Suweydayiyan Colanî protesto kir: Biryar vîna gelê Sûriyê nîşan nade
Ji ber ku Serokê Tahrîr El Şam (HTŞ) Colanî ji aliyê komên ku di nav de çeteyên çekdar jî hene ve wek ‘Serokdewlet’ hat bijartin, jinên Suweydayî daketin meydanê. Jinan Colanî protesto kir û gotin ku ev biryar vîna rastîn a gelê Sûriyê nîşan nade.
ROCHELLE JUNÎOR
Suweyda – Li bajarê Suweyda yê Sûriyê ku bi piranî xelkê Dûrzî lê dijî, rêveberiya demkî ya ku HTŞ’ya cîhadîst ava kiriye û aşkerakirina Colanî ya wek ‘Serokdewlet’, ji aliyê jinan ve hat protestokirin.
Jinên li Qada Karama kom bûn, fikarên xwe yên derbarê pêşeroja Sûriyê de anîn ziman û diyar kirin ku ew biryarên rêveberiya demkî nas nakin.
‘Biryar vîna rastîn a gelê Sûriyê nîşan nade’
Jina bi navê Rîma Azam ku beşdarî çalakiya protestoyî bûye, got ku tayînkirina ji aliyê komên cîhadîst ve hatiye kirin, ewê Sûriyê ji demokrasiyêdûr bixe û pirsa "Di vê biryarê de dengê hemû beşên xelkê li ku ye?" kir. Rîma Azam, destnîşan kir ku Colanî bi lihevkirinek di navbera komên çekdar de hatiye bijartin û wiha got: “Serokek ji aliyê komên çekdar ve bê bijartin, ev vîna rastî ya gelê Sûriyê nîşan nade.”
‘Kongra Netewî çima paşve xistin?’
Jina bi navê Lîna Abu Hamdan jî diyar kir ku ew perçebûna Sûriyê û mezhebparêziyê red dikin. Lîna destnîşan kir ku pêwîst e di serî de Tirkiye, hemû hêzên dagirker ên li Sûriyê, xwe ji vir vekişînin. Lîna Abu Hamdan wiha got: "Kongra Netewî çima hat paşvexistin? Pêwîst bû ku di vê kongreyê de ji bo Destûra nû komîte û beyannameya Destûrê bihata avakirin. Ev qonax nehatibin pêkanîn, ev zirar dide bingeha avakirina dewletek demokratîk a li ser bingeha hiqûqê. Sûriye, pêwîst e bi tevlîkirina hemû gelan a li rêveberiyê were rêvebirin. Em rêveberiya yek rengî red dikin."
‘Rêveberiya demborî ya HTŞ’ê mayînde be xeter e’
Mi Jermani jî destnîşan kir ku ‘Serokdewletiya’ Colanî ji aliyê komên çekdar ve hatiye erêkirin. Mi Jermanî da zanîn ku biryarek wiha girîng, pêwîst bû ji aliyê vîneke siyasî ya hemû xelk di nav de ne ve bê diyarkirin.
Mi Jermanî balkişand ser mayîndebûna biryara demkî ya HTŞ’ê, diyar kir ku pêwîst e hemû derdorên ji xelkên Sûriyê di nav rêveberiyê de cîh bigirin. Mi Jermanî da zanîn ku derdorek li derve bê hiştin, ewê bandorek neyînî bike.
Şahira Trudi ya beşdarî çalakiyê bûye jî balkişand ser demokratîkbûnê û wiha got: “Di avakirina dewleta hiqûqê de, divê rêyeke demokratîk bê pêkanîn. Biryarên ku li ser lihevkirin çênebûne, divê neyên ferzkirin. Her wiha divê ji bo guhertinan fermanek zelal bê dayîn.”