Çalakvana Kurd Sîrwan Şawle bi kefaletê hate berdan
Çalakvana Kurd Sîrwan Şawle ku di meha Mijdarê de hatibû girtin, piştî 42 rojan bi kefaletê bi demkî ji girtîgeha Navenda Urmiye hat berdan.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatin weşandin, welatiya Kurd a ji Mahabadê Sîrwan Şawle di meha Mijdarê de hatibû girtin, piştî pêvajoya 42 rojan a girtinê bi kefaletê bi demkî ji girtîgeha Navend a Urmiye derket.
Li gorî heman agahiyê, Sîrwan Şawle, piştî temamkirina pêvajoya lêpirsînê, ya li navenda binçavkirinê ya Miduryeta Îstixbarata Urmiye, sewqî qawîşa jinan a girtîgeha navend a bajar kiribûn.
Hêjayî bi bîrxistinê ye di 29’ê Coteha 2025’an de hêzên girîdayî Wezareta Îstixbaratê bi ser mala Sîrwan Şawlah de girtin û ew binçav kir û birin cihek ne diyar.