REPAK: Xeteriya li ser gelê Êzîdî bi dawî nebûye

REPAK’ê diyar kir têkoşîna ku jinên Êzîdî dimeşînin xwedî cihekî dîrokî û mafdar e û got: “Jinên Êzîdî bi xwe-rêxistinkirinê re teqez wê azadiya xwe û ya gelê xwe mîsoger bikin.”

Navenda Nûçeyan- Navenda Têkiliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK), bi mebesta salvegera 12'an a jenosîda li ser civaka Êzîdî ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘Gelê Êzîdî bi çand, bîr û baweriya xwe bû bingeha civakbûna mirovahiyê’

REPAK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser dîroka kevnar a civaka Êzîdî û destnîşan kir ku gelê Êzîdî bi çand, bîr û baweriya xwe bûye bingeha civakbûna mirovahiyê. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku civakên xwedî nasname di seranserê dîrokê de rastî êrîşên hêzên desthilatdar hatine û Şengal jî yek ji van mînakên herî giran e.

Nêzîkî 6 hezar û 400 jin û zarok hatin revandin’

Di berdewama daxuyaniya REPAK’ê de wiha hat gotin: “Di dîroka nêz de hemû mirovahiyê şahidî ji fermaneke din ku bi serê gelê Êzîdî de hat kirin. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê bi hêzeke mezin êrîşeke hovane li ser Şengalê pêk anî. Ev êrîş fermaneke din e ku wekî Fermana 74’an û qirkirina gelê Êzîdî tê zanîn. Di encama vê ferman û qirkirinê de civaka Êzîdî rastî komkujiyeke ku wê bi tu awayî ji bîra mirovahiyê dernekeve hat. Ger berxwedana şervanên azadiyê yên Kurd bi pêşengtiya 12 siwariyan bipêş neketibûya, wê encama fermanê hîn girantir bibûya. Di komkujiyê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û nêzîkî 6 hezar û 400 jin û zarok hatin revandin, wendakirin, rastî tacîz û destdirêjiyê hatin û bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê hatin. Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên xwe hatin koçberkirin.”

‘Xeteriya li ser gelê Êzîdî bi dawî nebûye’

REPAK’ê, destnîşan kir ku tevî dîtina zêdetirî 80 gorên komî, aqûbeta gelek jin û keçên ku wekî kole hatin firotin hîn jî ne diyar e. REPAK’ê, ragihand ku her çend ev ferman di asta navneteweyî de wekî jenosîd hatibe pejrandin jî, xeteriya li ser gelê Êzîdî bi dawî nebûye û hat gotin ku peymanên mîna ya 9'ê Cotmeha 2020'an rê li ber qirkirinê nagirin.”

Banga hevgirtin û têkoşînê

REPAK’ê, di dawiya daxuyaniya xwe de cangoriyên fermanê bi hurmetî bi bîr anîn, êş û birînên gelê Êzîdî parve kirin û bang li raya giştî û hemû jinan kir ku li beramberî îradeya Şengalê berpirsyariya xwe bi cih bînin.

‘Têkoşîna ku jinên Êzîdî dimeşînin xwedî cihekî dîrokî û mafdar e’

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku Fermana 74'an rasterast nasname û bedena jinên Êzîdî hedef girtiye û ev peyam hat dayîn: “Îro têkoşîna ku jinên Êzîdî dimeşînin, xwedî cihekî dîrokî û mafdar e. Jinên Êzîdî bi xwe-rêxistinkirinê re teqez wê azadiya xwe û ya gelê xwe mîsoger bikin.”