrandina KJK’ê li hemû jinan pîroz dikin.”