Stargeha ewlehiya jinan 'Aman' li ber girtinê ye

Li parêzgeha Qesrîn a Tûnisê navenda 'Aman Alma' ya ji bo piştgiriyê bide jinên mexdûrên tundiyê dixebite, bi gefên girtinê re rûbirû ye. Ev yek jî jiyana jinên mexdûr dixe xeterê.

ÎXLAS HAMRONÎ

Tûnis – Li yek ji herêmên herê bêparastin û paşguhkirî yên Tûnisê û di nava zêdebûna tundiya li dijî jinan de, Navenda 'Aman Alma' li Qesrînê ji bo bi dehan jinên rizgarbûyî û zarokên wan bûye stargehek ewle. Vê stargeha ku ji bo gelek kesan weke xeta jiyanê xizmet kiriye, niha bi gefa girtinê re rûbirû ye.

'47 jin û 32 zarok li navendê hene'

Rêvebera navenda Aman Alma a Parastina Jinên Mexdûrên Tundiyê û Zarokan, Lewahêz Samaelî diyar kir ku beşek ji rêveberiya stargehê, dest bi pêkanîna hevkariyek bi Şandeya Herêmî ya jin, malbat, zarok û kesên temenê wan mezin re li Qesrînê kiriye û wiha got: "Navend ji Çileya 2023'an ve jinan pêşwazî dike. Ji wê demê ve heta Kanûna 2024'an 47 jin û 32 zarok bi dayikên xwe re hatin pêşwazîkirin. Xizmetên navendê ji stargeh, xwarin, piştgiriya psîkolojîk, piştgiriya hiqûqî, û lênêrîna bijîşkî û paramedîkal pêk tên. Ev xizmet li gorî rewşa her jinê û hewcedariyên taybet diguhere."

'Ji ber rewşa aborî navend li ber girtinê ye'

Lawahêz Samaelî derbarê pirsgirêkên navendê de wiha axivî: "Em bi gefên girtina navnedê re rûbirû ne. Ji ber ku hevkarê darayî ku ji hêla şandeya herêmî ya karûbarên jinan ve tê temsîlkirin, di bicihanîna tiştên di peymanê de hatine destnîşankirin de, neçû serî. Ji Kanûna 2024'an vir ve kiriya navendê nehatiye dayîn, xwediyê milk jî li dijî navendê doz vekir ji bo girtina pereyên xwe. Her wiha ji 21'ê Çileya îsal ve elektrîka navendê hatiye qutkirin."

'Li riyên alternatîf digerin'

Lawahêz Samaelî tekez kir ku pêdiviya jinên Qesrînê, bi stargehek ji bo bidawîkirina tundiyê heye û wiha domand: "Ger navend bê girtin ew ê windahiyek mezin çêbibe, destpêkê ji bo jinan, piştre ji bo zarokên ku bi dayikên xwe re ne. Bi vê biryarê re ew ê bê piştgirî û parastin bimînin. Em komeleyê nagirin û li riyên alternatîf digerin, ji bo ku mafên jinên mexdûr biparêzin. Tundî hê jî didome. Di nava 48 seatan de 3 jin hatin qetilkirin. Ev jî dihêle ku em piştevaniyê bidin stargehê û li mekanîzmayan bigerin, da ku berdewamî û serxwebûna wê ya darayî misoger bikin.”

Ji jinan re bû hêviyek nû

Meryem Bin Mansûr ku ji parêzgeha Qesrînê ye û sûdê ji navenda Aman Alma  girtiye wiha dibêje: "Dema min navê navendê bihîst, destpêkê dudil û tirsê min hîs kir lê dûre min biryar da ku alîkariyê bigrim. Bi naskirina navendê re hêviyek nû di jiyana min de çêbû. Piştî salan min cara yekem xwe bi ewle hîs kir. Navendê piştevanî da min û zarokê min. Ger navend were girtin dê jiyana jinên ku li hemberî tundiyê bêdeng in dikeve xeterê. Ji bo jinan ew ne tenê navend e, stargeha ewlehiyê ye."

'Jin bi tundiyê re rûbirû dimînin'

Çalakvana Mafên Jinan Rehmê El-Falhî qala girîngiya navenda Aman kir û wiha got: "Li Qesrînê piştî derketina pêvajoya Covîd-19 rêjeya tundiyê li dijî jinan zêdetir bû, tenê ev navend cihê herî bi ewle ye ku jinên bê parastin û bê piştevanî pêşwaz dike. Piraniya jinan jî bi zarokên xwe re li navendê dimînin. Xebatkarên navendê dibin şahidên bûyerên bi êş ên ku jin bi xwe jiyane û ev jî bandoreke neyînî li ser derûniya wan dike. Ji ber vê pêwistiya xebatkaran bi piştevaniya derûnî heye. Girîng e rola vê navendê were nirxandin. Ji ber ku ev navend bi hevkariya hikûmetê tê birêvebirin û di bin çavdêriya şandeyên herêmî yên karûbarên jinan de ye lê rêveberiya wan gelek caran di bin berpirsyariya komeleyan de ye."

'Li şûna girtinê divê xebat were berfirehkirin'

Rehmê El-Falhî da zanîn ku komeleyan di parastina jinan de rolên pêşeng lîstine û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji ber piştevaniya kêm a saziyên hikumetê van komeleyan li ber girtinê ne. Divê hikumet xwe berpirsyar bibîne li hemberî xebatên van komeleyan û asta perwerde û hişiyariyê xurtir bike. Li şûna ku ev navend bê girtin, hewce ye, xebatên wê werin berfirehkirin."