Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Fînala herî girîng a vê pêvajoyê dê kongreya me be

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna koma yekemîn a meclisê de axivî, diyar kir ku ew ê bi destpêkeke nû dest bi xebatan bikin û wiha got: "Em ê rê nedin kesên ku bi gavên qazê welat ber bi xwînê û sefaletê ve dibin.”

Navenda Nûçeyan- Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna Koma Meclisê ya piştî hilbijartinê pêk hat de rojeva Tirkiyeyê nirxand.

Çîgdem Kiliçgun Uçar bi bîr xist ku hefteya borî bi avakirina operasyona bertîlê navçeya Panosê ya Agiriyê hevserokên wan hatin girtin û wiha got: “Yên ku bêhiqûqiyan wekî hinceta girtinê nîşan didin, bila li raporên dîwanê binêrin! Ger hûn bi rastî li bêhiqûqiyê digerin, li şaredariyên xwe binêrin. Ji van derew û komployan re zikê me tijî ye! Qeyûmên ku li 48 şaredariyên me hatine tayînkirin, her roj vîna van mirovan tune dihesîbînin, her cure bêhiqûqiyê dikin, li wan binêrin! Tişta ku hûn ji şaredariyê fêm dikin ew e ku li nîvê kuçeyê li ser rojnamegerên li ser gendelî û diziya we dinivîsin, bi polîsan re lêdan û tehdîd dikin. Bi vê minasebetê em şîfaya xêrê ji rojnameger Sînan Aygul re dixwazin û ji vir diyar dikin ku em ê dozê bişopînin.”

'Em vê ferasetê red dikin'

Çîgdem Kiliçgûn Uçar, bal kişand ser kiryarên dawî yên Qeymeqamtiya Tetwanê û axaftina xwe wiha domand:

“Duh lîstika tîma ŞanoWan a bi Kurdî bêyî hincetek were nîşandan hat qedexekirin. Dijminê çapemeniyê ne, dijminê heqîqetê, dijminê xwezayê, dijminê jinê ne lê herî zêde jî dijminê Kurd û Kurdîstanê ne. Geşedanên li Tetwanê vê yekê nîşanî me didin. Yek ji armancên bingehîn ên vê hikûmeta ew e ku hewl dide tundiyê asayî bike, LGBTI+yî ne. Em vê feraseta ku li şûna maf û azadiyên wan nas bike, bi gotinên nefretê sûcan dike, red dikin. Hevala me Ozgul Sakî li cihê ku mafê xwepêşandan û meşê mafekî bingehîn e, tundiya dewletê îfşa kir.”

'Em azadiya jiyanê diparêzin'

Çîgdem Kiliçgûn Uçar di axaftina xwe de bal kişand ser Roja Penaberan a Cîhanê û wiha got: “Em ji bo bidawîbûna şeran têdikoşin ku sedema herî mezin a pêlên koçberiyê ne. Em diparêzin ku divê mirov li cihê ji dayik bûne mezin bibin lê azadiya hemû kesan hebe li cihê ku dixwazin bijîn. Wek Partiya Çepên Kesk me ji bo penaberan her dem jiyana bi ewle, bi rûmet û bê mijara bazariyê parast û em ê biparêzin.”

Doza Denîz Poyraz

Çîgdem Kiliçgûn Uçar, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Me canê xwe, rêhevalê xwe ya hêja Denîz Poyraz di salvegera qetilkirina wê de bi bîr anî. Ez careke din Denîz Poyraz a di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bû, bi minetdarî bi bîr tînim. Hewl didin berpirsên vê qetlîamê bên safîkirin, ji bo veşartina hezên serekê yên li pişt komkujiyê û aliyên wê yên siyasî hemû tişt tên kirin. Ji Denîz re soza me ye; em ê destûr nedin vê yekê.

Xwedê rehma xwe li dayika Asiye bike ku yek ji dayikên şemiyê bû, ji hezkiriyên wê re sersaxiyê dixwazim. Nefikirin ku piştî dayika Asiye bimre lêgerîna kujerên kurê wê Huseyîn Aydemîr dê bê terikandin. Em soza xwe ya têkoşînê dubare dikin. Têkoşîn û daxwazên dayikên Denîz û Asiyeyan emanetî me ne.”

'Divê hikûmet rastiyê bibîne'

Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku Tirkiye di roja hilbijartinê de du bendên krîtîk derbas kiriye û der barê encamên hilbijartinê de ev tişt anî ziman.

“Encamên hilbijartinê nîşan dan ku rewşa qeyrana li welat wê bidome. Di vê navberê de qeyranek siyasî ya piralî heye. Nîvê welatiyên li vî welatî dijîn, rejîma despotîk a bi navê pergala rêveberiya serokatiyê qet napejirînin. Ji ber vê yekê hilbijartinan nîqaş bi dawî neanîn, berovajî vê nîqaş mezin kirin. Bi dîtina encamên hilbijartinan kes nikare ji rastiyê bireve! Qeyrana sereke ya ku ji neçareseriya pirsgirêka Kurd derketiye her diçe mezin dibe û ev mezinbûn hemû kesên li dijî wî disekine biçûk dixe. Li gorî encamên hilbijartinê guhnedana vê pirsgirêkê israra bi qestî ya li ser xeletiyan e. Li vir em careke din bang dikin; encamên hilbijartinê çi dibe bila bibe, her polîtîkayek ku têkiliya di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên pêkhatî de çênebe, mehkûmî hilweşînê ye. Divê rêveberên vî welatî û mejiyê dewletê vê rastiyê bibînin.”

'Ji bo kedkaran mûçeyek jiyana mirovî'

Çîgdem Kiliçgûn Uçar, der barê mûçeyê asgerî de jî xîtabî hikûmetê kir û got, “Mûçeyê kêmtirîn îro weke 11 hezar û 402 lîre hate destnîşankirin. Li welatê ku mûçeyê kêmtirîn bi vî awayî tê diyarkirin sînorê xizantiyê 33 hezar lîre ye. Banga min ji bo îktîdarê ye; ka hûn bi vî pereyî debara xwe bikin gelo ka dê bikarin bijîn? Me reqemekî li gorî jiyana însanî daxwaz kiribû û dê bixwazin. Pirsgirêkên welêt li şûna xwe disekinin. Hemû polîtîkayên îqtîdarê ji derveyî aqil in. Dê têkoşîna me ya li dijî vê yekê bidome. Em ê nehêlin fatûreya krîza aborî gel bide.”

‘Em di nava pêvajoyek nû de ne’

Em ê hemû nîqaş û civînên xwe bi gelê xe re bikin û wê ev yek rê li ber qewînbûn paradîgmaya me veke. Em ê dest ji vê kedê bernedin û xwedî li keda partî û paradîgmaya xwe derkevin. Em dixwazin dîsa viya bibêjin; tekane partiya ku civakê diparêze û bi hêz e partiya me ye. Em ê her tifaqa xwe mezin bikin û em ê tifaqa rasteqîn ava bikin. Em soz didin jinan, ciwanan, kedkaran, bindestan, astengdaran, feqîran, ekolojîstan û hemû beşên civakê ku em ê qadên têkoşîna xwe vala nehêlin û bi dînamîkên xwe re girêdanek bihêz û jidil pêk bînin û tenê ne li parlamentoyê em ê bi wan re li her qadê têkoşîna xwe berfireh bikin.”

‘Em ê teqez bi ser bikevin’

Çîgdem Kiliçgûn Uçar diyar kir ku li şûna der barê encamên hilbijartinê yên eşkerekirî de gavan paşve bavêjin, ew ê zêdetir bixebitin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:

“Em di komcivîna Partiya Çepên Kesk a ewil de bi hev re ne. Ez wisa difikirim ku me îro bi awayek xurt dest pê kir. Ji ber ku em bi hemû hevalên xwe yên jin û hemû hevalên ku ked didin re li ba hev in. Em li vir careke din soza xwe dubare bikin, em ê wek Partiya Çepên Kesk li her qadê li her deverê bi gelê xwe re bin û kesê bi tenê nehêlin. Em ê li nav zeviyan bi karkeran, li ba her kesê ku li heq û edaletê digere bin. Em dikarin bi awayekî xurt ji vê tengaviya krîza aborî, civakî û siyasî derkevin ji ber ku alternatîfên me hene. Reçeteya vê jî paradîgmaya me ya xurt û îdiaya me ya riya sêyemîn e. Em ê destûrê nedin wan kesên ku welat gav bi gav ber bi rijandina xwînê û hejariyê ve dibin. Em ê destûrê nedin Erdogan û alîgirên wî. Em ê vê jiyanê azad, xweş û geş bikin. Em dikarin wisa bikin ji ber ew motîvasyona me heye û em xwedî têkoşînek wisa ne. Divê em bi ser bikevin û em ê teqez bi ser bikevin. Ji bo hûn beşdar bûn spas ji bo we hemûyan. Riya me û riya we vekirî be.”