TÎHV: Li Tirkiyeyê di nava 2 salan de 21 penaberan jiyana xwe ji dest dan

TÎHV’ê diyar kir ku li Tirkiyeyê di navbera Çileya 2020 û Mijdara 2022’an de herî kêm 21 penaberan di encama êrîşên nîjadperestan de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) bi boneya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan dîmenek weşand. Di vîdeoyê de hat diyarkirin ku li cîhanê herî zêde penaber li Tirkiyeyê ne û di navbera Çileya 2020 û Mijdara 2022’yan de herî kêm 21 penaberan di encama êrîşên nijadperestan de jiyana xwe ji dest dane.

108 mîlyon kes bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne

Di vîdeoyê de daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî hatin parvekirin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî hate destnîşankirin ku hejmara kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne 108 mîlyon derbas kiriye û ji her 5 kesên bi darê zorê hatine koçberkirin 2 jê zarok in. Her wiha di vîdyoyê de hate diyarkirin ku li gorî Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar, di sala 2022’an de 90 penaber û di 5 mehên destpêkê yên sala 2023’an de jî 37 penaber ji ber kuştinên kar jiyana xwe ji dest dane.

Di vîdyoyê de hat gotin “Em bi bîra hemû aktorên civakî û siyasî dixin: Mîna her mirovî, penaber/penaxwaz jî xwedî mafên wekhev in! Divê dev ji her cure cudakarî û gotinên nefretê yên li dijî penaber/penaberan bê girtin!”

Di raporê de ev dane hatin parvekirin:

*Di rapora Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) a bi navê “Perwerdehiyên Cîhanî yên Jicîhûwarkirina Bi Darê Zorê ya 2022” de, hejmara kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne par derketiye 108,4 mîlyonî, li gorî dawiya sala 2021’an bi qasî 19 mîlyon zêde bûye.

* Di vê hejmarê de 62,5 mîlyon mirovên jicîhûwarkirî, 35,3 mîlyon penaber, 5,4 mîlyon penaxwaz û 5,2 mîlyon kesên hewcedarê parastina navneteweyî ne.

*Welatên bi dahata kêm û navîn ji sedî 76ê penaberên cîhanê dijîn û hewcedariya wan bi parastina navneteweyî heye.

* Li welatên herî kêm pêşkeftî ji sedî 20 ê koçberên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne, ji sedî 70 ê penaberan û yên ku pêwîstiya wan bi parastina navneteweyî heye li welatên cîran dijîn.

*Di raporê de hat diyarkirin ku bi qasî 3,6 milyon penaber li cîhanê welatê herî zêde penaberan lê dihewîne Tirkiye ye. Piştî Tirkiye bi 3,4 mîlyon Îran, bi 2,5 mîlyon Kolombiya û bi 2,1 mîlyon Elmanya tê.

*Li gorî raporê, zarokên ku ji sedî 30 ê nifûsa cîhanê pêk tînin, ji sedî 40 ê bi darê zorê hatine koçberkirin.