TAJÊ: Divê bi tekoşînêke bilind parastina xwe ya cewherî ava bikin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li naveda bajêrê Şengalê li Dibistana Sor daxuyaniyek da.

HÊVÎ EZDA

Şengal-Dibistana Sor a ku di fermanê de bi hezaran jinên Êzidî lê hatin komkirin û li wê derê ji bo firotin, kuştin û revandinê dihatin cudakirin îro bi rasthatina salvegera 10’emîn a fermana 74’an Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) banga hevgirtinê ji bo tevahî jinên cîhanê kir û soza tolhildana hemû jinên ku bûne qurbaniyên vê fermanê dubare kir.

Di destpêka daxuyaniyê de TAJÊ’ê bi van hevokan şehîdên fermana 74’an bi bîr anîn: “Di serî de em di şexsê şehîdên fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an bi hezkirin, rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Wekî tê zanîn roj bi roj em nêzî roja reş dibin. Ew roja ku li ser maseyê hêzên desthilatdar ên bêbext bi lihevkirinê Şengal firotin û teslîmî çeteyên DAIŞ’ê kirin.”

‘Dibistana Sor ji ber îxaneta PDK bû cîhê kolekirina jinan’

Di daxuyaniyê de jinên Êzidî bal kişandin ser wate û girîngiya Dibistana Sor û wiha hat gotin: “Ev dibistana em lê daxuyanî didin di roja reş de hemû jinên hatibûn revandin lê hatin komkirin.  Di vê dibistanê de dengê qêrîna jinên ku bûne qurbaniyên fermanê bilind bûye. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jin, zarok û kesên me ji vê dibistanê siwarê wesayîdan kirin û berê wan dan Mûsilê. Ev dibistan weke dibistana Zerfîfa Osê hatbû binavkirin lê roja fermanê, ji ber îxaneta PDK’ê, bû cihê kolekirina jinan û firotina jinên Êzidxanê.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê bal kişand ku têkoşîna piştî fermanê jin li dijî aqilê qirker û dagirker ê desthilatadariyê didomînin û wiha hat gotin: “Me di 9 salan de li hemberî her cure siyaseta qirkirin û êrîşên dagirkeriyê têkoşînek bênavber da meşandin. Di sala 10’emîn a fermanê de jî em ê bi heman biryardariyê têkoşîna xwe û xebatên xwe di bin dirûşma “Jin Jiyan Azadî, bi tekoşîna jinan em ê tola 74 fermanan bistînin” bimeşînin.”  

‘Pêngava KJK’ê em bi nirx û wate dibînin’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê di berdewamiya daxwiyaniya xwe de bal kişandin li ser Pêngava ji aliyê KJK’ê ve bi dirûşma “Li dijî mêrên hegemon em jinên Şengal û Afganistanê bi tenê nehêlin” hatiye ragihandin û wiha hat gotin: “Em bi nirx û wate dibînin. Li her 4 aliyê cîhanê hêzên desthilatdar ji bo serweriya xwe bidomînin, gelan paşguh dikin û wan di siyaseta xwe ya qirêj de difetisînin. Li gorî berjewendiyên xwe li ser jinan û civakan bazarê dikin. Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an mînaka wê ya zindî bû. Cîhanê wê demê çavên xwe ji fermanê re girt. Heman desthilatdaran li Afganistanê jî di 15’ê Tebaxa 2021’ê de jin û gelê Afganistanê kirin qurbanên bazar û lihevkirinên xwe. Ev biryara qirkirina li ser jinan û gelê Afganistanê ye. Zihniyeta Talîbanê, zihniyeta DAIŞ’ê ye.”

TAJÊ bi van hevokan desthiladariya Talîban ya li ser jinên Avxan nirxand: “Li Afganistanê jin hatine pelçiqandin. Mafê wan ê çûyîna dibistanê hatiye qedxekirin. Îro tundiya li ser jinên Afganî pêk tê ne tenê bi rojekê re sînordar e. Ev tundî her roj tê kirin. Li her qada jiyanê jin têne perçiqendin û îradeya wan tê xesbkirin. Tu hêviya me ji hêzên desthilatdar nîn e.”

‘Namûsa me xaka me ye, zimanê me, ol û baweriya me ye’

Di dawî de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê bi van hevokan bang li jinên Êzidî û hemû jinên cîhanê kir: “Pêwîst e em bibin yek ruh û yek dil. Da ku em bikaribin li hemberî her cure destdirêjî û tundiya mêrên hegemon ên desthilatdar têbikoşin û civakeke azad û wekhev ava bikin. Yên ji vê hêviya mezin û daxwaza hevbeş a mirovahiyê re pêşengiyê bikin jin in. Xwedîderketina li nirxên bi destên jinan hatine afirandin, xwedîderketina li xak, welat û civaka xwe ye. Em weke jinên Êzidî tu carî destdirêjiya li ser jinan pêk tê qebûl nakin. Di bin navê namusê de ev tundî pêk tê lê jin ne namûsa tu kesê ne, namûsa me xaka me ye, zimanê me, ol û baweriya me ye. Li ser vî esasî bangawaziya me ji bo hemû jinên Êzidî yên li welat û derveyî welat ewe ku ji bo vîn û azadiya xwe, xwe bi rêxistin bikin, ji bo êrîşên li ser nirx, ol û baweriya xwe, ji bo guhertin û veguhertinê rabin ser piyan. Dîsa em bang li hemû jinan dikin ku bi ruhekî hevbeş xwedî li nirxên xwe derkevin, têkoşînê bilind bikin û parastina xwe ya cewherî ava bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî dawî bu.