Stêrka bi kurî û kesk nêzî dinyayê dibe
Piştî 50 hezar salan stêrek bi kurî ya kesk û geş nêzî dinyayê dibe. Pisporê Ezman Jake Foster got: “Em ne di metirsiyê de ne, em ê manzareyek xweşik bibînin.”
Navenda Nûçeyan - Stêrek bi kurî ya kesk û geş, piştî 50 hezar salan ev cara yekem e nêzî dinyayê bû. Stêrka bi kurî û kesk wê di 2’ê Sibatê de bikeve cihê herî nêzî dinyayê. Pisporê Esîmaman Jake Foster ya ji odeya çavdêriya Fezayê ya li Royal Greenwich ya Londra wiha got: “Ev stêrek 42 milyon kîlometre ji me dûr e. Hinek caran Venûs hîn zêdetir nêz dibe, ji ber vê em ne metirsiyê de ne, em ê mazareyek xweşk bibînin.”
Jake Foster, got: “Pisporên esîmaman sedemê rengê kesk a stêrkê weke ji ber parçeyên ku bi hevdû ve girêdayî ne û weke karnodîoksît tê zanîn ve ev reng derketiye holê. Rengê kesk bi ronahiya rojê ya ultraviyole û di şeklê ronahiya enerjiyê de ye. Her tim taybetmendiyên pêlan hene, di dirêjahiyek diyar de ne û rengê ku tê dîtin her tim kesk e.”
Li gora NASA dema stêrka bi kurî herî dawî nêzî sîstema rojê bûyî Neandertalan hê jiyan dikir.