TAJÊ: Em li 4 zarokên xwe xwedî derkevin

TAJÊ’ê li hemberî biriyara Dadgeha Musilê ya darvekirina 4 ciwanên Êzidî narazîbûn nîşanda û diyar kir ku dê li hemberî biriyara wan bêdeng nemîne.

Şengal - 26’ê Îlona 2020’an 2 ciwanên ji eşîra Şemir ên Îraqî li ser rêya navbera Til-Izêr û Şengalê hatinbûn kuştin. Piştî bûyerê, di heman rojê de 4 ciwanên Êzidî ku temenê wan di bin 20 saliyê de ye, ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve bi îdîaya kuştina 2 ciwanên eşîra Şemir hatibûn girtin. Dadgehê Ceza ya Musilê 21’ê Nîsana 2021’an derbarê 4 ciwanên Êzidî de biryara darvekirinê da. Ji 21’ê Nîsanê dema aghiya vê biriyarê giha Şengalê heta niha nerazîbûnên li hemberî dadgehê û cezakirina çar ciwanan dewam dikin. Despêkê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) dijî biryarê nerazîbûn nîşan da û banga nerazîbûnê li civaka Êzidî kir. Paşê Komeleya Ciwanên Dîgorê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe nîşandan. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî biriyara Dadgeha Musilê diyar kir. Endama TAJÊ’ê Zehra Şemo li ser navê jinên Şengalê daxuyanî da.

Zehra da zanîn ku ewê weke jinên Êzidî li hemberî vê biriyarê derkevin û got: “Jin û zarokên Êzidiyan bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilkirin û revandin rojekê biriyara darvekirinê li ser wan dernexist, zarokên em yên li ser rêya xwe derbasdibûn hatin girtin û cezayên wiha giran dane wan. Em vê qebûlnakin û emê li hemberî biriyara wan di nava çalakiyan debin. Emê li zarokên xwe xwedî derkevin û em nasekinin.”

Daxuyanî bi diruşmên weke “Bijî Êzidîxan” Bimire xiyanet” bidawî bû.