TAJÊ li Şengalê bi şahiyek navenda xwe ya yekemin vekir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi tevlîbûna, endamên meclîs û saziyên jin, dayîkên cangoriyan û jinên Ereb navenda xwe ya yekemîn li navçeya Sinûnê ya Şengalê vekir.

Şengal- Tevgera Azadiyê A Jinên Êzidî (TAJÊ) bi beşdariya dehan jinên Êzidî-Ereb yekemîn navenda kar û xebatên xwe li navçeya Sinûnê ya Şengalê vekir. Berdevka TAJÊ Riham Hico di destpêka axaftina xwe de di şexsê cangoriyên Parîsê de hemû cangoriyên tekoşîna azadiyê bibîr anî, vekirina navendê li tevahî jinên Êzidî pîroz kir. Bi navê tevahî jinên Êzidî silav û heskirinên xwe ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan re anî ziman. Rîham Hico da zanîn ku wan xwe bi saya fikrê Abdullah Ocalan bi rêxistin kiriye, ew ê li ser vê fikrê tekoşîna xwe ji niha û pêde hîn mezintir bikin, rêxistinbûna xwe berfireh bikin û vê navendê veguherînin akademiya perwerdekirina tevahî jinên Êzidî.

‘Em ê li ser xeta Sara tekoşîn û meşa azadiyê bidomînin’

Berdevka TAJÊ Rîham Hico di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tekoşîna pêşenga tevgera azadiya jin Sakîne Cansiz û wiha got; “Keda Rêber Apo ji bo me daye, hişt em xwe li ser xeta azadiya jinê bi rêxistin bikin. Tekoşîna hevrê Sara û hevalên pêre şehîd bûn Rojbîn û Ronahî û hezaran ên weke wan ji bo me bûn hêvî, bawerî û ronahî di xwe rêxistinkirina me de. Em li ser bîr û baweriya van pêşengên xeta azadiya jin tekoşînê dimeşînin û li hemberî her cûre êrîşên dijî jinan li ber xwe didin. Ji ber ku tekoşîna jinan xwe li ser çanda berxwedanê ava kiriye. Sekna rêheval Sara, tekoşîn, heskirin û şerê wê yê azadiyê em fêrî vê heqîqetê kirin. Em ê jî tekoşîna xwe li ser xeta Sarayan berdewam bikin.”

‘Wê ev navend bibe cihê çareseriya pirsgirêkên jin û civakê’

Berdevka TAJÊ Rîham Hico di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola ku wê navend pê rabe û wiha got; “Me heta niha li ser tecrûbeya rêxistiniya xwe ji bo tevahî jinên Êzidî û Ereb xebatekî girîng bi rêya meclîsên xwe yên li gund û navçeyan meşand. Me heya niha xebatên TAJÊ li hemû gund û komelgehan meşand, lê me pewîstî bi vekirina navendek dît. Armanca me rêxistinkirin, perwerdekirin û bi hêzkirina jinan e. Çi pirsgirêkên jinan hebin emê li vir çareser bikin û emê bibin hêza çareseriyê. Di serî de ji bo jinan, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên civakê, xebatên TAJÊ xwedî girîngiyek mezin e. Jin di hemû qadên civakê de, xwedî hêza avakirinê ne, wê ji niha û pê ve jî ev navend ji hemû jinan re bibe stargeh, da ku bikaribin hevdu bi hêz bikin.”

Piştî axaftina Rîham Hico bi dawî bûn, jinan bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ dayîkên cangoriyan Pakîze û dayê Sûrî jî qurdeleya Navendê jêkirin û vekirina navendê li hemû jinan pîrozkirin.

Jinên Êzidî û Ereb yê ji endamên meclîsê li ser vekirina navendê kêfxweşiya xwe anîn ziman û nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Endama Meclîsa Jin Sûrî Şingalî di serî de cangoriyên azadiyê bibîr anî û wiha kêfxweşiya xwe anî ziman; “Ez vê navendê li tevahî malbatên şehîdan pîroz dikim. Niha li hemû gundan jin hatin hebûna me li gel hevdû cihê kêfxweşiyê ye. Ez li tevahî cangoriyên di ber şoreşa Rojava de ked dan e vê navendê diyarî wan dikim û li wan jî pîroz dikim. Ez bi qurbana çavê gerîla bim ku di dema fermanê de bi me ve hatin û em xilas kirin, ez vê navendê diyarî wan jî dikim. Silav û heskirinên xwe ji wan re rêdikim. Em ê tû carî dev ji tekoşînê bernedin û heta dawî li ser şopa cangoriyên xwe bimeşin.”

‘Em ê yekîtiya jinên Ereb û Êzidî bi hêz bikin’

Endama Meclîsa Jinên Ereb Zihûr Mihemed bal kişand ser bihevrebûna jinên Êzidî û Ereb û kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman; “Ez vekirina vê navendê li tevahî jinên Êzidî-Ereb pîroz dikim. Em îro xwedî rêxistin û hêzê ne. Em hevre tekoşînê dimeşînin. Pirsgirêkên me hemû jinan yek in. Vekirina cihekî wisa ji bo pirsgirêkên hemû jinan wê bibe cihê çareseriyê.”

‘Hêviya me rizgarkirina tevahî jinên dîl girtiye’

Endama meclîsê Tewrê Hisên jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got; “Em jî di serî de vê navendê li hemû jinan pîroz dikin. Em vê navendê di serî de diyarî tevahî jinên me yên ku hîn jî dîl girtine dikin. Em di vekirina her navendeke xwe de, di her kombûn û rojên kêfxweşiyê de wana tînin bîra xwe û hêviya xwe ya rizgarkirina wan tînin ziman.”

‘Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin’

Endama meclîsê Niam Bedel jî axivî û wiha got; “Ez di serî de di şexsê rêheval Sara de tevahî şehîdên tekoşîna azadiya jinê bibîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Em îro bi saya wan xwe bi rêxistin, zane û perwerde dikin. Em vê navendê diyarî wan dikin. Ez li tevahî endamên meclîsên TAJÊ pîroz dikim ku ji bo avakirina vê navendê bûne xwedî kedekî mezin. Fikra Rêber Apo ji bo me jinên Êzidî bû ronahiyek em xwe pê bibînin û zane bikin. Em ê li vê navendê jî xwe li ser fikra Rêber Apo perwerde bikin. Me çawa heta niha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tekoşîn meşand ji niha û pêde jî wê tekoşîna me li ser esasê azadiya fîzîka ya Rêber Apo be. Em ê di vê navendê de çalakiyên bi hêz nîqaş bikin û ji bo azadiya Rêber Apo çi ji destê me werê bikin. Me heta niha kar û xebatên xwe di ser navendên meclîsan re dida meşandin. Em ê ji niha û pêde li ser ezmûna ku me heta niha bi dest xistiye di vê navenda nû de kar û xebatên xwe hîn berferehtir bikin û rêxistiniya xwe bihêz bikin.”