'Dewlet bi riya tecawizê êrîşî nirxên civake dike'

Berdevka Rêxistina Sara Arzû Temo, êrîş û tecawizên dewletê, li dijî jinan nirxand û got ku cihê têkoşîna gel hebe, dewlet bi awayekî zanebûn rêbazên şerê taybet ên qirêj dixe dewrê û li dijî jinan kiryarên bêexlaqî pêk tîne.

VIYAN AMED

Qamişlo - Dewleta Tirk ji derveyî çek û balafiran, di aliyê şerê taybet de jî êrîşê nirxên gelê Kurd dike. Di nava êrîşan de gelek bûyer tên qewimandin ku yek ji wan tecawiz, tacîz û belavkirina madeyên hişbir e. Ji bo ku pêşeroja gelê Kurd tune bike, êrîşê nirxên wê yên pêşerojê zarok û ciwanan dike û wan hînî tiştên xirab mîna madeyên hişbir dike, di temenek biçûk de dest bi kişandina wê dikin. Ev bûyer herî zêde li Bakurê Kurdistanê tên qewimandin ku her roj bi belge tên dayîn. Di heman demê de li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê jî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin pêk tên ku mînaka wê Efrîn e. Der barê van mijaran de Berdevka Rêxistina Sara Arzû Temo axivî.

‘Dewlet serweriya xwe li ser civakê ferz dike’

Arzû Temo di destpêka axaftina xwe de feraseta mêr-dewletê wiha nirxand: "Feraseta mêr-dewletê bingeha xwe ji zîhniyeta pênc hezar salan digre ku xwe li ser nirxên jinan ava kiriye. Di roja îro de tişta ku herî zêde derdikeve pêşberî me qetilkirina jinan û tecawiz e. Bi van kiryaran re dixwazin vîna jinan bişkînin û hebûna wan tune bikin. Wateya tecawizê bi xwe, tiştek ku bi darê zorê tê kirin e. Pergala dewletê ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne, hemû zilim û zordariyê di şexsê jinan de li ser civakê dimeşîne. Ji bo ku dewlet xwe berfireh bikin, ji bo parçeyek erd hilînin, şerên mezin dimeşînin û dagirkeriya xwe ferz dikin. Ev yek ji bo mijara tecawizê jî derbasdar e ku feraseta xwe ji heman zihniyetê digrin.”

‘Dewlet hêza jinan ji bo xwe xeter dibînin’

Arzû Temo di berdewama gotinên xwe de êrîşên dewleta Tirk li hemberî jin û ciwanan wiha dinirxîne: “Rêber Apo da zanîn ku ev sedsal sedsala azadiya jinan e. Îro bi pêşengiya jinan şoreşa gelan pêk tê û ev yek li zora dewletan diçe. Ji ber ku dewlet jinan ji bo xwe xeter dibînin loma li ku derê serhildanek pêk were û pêşenga wê jin be, yekser ew pêşeng tên hedefgirtin û êrîşî vîn û hebûna wan jinan dikin. Mînaka van yekan mirov dikare di dewleta Tirk de bibîne ku ji ber ji jinên pêşeng ditirse êrîşî wan dike, wan qetil dike. Dewleta Tirk naxwaze civak bibe îrade loma bi her awayî êrîş dike. Dewleta Tirk bi riya şerê taybet dixwaze jin û ciwanan ji doza azadiyê û têkoşînê dûr bixe, ji lewre bi riya madeyên hişbir û tecawizê êrîşî jin û ciwanan dike. Di şexsê jinan de êrîşî nirxên civakê dike. Dewlet ji bo ku civakek nexweş ava bike, di gava destpêkê de jin û ciwanan dike armanc û bi riya şerê taybet wan dixe kole. Dema mirovek rastî tacîz û tecawizê tê hest û kelecanê wê/wî ya di jiyanê de dicemide û di aliyê fikir û ruh de xwe kêm dibîne. Gelek caran tacîz û tecawiz dibe sedem ku jin dawî li jiyana xwe bînin. Cihê ku têkoşîna gel hebe, dewlet bi awayekî zanebûn şerê taybet bi rê ve dibe û li dijî jinan rêbazên bêexlaqiyê bi pêş dixe ku ev yek polîtîk û siyaseta qirêj a dewlet û desthilatdaran e.”

‘Êrîş û siyasetên dijwar li hember jinan pêk tên’

Arzû Temo destnîşan kir ku ji ber li Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinan bi pêş ket, êrîş û kiryarên dewleta Tirk li dijî jinan dijwartir bûn û wiha domand: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê veguherî şoreşa jinan ku hemû jinên cîhanê hembêz kir. Îro jinên cîhanê ji şoreşa jinan îlham digrin û ji bo parastina vê şoreşê gelek têkoşîn û berxwedan pêk tên. Dewleta Tirk şoreşa jinan tehemul nekir ji lewre êrîş û siyasetên dijwar pêk hatin. Cîhan hemû bi saya hebûna YPJ’ê ji tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê xilas bû, bi pêşengiya YPJ’ê re hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û nasnameya xwe parastin. Jin sembola jiyanê ne loma dewlet jî di hemû êrîşên xwe de destpêkê jinan armanc digre û bi riya jinan êrîşî civakê dike. Feraseta dewletê li dijî civaka exlaqî û polîtîk e loma bi riya şerê taybet polîtîkaya tecawizê bi pêş dixe.”

‘Dewleta Tirk tecawizkaran diparêze’

Arzû Temo da zanîn ku piraniya tecawizkaran ji leşker û polîsên dewleta Tirk pêk tên her wiha bal kişand ku bûyerên tecawizê herî zêde li Bakurê Kurdistan û herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên û got: “Dewleta Tirk bi riya leşker, çawişên pispor, polîs, cerdevan û çeteyan dest davêjin jinan. Ev siyaseta qirêj herî zêde li Bakurê Kurdistan û herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye Efrîn, Serêkanî û Girê Spî pêk tên. Herêma Efrînê beriya ku were dagirkirin ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin lê piştî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat dagirkirin, jin her roj rastî, kiryar, revandin, tacîz û tecawizê tên. Di heman demê de bi sedan jin di girtîgehên Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dîlgirtin û her roj rastî kiryar û tecawiza çeteyên dewleta Tirk tên. Di heman demê de jinên Efrînê bi awayekî hovane tên qetilkirin. Li hemberî ewqas bûyeran, her kes bêdeng e û dewlet jî tecawizkaran yan diparêze yan jî piştî cezayek kêm wan berdide.”

‘Bi riya têkoşînê em dikarin êrîşên dewletê vala derbixin’

Arzû Temo herî dawî diyar kir ku divê hemû jin feraseta dewletê baş nas bikin, xwe bi rêxistin bikin û li hemberî hemû êrîş û kiryaran asta têkoşînê mezin bikin û wiha bi dawî kir: “Li hemberî feraseta dewletê divê civak li hember van polîtîka û siyasetên qirêj têbikoşe. Polîtîka û şerê taybet ên dewletê bi riya têkoşînê dikarin vala werin derxistin. Divê em ji bo her jinek ku rastî tecawizê tê rabin serhildanê. Naskirina feraseta dewletê bi xwe re berteka parastinê ava dike. Rêxistinbûn û şiyarbûna jinan dê siyaseta qirêj a dewletê têk bibe. Civak dema li hember feraseta dewletê têbikoşin, dikarin civakek exlaqî û polîtîk ava bikin, ev yek jî bi pêşengiya jinan pêkan e.”