‘Sûcên li dijî zarokên li herêmên dagirkirî zêde bûn’
Rêvebera Komîteya Şilêr a Mafên Zarokan Culiya Xelo, diyar kir ku sûcên li dijî zarokan li herêmên dagirkirî tên kirin, dijmirovahî ne û got ku wan têkildarî mijarê gelek name ji Neteweyên Yekbûyî re nivîsandine, lê bersiva wan nehatiye dayîn.
ROJ HOZAN
Qamişlo – Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di sala 2018’an de herêma Efrînê û di sala 2019’an de jî herêma Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Ji destpêka dagirkeriyê ve jin û zarok jî di nav de gelek welatî rastî gelek binpêkirinên mafan hatin. Ligel ku peymanên navneteweyî hatin paşguhkirin, di sala 2022’an de li herêmên dagirkirî 14 jê zarok 3 jê jin 183 kes hatin qetilkirin. Her wiha di êrîşan de 33 jê zarok, 23 jin 371 kes birîndar bûn.
Herî dawî li Efrîna dagirkirî du zarok ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve rastî destavêtinê hatin. Her çiqas qanûnên navneteweyî yên parastina zarokan hebin jî, ti aliyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan karê xwe nekiriye. Yek ji rêveberên Komîteya Şîlêr a li ser mafên zarokan Cûliya Xelo axivî û bal kişand ser êrîşên ku zarok li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbirû dimînin.
‘Li herêmên dagirkirî zarok dibin qurbaniya sûcên êrîşkar û dagirkeran’
Cûliya Xelo kiryarên çeteyên dewleta tirk li herêmên dagirkirî anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di şer û aloziyan de rewşa herî girîng û zehmet rewşa zarokan e, ji ber ku zarok dibin qurbaniyên sûcên êrîşakar û dagirkeran. Li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşek wisa heye û rojane zarok bi kiryarên qetilkirin, destdirêjî û koçberiyê re rû bi rû dimînin. Bûyerên li dijî zarokan li herêmên dagirkirî gihîştine asteke wisa ku wijdan tehemul nake. Îro êrîşên zayendî li ser bedena zarokan tên kirin, pêşeroja wan tê tunekirin. Bûyerên herî dawî ango destdirêjiya li dijî zarokan, vê yekê diyar dike ku êdî jiyana zarokan û pêşeroja wan di bin tehdîdeke mezin de ye. Dema ku zarokek li pêşiya çavên dayika xwe rastî destdirêjiyê were, êşek ji vê mezintir tune ye û kiryarek ji vê qirêjtir tune ye. Van çeteyan tu exlaq nehiştin. Êdî zarok bi tirs in û tu pêşeroja wan tune ye. Pir bûyer hene tên veşartin û agahiya tu kesê ji wan tune ye, ji ber ku van çeteyan wisa sîstemeke serwer li wan herêman ava kirine ku mirov her di tirsa jiyana xwe de bin.”
‘Ger em rê li ber van kiryaran negirin em ê nikaribin pêşerojeke baş ji bo zarokan ava bikin’
Cûliya Xelo bal kişand ser bandora kiryarên li dijî zarokan li ser derûniya wan û wiha domand: “Hin zarok hene tundiyê ji malbatê dibînin û hin zarok jî hene ji civakê tundiyê dibînin. Tundiya li ser zarokan tê kirin bandoreke neyînî li ser derûniya wan çêdike. Ew zarok baweriya xwe winda dikin, şikestî dimînin, her dem bi tirs dijîn û ji jiyana zarokatî tê tunekirin. Di aliyê tenduristiya bedenê de jî ev zarok zirarê dibîne yanî di dema pêş de ev zarok nexweşî pê re derdikevin û dibe ku canê wê zarokê van nexweşiyan tehemul neke. Erkên me hemû mirovan ew e em berpirsyariya zarokan bigrin ser milên xwe, ji ber ku ger em rê li ber van kiryaran negirin em nikarin ji bo zarokan pêşerojeke baş ava bikin. Wekî Komîteya şilêr heya asteke bilind em bi erka xwe radibin li herêmê lê li herêmên dagirkirî derfetên me tune ne em xwe bigihîjînin van zarokan û ji tundiyê û kiryaran wan biparêzin. Ev perpirsyariya dewletên navneteweyî ye, berpirsyariya xwediyên qanûn û peymanan e û pêwîst e bi rengekî lezgîn li ser vê yekê bisekinin. Halê hazir tişta em dikarin bikin ji bo herêmên dagirkirî ew e ku em van kiryaran ji raya giştî re eşkere bikin û ragihînin. Erka parastina mafên zarokan erkeke cîhanî ye.”
‘Divê dengê zarokan bê bihîstin’
Cûliya Xelo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi hêvî ne dengê qêrîna zarokan bê bihîstin, me pir name der barê kiryarên li ser zarokan de ji Neteweyên Yekbûyî re şandin lê tu bersiv negirt. Bi rastî jî êdî bila qanûnên ku mafên zarokan diparêzin bikevin pratîkê û sûcdar werin cezakirin. Tu ceza têrê nake ku sûcdarên tundiya li ser zarokan dikin bên cezakirin.