TAJÊ: Em ji jinên Kurd, partî û rêxistinên demokratîk piştevaniyê dixwazin
TAJÊ li hemberî rewşa dawî ya Şengalê û êrîşên PDK’ê daxwaza piştevaniyê kir û got: “Bangawaziya me ji hemû jinên Kurt, Êzidî û partî û rêxistinên demokrat re ewe li hemberî êrîşên PDK’ê ên li ser civaka me ya Êzidî hewil dide pêkbîne rewaste. Divê yêdî em hemû jin li beramberî dijminatiya PDK’ê destê xwe bikin yek û rawastin.”
Navenda Nûçeyan - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) girêdayî êrîşên PDK’ê yên vê dema dawî li ser Şengalê daxuyanîyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de bal hat kişandinsa ser pêvajoya fermanê ku PDK’ê Şengal hêla û çu û wiha hat gotin: “Di 3’ê Tabaxa sala 2014 an de bi xiyaneta hêzên PDK’ê re çeteyên DAIŞ’ê êrîşê şengalê kirin û ferman li ser civaka Êzidî rakirin. Di vê fermanê de bi hezaran jinên Êzidî hatin qetilkirin û ketin destê DAIŞ’ê. Li ber çavê hemû duniya yê qirkirina jinên Êzidî pêk hat, ev jî di encama îxaneta PDK’ê çêbû. Weke ku PDK ji vê fermanê têr nebe vê carê jî di 3’ê Adarê sala 2017’an de bi pêşmergeyên xwe yên roj êrîşî Xanasorê kirin. Heta niha jî PDK dijimtiya xwe ya li hember Kurdan û taybetî jî civaka Êzidî dewam dike.”
TAJÊ di daxuyaniyê de peymana 9’ê Cotmehê bibîr xist û ev tişt got: “Bi Tirkan re bû yek û peymana 9 Cotmehê ku vîna civaka Êzidî nasnake imza kir. Li ser esasê itîfaqa 9’ê cotmehê PDK’ê li hember jinên Êzidî û civaka Êzidî li her derê dijmintiya xwe kur kir. Vê carê jî di bin navê hilbijatinan de bi kesê bi navê Aşîtî Koçer ê fermandarî ji hêzên PDK’ê yên Şengalê re dikir, ku pêşeniya îxanetê kiribû, xwestin bînin Şengalê. Gelê Êzidî taybet dayik li hember vê rawestiyan û bi biryareke mezin hatina pêşmergeyan a li ser axa pîroz qebûl nekirin û wan paşve birin. Vê carê jî bi hêrsa binkeftinê carekî din dixweze bi hêzekî mezin Şengalê dagirbike.
Bangawaziya me ji hemû jinên Kurt, Êzidî û partî û rêxistinên demokrat re ewe li hemberî êrîşên PDK hewil dide li ser civaka me ya Êzidî pêkbîne rewaste. Divê yêdî em hemû jin li beramberî dijminatiya PDK’ê destê xwe bikin yek û rawastin.”